Welatiyên Rojavayê Kurdistanê: Yasaya Qeyser tenê dijî xelkê ye

20-06-2020
RÛDAW
Bi nerîna welatiyên Rojava, berpirsên hikûmetê dikarin xwe ji Yasaya Qeyser biparêzin lê hemwelatî na
Bi nerîna welatiyên Rojava, berpirsên hikûmetê dikarin xwe ji Yasaya Qeyser biparêzin lê hemwelatî na
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Yasaya Qeyser Hikûmeta Sûriyê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna Yasaya Qeyser warê cîbicîkirinê,ku taybet e bi cezayên aborî yên Amerîkayê bo ser Sûriyê, welatiyên Rojavayê Kurdistanê Kurd û Ereb nerazîbûna xwe dijî vê yasayê anîn ziman, Welatiyên Rojavayê Kurdistanê: dibêjin,  Yasaya Qeyser tenê dijî debara jiyana xelkê ye, û qet bandorê li ser hikûmetê û berpirsan nake.

Mamosteyê bi navê Ebdellah, “Yasaya Qeyser qet bandorê li ser berpirsan nake, tenê bandorê li ser xelkê dike, ev yasa sedema bilindbûna nirxan e, di dema berpirs ti peywendiya wî bi nirxan nîne, tenê em millet baca vê yekê didin.”

Li gor welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Yasaya Qeyser ligel daketina nirxê lîreyê Sûrî û bilindbûna nirxê dolar, kir ku bazar sar bibin û welatî nikaribin pêdiviyên xwe yên rojane bikirrin.

Firoşyarê bi navê Tamir jî dibêje, “Yasaya Qeyser ji hemû aliyan ve dijî xelkê ye,  tiştek tê de nîne ku dijî rejîmê ye, ew tenê gelê Sûriyê û pêdiviyên wî yên jiyanê dike armanc, temaşe bike hemû dikan vekiriîne, lê ti kes nikare tiştekî bikirre, jiber pere li ba wan nînin, gelo alternatîv çi ye?”

Herwiha bi nerîna welatiyên Rojavayê Kurdistanê, berpirsên hikûmetê dikarin xwe ji Yasaya Qeyser biparêzin lê welatî ti çare di dest wan de nîne, tenê ew ê bacê bidin.

Şînkayîfiroşê bi navê Nezîr Osman jî diyar dike, “Te’da li milet dibe ne li hikûmetê. Hikûmet derfetên wê hene, lê yên milet nînin. Dema ev yasa hat cîbicîkirin, dolar çû heta 3,000. Em ne li gel in.”

Roja 17ê vê mehê Hezîranê, Yasaya Qeyser dijî Serok, hikûmet, berpirs, alîgir, piştîvan û hevpeymanên  Sûriyê çû warê cîbicîkirinê, hevdem li seranserî Sûriyê berî pirsa yasaya Qeyser û piştî cîbicîkirina wê xwepêşandanên  nerazîbûna xelkê dijî rewşa xerab a aborî û debara jiyanê hatin kirin. Ev di dema ku niha 11 milyon Sûrî li nav welat pêwîstiya wan tenê bi xwarinê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst