Li nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser tedawiya nexweşên kronîk belaş e

13-09-2024
Bijîşkek amadehiyê dike / Wêne: Ji ber dîmenan
Bijîşkek amadehiyê dike / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Rêveberiya Xweser Nexweşên Kronîk Tedawî Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê nexweşên kronîk (kesên ku nexweşiyên wan ên domdar hene) belaş tedawî dike.

Mehane bi sedan nexweşên penceşêrê, astengdar û jinên ducanî li nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser belaş tedawî dibin.

Zêdeyî salekê ye ku li Reqayê ji bo tedawiyê nexweşên bi penceşêrê navendek hatiye vekirin.

Ev navend nexweşên kantonên Reqa, Dêrezor û Hesekê tedawî dike.

Li vê navendê hem eşên nexweşan kêm dibin û hem jî xizmên wan derd û êşên xerciyan xelas dibin.

“Ji nexweşan re hemû derman belaş in”

Endamê Kargêriya Beşa Penceşêrê ya Nexweşxaneya Reqayê Zeyd el-Zeyd got:

“Li nexweşxaneyê Navenda Penceşêrê Tîrmeha 2023yan de hat vekirin.

Ev navend xizmetguzariyan pêşkêşî hemû nexweşên penceşêrê dike.

Ji nexweşan re hemû derman belaş in. Li vê navendê mehane 50-60 nexweş tedawî dibin.”

Di heman demê de Nexweşxaneya Jidayikbûnê jî rojane bi dehan dehan jinên ducanî tedawî dike.

“Hemû xizmetguzarî belaş in”

Endamê Kargêriya Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Reqayê Ehmed Ibrahîm ev agahî dan:

“Mehane 300 neştergeriyên bi sezaryenê (qeyserî ) tên kirin û 800 pitik bi şiklê asayî tên dinê.

Kadroyeke bijîşkî ya pispor 24 demjimêran de nobetê digire. Hemû xizmetguzarî belaş in.”

Li hêla din, şerê navxwe yê Sûriyeyê û DAIŞê bi hezaran astengdar li pey xwe hiştine.

Rêveberiya Xweser ji bo astengdaran jî navendeke taybet ava kiriye.

Li vê navendê hevahengî bi aliyên pêwendîdar re tê danîn û xizmetên pêwîst tên pêşkêşkirin.

16 hezar astengdar hene

Endamê Ofîsa Astengdaran a Rêveberiya Xweser Ehmed el-Mişewet diyar kir ku rêxistinên navneteweyî jî hevahengiyê bi wan re dikin û li pey çû:

“Bi saya Xwedê dê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê kart derkevin. Hejmara astengdaran nêzîkî 16 hezar kesan e ku di nav wan de ker, kor, birîndarên şer û nexweşên eqlî hene.

Ofîsa me li gel rêxistinên navneteweyî yên piştîvan hevahengiyê dike.

Lîsteyên nava ji wan re tên şandin da ku alîkariya wan bê kirin.

Em ji bo çareserkirina astengdaran û nexweşên penceşêr û şekir hevahengiyê bi Heyva Sor a Sûriyeyê re jî dikin.”

Li gorî amarên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, di şeş mehên destpêkê yên 2024an de zêdeyî 500 hezar nexweşî li nexweşxane û navendên wan ên tenduristiyê hatine dermankirin.

Her wiha herî kêm 3 hezar û 200 emeliyatên belaş hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst