Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi giştî 6 nexweşxaneyên giştî yên hikûmî, 16 nexweşxaneyên taybet û nexweşxaneyeke pisporî hene.
Li bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye, du nexweşxaneyên hikûmî hene, ku yek Nexweşxaneya Niştimanî û ya din Nexweşxaneya Dil û Çavan e.
Nexweşxaneya Niştimanî di destê Hikûmeta Sûriyê de ye, lê Nexweşxaneya Dil û Çavan ku ji 400 ta 500 textan pêk tê, di destê Rêveberiya Xweser de ye.
Herwiha li Qamişloyê 10 nexweşxaneyên taybet û taqîgeheke pêşkevtî jî heye.
Li bajarê Hesekê nexweşxaneyeke hikûmî ya 200 textî û 2 nexweşxaneyên taybet hene.
Li Hesekê jî wek Qamişlo, tenê taqîgeheke pişkinînan heye.
Li bajarê Dêrikê nexweşxaneyek hikûmî ya 200 textî û herwiha 2 nexweşxaneyên taybet hene, lê ti taqîgeh li vî bajarî nînin.
Rewşa kerta tendirustiyê li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Girkê Legê xirabtir e û li Amûdê tenê nexweşxaneyeke hikûmî heye ku tenê ji 20 textên nexweşan pêk tê.
Herwiha li Dirbêsiyê jî nexweşxaneyeke hikûmî ya 20 textî û nexweşxaneyeke taybet heye.
Li bajarê Til Temir tenê nexweşxaneyeke hikûmî heye ku ji 20 textan pêk tê û li Girkê Legê jî tenê nexweşxaneyeke taybet heye.
Herwiha li her sê bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Girkê Legê ti taqîgehên pişkinînê nînin.
Li tevahiya herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tenê 15 amûrên Ventilator an bêhndana destkird hene. Herwiha li wê herêmê 400 pizîşk hene û hejmara peristar û karmendên tendirustiyê jî 10,000 kes in.
Pêdawîstiyên sereke yên herêmê jî, amûrên PCR, amûrên Ventilator, pêdawîstiyên taqîgehan û kelûpelên xweparastinê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse