Li Meletiyê xwendekarên dibistanekê li ser 400 donim erd genim û ceh diçînin

25-11-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Meletî Xwendekar Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke xwendekarên Bibistana Amedehiyê ya Çandinî, Teknîkî û Pîşeyî ne li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê. Li ser  400 donim zeviyên li kêleka dibistana xwe  dest bi çandina ceh û genim kirine. Genimê ku berhem tînin jî dê bi heman awayî li nanpêjxaneya dibistanê  bikin nan û li ser xwaringehên dibistanên parêzgehê dabeş bikin.

Rêveberê Dibistanê Şukrû Dogan got, “Weke dibistana çandinî, pîşeyî û teknîkî ya Enedolê, li ser erdê çandiniyê yê li qada dibistanê, bi giştî li ser 300 donim genimê ard û li ser 100 donim jî ceh hatiye çandin. Em dê di demsala biharê de li ser 400 donimên din jî  gulberojan biçînin û bi giştî li ser rûberê 800 donim erd çandiniyê bikin. Em dê ew genimê ku ji vir rakin jî bikin ard û li fabrîkaya nan a li dibistana me bikin nan û bişînin pansiyonên dibistanan.”

Ji cotkirin, heta çandin û berhevkirinê di karê çandiniyê de beşdar in. Mijarên di waneyan de fêr dibin, li vir bi pratîkî cîbicî dikin. Helbet li beramber vê keda xwe jî dahatekê bi dest dixin.

Rêvebera Perwerdê ya Meletiyê Hatîce Ozdemîr anî ziman, “Zarokên me dema li vir fêrî pîşeyê dibin, li qadê fêr dibin. Dema li qadê fêr dibin jî, hindik jî be dahetekê bidest dixin. Ev jî ji bo xerciyên wan dibe dahatek.”

Batuhan yek ji wan xwendekaran e û ji çandiniyê hez dike. Dixwaze di siberojê de bibe endezyarekî çandiniyê û li ser erdê malbata xwe çandiniyê bike.

Xwendekar Batuhan Înan got, “Ez bi hezkirin karê xwe dikim. Me erdê xwe cot kir û niha me dest bi çandinê kiriye. Ez ji niha şûnde dixwazim bibim endezyarê çandiniyê ji ber ku erdê me bi xwe heye û dixwazim li ser wî çandiniyê bikim.”

Ev xwendekar  pêşbînî dikin, sala bê 120 ton genim û 40 ton ceh ji van zeviyên  ku çandine berhembînin. Herwiha armanca wan ew e ji ardê genimê xwe jî rojane 20 hezar nanên  50 gram berhembînin û bişînin dibistanên parêzgehê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst