Herêma Kurdistanê li ser Sorika Meymûnan daxuyanî da

19-08-2024
Nîşan Sorika Meymûnan Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku heta niha li Herêma Kurdistanê kes bi Sorika Meymûnan neketiye.

Vîrusa Sorika Meymûnan (Moneypox) li cîhanê bi lez belav dive û li gelek welatan naqosên alarmê lê dixin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo rê li ber belavbûna vê nexweşiyê were girtin bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) re civînek kir.

Wezaretê diyar kir ku plana tedbîr û amadehiyan dê sibe were eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê, biryar hatiye dayîn lijneya Yek Tenduristiyê (One Health) were danîn ku lijneyeke hevbeş a Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Çandiniyê ye.

Her wiha di civînê de biryar hatiye dayîn ku peyamên tenduristiyê bigihînin welatî û geştyaran.

Li gorî biryarên ku hatine standin, dê ji bo peydakirin û amadekirina testan bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî re xebat bên kirin û dê aliyên pêwendîdar bên agahdarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de got:

“Heta niha rewşeke biguman a Vîrusa Sorika Meymûnan nehatiye tesbîtkirin.

Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin û dê hemû amadehî bên kirin.”

Sorika Meymûnan

Sorika Meymûnan ji ajelan derbasî mirovan dibe û rêyên belavbûna wê ev in:

- Temas

- Maçkirin

- Seks

- Bikaranîna cil û eşyayên hilgirên vê vîrusê

- Bikaranîna derziyên hilgirên vê vîrusê

Nîşaneyên nexweşiyê:

- Ta

- Peqpeqonqên li ser çerm

- Serêş

- Êşa masûlkeyan

- Bêhêzî

- Werimîne hiloqan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst