Wêneyê Berdevkê Hemasê piştî Amedê, bi pira Cizîrê ve hat daliqandin

10-12-2023
Nîşan Hemas Ebû Ubeyde Wêne Cizîr Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wêneyê Berdevkê Hemasê Ebû Ubeyde piştî Amedê, bi pira Cizîrê ve jî hat daliqandin.

Êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê li hinek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên şermezarkirin.

Di demên dawiyê de hinek kes an jî kom bi armanca piştgiriya Hemasê wêneyên Ebû Ubeyde dadileqînin.

17ê Çiriya Paşînê wêneyê Ebû Ubeyde li ser bircên Amedê hatibû danîn.

Piştî Amedê wêneyê Ubeyde bi pira navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ve jî hat daliqandin.

Ev wêne di torên civakî de ji aliyê gelek kesan ve hat parvekirin.

Hinek kesan bertek nîşanî vê yekê da, hinek kesan jî piştgirî dayê.

Çi bûbû?

Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê êrişî Îsraîlê kir, Îsraîlê jî bersiv da êrişa Hemasê û ket nava Xezeyê.

Li gorî çavkaniyên li Xezeyê, heta niha di êrişên Îsraîlê de 17 hezar û 700 Filistînî hatine kuştin.

Herwiha artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên Hemasê de heta niha 425 leşkerên wan hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst