Daristanên Dêrsimê bi rengê payîzê xemilîne: Geştyar berê xwe didin wir

12-11-2023
RÛDAW
Daristanên Saldaxê yên Pilemûrê
Daristanên Saldaxê yên Pilemûrê
Nîşan Dêrsim Pilemûr Daristan Payîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daristanên Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di mehên payîzê de bi bedewiya xwe ya bêhempa mazûvaniya gelek geştyaran dikin.

Li navçeya Pilemûrê ya Dêrsimê daristan bi rengên payîzê xemilîne.

Ew navçe niha bûye navenda geştên xwezahezan û kesên ku ji xeml û rengên payîzê hez dikin.

Wênegir Huseyîn Narîn got, "Em wek xelkê Dêrsimê gelekî bişans in.

Dîrok û xwezayeke me ya bêhempa hene. Em vê bedewiya xwezayê di her çar demsalan de dibînin.

Îro jî em bi grûpeke hevalan re ji bajêr hatin daristanên Saldagê. "

7 navçeyên parêzgeha Dêrsimê hene û her 7 navçe çar demsalan bi bedewiya xwe bi nav û deng in.

Grûpeke geştyaran a ku ji 21 kesan pêk tê dê çend rojan li daristanên Pilemûrê ku 66 kîlometreyan ji navenda Dêrsimê dûr e bigerin û di nav xwezayê de bijîn.

"Kêfxweşiyeke mezin dide mirov"

Geştyar Necla Beyazê got, "Ev salek e ez li Dêrsimê dijîm. Dem bi dem ez beşdarî grûpên geştyariyê dibim.

Ev der cihekî wisa ye wekî ku tu winda bûbî û tu xwe li vir bibînî, kêfxweşiyeke mezin dide mirov.

Dema em digerin em hemû bedewiyên xwezayê dibînin, hemû ji hev binirxtir in."

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê hêjmara nişteciyên wê herî kêm Dêrsim e.

Lê Dêrsim salane mazûvaniya bi milyonan geştyaran dike.

Li gorî amarên Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Dêrsimê, sala borî di 10 mehên destpêkê de nêzîkî 2 milyon geştyaran çûbûn Dêrsimê.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku îsal ev hêjmar ji wê gelekî zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst