Li 18 cihên xwedîkirina mirîşkan 72 hezar mirîşk mirar bûn

18-06-2023
Loloxan
Nîşan Reqa Mirîşk Mirarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tebqe ya rojavayê parêzgeha Reqayê ji ber belavbûna nexweşiya "New Castle" ku wek koleraya mirîşkan tê zanîn, 72 hezar mirîşk li 18 cihên xwedîkirina mirîşkan mirar bûn.

Îdareya Samanên Ajeldariyê ya Tebqeyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand ku niha nexweşiya "New Castle" li piraniya navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê belav bûye û di encamê de 72 hezar mirîşk li 18 cihên xwedîkirina mirîşkan mirar bûne.

Îdareya Samanên Ajeldariyê ya Tebqeyê ser bi Rêveberiya Xweser ve her wiha diyar kir ku tê texmînkirin bi giştî 100 hezar dolar zerar hebe.

Li gor heman çavkaniyê, berî 20 rojan nexweşiya "New Castle" koleraya mirîşkan li Hesekê û Reqayê belav bûye ku bi rêya ba, teyrên koçber û ava pîs tê veguhestin lê mirov pê nakevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst