DÊRSIM- Zarok tevî malbatên xwe fêrî kaşûnê dibin

30-12-2024
Ali Haydar Gozlu
Dîmenê dema kaşûnê\ Wêne û vîdeo: Alî Haydar Gozlu\ Rûdaw\
Dîmenê dema kaşûnê\ Wêne û vîdeo: Alî Haydar Gozlu\ Rûdaw\
Nîşan Dêrsim Kaşûn Pilemûr Hidir Karadag
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Rahênerê Kaşûnê Hidir Karadag li navçeya Pilemûrê ya Dêrsimê bi awayekî xwebexş zarok û malbatên wan perwerde dike û wan fêrî kaşûnê dike.

Armanca Hidir Karadag ew e ku werzîşvanên profesyonel yên kaşûnê mezin bike. Malbatên zarokan jî ji vê kêfxweş in.

Çîroka Xidir Karadag ku rahênerê kaşûnê ye beriya 15 salan bi diyarîdayîna kaşkaşokê bo gundê xwe dest pê kiriye û niha jî xwebexş zarokan perwerde dike.

Armanca Hidir Karadag ew e ku werzîşvanên profesyonel yên kaşûnê bigihîne. 

Malbat kêfxweş in

Hidir Karadagê rahênerê kaşûnê li ser serpêhatiya kaşûnê wiha got:

“15 sal berê ez hatim vir. Amûrên min ên kaşûnê hebûn, min ew li gund hiştin da zarok bikar bînin.

Piştre ez pê hesiyam ku ciwanên me ji min çêtir dest bi kaşûn kiriye.

Me ev amûrên kaşûnê anîne em bi rêya federasyonê perwerdeya zarokên xwe didomînin."

Malbatên zarokan kêfxweş in ku derfeteke wiha heye û zarokên wan fêrî kaşûnê dibin.

Dibêjin bo demekê be jî zarok ji telefonan dûr dikevin û behreya-qabîliyeta wan pêş dikeve.

“Hem ji bo me hem ji bo zarokan gelekî baş e”

Welatiya bi navê Hatun Esenê jî li ser kaşûnê wiha got:

“Ev ji bo zarokan gelekî baş e, ji bo me gelekî baş e.

Banga min ji bo wan kesên li derve ne ev e ku em dixwazin ne tenê di mehên bihar û havînê de, di zivistanê de jî werin vir.”

Navçeya Pilemûriyê yek ji wan navçeya ne ku herî zêde berf lê dibare û dibe navendek xwezayî ya kaşûnê.

Çend deverên wê hene ku bilindahiya wan ji asta deryayê heta 3 hezar metre bilind e û gundê Aşkirek jî yek ji wan cihan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst