Holenda û 7 welatên din vaksîna AstraZeneca sekinandin

15-03-2021
RÛDAW
Nîşan Holenda AstraZeneca Vaksîna Coronayê Covid-19 Boyko Borissov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Holenda bikaranîna vaksîna AstraZeneca ya Brîtanî-Siwêdî heta 29ê vê mehê sekinandin.

Ragirtina vaksînê bi gotina berpirsên hikûmetê, ne jibo hebûna bandora nerêniye,dibe ku pêngaveke pêşwext be ya Holendayê bo rûbirûbûna her egereke bandora lawekî be ya vaksînê ku heta niha ew navbanga ku çêbûye, ku tê gotin bikarhênerên vê vaksînê rûbirûyî tîrbûna xwînê dike.

Holenda pêşwext pereyên 12 milyon vaksîna AstraZeneca daye, û berpirsên tendirustî xişteya taybet bo dayîna 290 hezar dane vaksîn jibo xelkê amade kiribûn.

Bi vî awayî jî Holenda çû refê Taylenda li Asyayê, Danîmarka, Ayslanda, Nimsa,îtalya, Ayrelenda, Bulgaria û Nerwîcê li Ewropayê.

Pirisgirêkê ji Nerwîcê serîhilda, di dema ku 3 karmendên tendirustî vaksîna AstraZeneca wergirtin û piştre jiber xwînjêçînê û tîrbûna xwînê li nexweşxaneyê xwîn dan.

Pêngava Holendayê piştî yek rojê ji biryara Ayrelandayê hat ku vaksîna AstraZeneca sekinand.

Daived Graims, pisporê pizîşkî, diyar dike, “Bi nerîna min, ji bîra me neçe, ku di zanist de çênabe tişt bê sedema zanistî bi hevdû ve bêne girêdan. Bi rastî biryarên me jibo ragirtina vaksîna AstraZeneca li ser bingeha çend raportan bû, ku ji welatên Eskendenavyayê hatine, di demekê de hûn dizanin ku li Brîtanyayê bi deh milyonan daneyên vaksîna AstraZeneca bo xelkê hatine dayîn, bê ku ti pirsgirêkeke jî çêbibe. Lê ew gotin jî raste, ku divê em hişyar bin. Lewra vaksîna AstraZeneca li ser bingeha hişyariya pêşwext bû.”

Pol Hanter, pisporê pizîşkî-Norwec, dibêje, “Ev yek wiha dike ku pesendkirina vaksîna AstraZeneca ji aliyê xelkê ve zehmettir bibe, ev hest jî xelkê bi nexweşiyê dixîne, û eger ev hest berbelav bibe, dibe hinek kes bimirin.”

Bêbawerî gihiştiye astekê, ku beşekî welatên Ewropî daxwaza pesendkirineke din ji ajansa dermanê Ewropî bo vaksînê bikin.

Boyko Borissov, Serokwezîrê Bulgaria, ragihand, “Em bikaranîna vaksîna AstraZeneca radigirin. Bi nivîskî daxwaza careke din bo pesendkirina wê dikin, ji aliyê ajansa derman a Ewropî ve, heta bersiva wê bê, em wê bikar naynin.”

Sedema sekinandina vaksîna  AstraZenecam ya Brîtanî-Siwêdî zanistî be yan siyasî be, vê vaksînê ji hvrikiyê nav bazara gerim a vaksînê li Ewropa û cîhanê heta radeyekê dûr dixîne û derfetê bo vaksînên Pfizer a Amerîkî-Almanî, Moderna û Cohnson And Cohnson a Amerîkî bo firotinê, bandorê zêdetir lê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst