Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê servîsa xwendekarên û mînîbûseke rêwiyan li hev qelibîn.
Di bûyerê de 6 kes birîndar bûn ku 5 ji wan xwendekar in.
Doh êvarê li navçeya Çirmikê ya Meletiyê servîsa xwendekarên dibistanê û mînîbûseke rêwiyan li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 5 xwendekar û rêwiyek ku di mînîbûsê de bû birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hatiye ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse