Hewlêr (Rûdaw) - Hat zanîn derûnnas Daniel Kahneman 27ê Adara 2024an li klînîkeke li Swîsreyê dawî li jiyana xwe aniye.
Daniel Kahneman sala 2002yan de Xelata Nobelê ya Aborî standibû.
Jason Zweig di nivîsa xwe ya ku li Wall Street Journalê (WSJ) nivîsiye de got ku Kahneman ev biryara xwe tenê bi malbat û çend hevalên xwe yên nêzîk re parve kiriye.
Di nivîsê de hat gotin ku Kahneman 26ê Adara 2024an nameyek elektronîkî ji xizmên xwe re şandiye û hûrgiliyên biryara xwe diyar kirine.
Her wiha hatiye ragihandin ku rêbaza "xwekuştina bi alîkarî" hatiye bikaranîn û wî gotiye ku ew diçe Swîsreyê ji bo ku li klînîkekê dawiyê li jiyana xwe bîne.
Nameyeke xatirxwestinê nivîsiye
Li gorî nivîsê, Kahneman di beşeke nameya xwe ya elektronîkî de ev tişt nivîsine:
"Ev nameya xatirxwestinê ye ku min ji xizmên xwe re şandiye.
Ez diçim Swîsreyê û 27ê Adarê jiyana min dê bi dawî bibe.
Ji ciwaniya xwe ve min bawer kiriye ku tengasî û zehmetiyên salên dawî yên jiyanê ne pêwîst in û niha ez vê baweriya xwe bi cih tînim.”
Di nivîsê de hatiye gotin, Kahneman "biryar dabû ku berî ku rewşa wî xerabtir bibe û dema ku tenduristiya wî baş e, li ser daxwaza xwe dawiyê li jiyana xwe bîne" û wî nexwestiye ev biryara wî bibe mijareke giştî.
Çi qewimîbû?
Daniel Kahnemanê Amerîkayî ku bi eslê xwe Îsraîlî ye, nivîskarê pirtûka "Fikirîna Bilez û Hêdî" 27ê Adara 2024an di 90 saliya xwe de miribû.
Kahneman, ji bo xebatên xwe yên pêşeng ên di qada derûnnasiya kognitîv û aboriya tevgerî de sala 2002yan Xelata Nobelê ya Aborî wergirtibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse