Rêveberiya Xweser nêzîkî 400 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Genim Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêvebeirya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Dexîl ragihandiye, ji destpêka kirîna genim ji cotkarên li navçeyên Rêveberiya Xweser ve heta niha nêzîkî 400 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin û radestî navendên wergirtina genim ên Rêveberiya Xweser hatiye kirin.

Mihemed Dexîl diyar kir, ew ji bo her toneke genim 430 dolarên Amerîkî didin cotkaran.

Hevserokê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêvebeirya Xweser gotiye, li cem wan çar pileyên nirxandina kalîteya berhema genim hene û diyar kiriye, ji bo genimê pileyê wê herî nizim ew ji bo her tonekê 360 dolarên Amerîkî didin cotkaran.

Ev yek di demekê de ye ku Rêveberê Şaxê Hesekê yê Saziya Sûrî ya Dexlûdanan ku ser bi hikûmeta navendî ya Sûriyê ve ye, Ebdullah Ebdullah ragihandiye, navendên Cirmûz, Samanê Ajelan, Tewarîc û Sayloya Tewarîc, genim ji cotkarên herêmê werdigirin.

Ebdullah Ebdullah daye xuyakirin, navendên ser bi hikûmetê ve heta niha 1 hezar û 288 ton genim wergirtine, bi awayekî ku her roj derdora 190 ton genim werdigirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst