Firçeya diranan xist penîsê xwe: Firçe jî şikest, penîs jî

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Penîs Firçeya Diranan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Endonezyayê zilamekî ji bo kêfxweşiya xwe zêde bike firçeya diranan xist pênîsê xwe, pêşî firçe şikest, paşê jî penîsê wî.

Li girava Javayê ya Endonezyayê kesekî 43 salî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji bo ku di dema seksê de bêtir xweşiyê bibîne firçeya diranan xistiye penîsê xwe.

Di dema seksê de firçeya diranan û penîsê wî şikestin.

Beriya ku biçe nexweşxaneyê 12 saetan bi vê êşa giran jiyaye.

Piştre zilam diçe Nexweşxaneya Akademiya Giştî ya Soetomo ya li Rojhilatê Javayê.

Li nexweşxaneyê piştî emeliyateke 2 saetan, firçeya diranan ji penîsê wî hatiye derxistin û pênîsê şikestî hatiye temîrkirin.

Herwiha Kovara zanistî ya International Journal of Surgery Case Reportsê got:

"Nexweş şevek berê di dema têkiliya zayendî de di pozîsyona jinliserê de ji penîs birîndar bûye."

Bijîşkan got ku zilam piştî emeliyatê bi sê rojan bêyî ti pirsgirêkan ji nexweşxaneyê derketiye.

Ew piştî mehekê ji bo civanê şopandinê çûye nexweşxaneyê, li wir bijîşkan dîtiye ku kêmasî (deformity) winda bûye.

Di vê navberê de jî kariye mîz bike û îdia kir ku di dema seksê de jî ti pirsgirêkên wî tunebûne.

Zilamê Endonezyayî li xwe mikur hatiye ji bo ku firçeya diranan bi hêsanî têxe penîsê xwe, di sala 2017an de di penîsê xwe de qulek çêkiriye û bi vî awayî firçe xistiye penîsê xwe.

Herwiha zilamê Endonezyayî daye zanîn ku bi salan e ev yek bi berdewamî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst