SÛRIYE: Wîl-Naûreyên Hemayê tên nûjenkirin

26-10-2023
Wîl-Naûre / Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Wîl-Naûre / Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Nîşan Wîl-Naûre Hema Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wîl-Naûreyên dîrokî yên bajarê Hemayê di erdheja 6ê Sibatê de zerar dîtibû.

Niha ev WîL-Naûre ji aliyê Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyan a Hemayê û Rêxistina Emane ya Sûriyeyê ya Geşepêdanê ve tên nûjenkirin.

“Heta proje bi dawî bibe em dê berdewam bikin”

Rêveberê Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyên Hemayê Hazim Çerkes li ser karên nûjenkirinê got:

"Em niha coka kevirî ya Wîla Bişriyatê ya mezin nûjen dikin, herwiha em coka kevirî ya Wîla Bişiriyatê ya biçûk jî nûjen dikin ku girîngtirîn Wîl in li Hemayê.

Em van her du cokên kevirî bi alîkariya Rêxistina Emane ya Sûriyeyê nûjen dikin.

Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyan ji bo vî karî merc û standard pêş xistine. Em serperiştiya cîbicîkirinê dikin û heta proje bi dawî bibe em dê berdewam bikin.

Em bi hêvî ne cokên kevirî yên din jî bên nûjenkirin."

Li gorî berpirsên Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyên Hemayê, projeya nûjenkirina cokên kevirî yên Wîlên bajêr dê li gorî pîvanên navdewletî di dema 45 rojan de bi dawî bibe.

“Ev kar li gorî pîvanên navdewletî tên kirin”

Endazyarê Cîbicîkar Suhêl Ulêwî jî li ser xebatên nûçenkirinê wiha axivî:

"Piraniya zereran li dîwarên başûr û rojhilat çêbûne, lewra em keviran nûjen dikin û li cihê yên ji nav çûne kevirên nû datînin.

Ev jî li gorî pîvanên navdewletî tên kirin ku Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyan ew destnîşan kirine."

Li gorî dîroknasan, Wîl-Naûreyên Hemayê di sedsala pêncan a Zayînî de ji bo avdana zeviyên çandiniyê li ser Çemê Asiyê hatine avakirin.

Destpêka sedsala 20an a Zayînî 105 Naûre li parêzgeha Hemayê hebûn lê niha tenê 40 ji wan mane.

19 ji wan li nav bajêr bixwe ne û sala 1999an ketin lîsteya UNESCOyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst