Geştiyarên Suryan ji xeribiyê berê xwe didin Midyadê

06-08-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Midyad Mêrdin Suryan Geştiyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ku bi ol, pêkhate, ziman û çandên cuda yek ji navçeyên mînak yên pêkvejiyanê ye li Bakurê Kurdistanê. Di demsala havînê de hejmara geştiyaran bo vê navçeyê zêde dibe. Bi taybet beşeke zêde ya welatiyên Suryan ku bi salan in li welatên Ewropa li xeribiyê dijîn  serdana navçeyê dikin û 3 mehên betlaneya xwe ya havînê li navçeyê derbas dikin.

Welatiyê Suryan Ercan Methe got "Ez bêriya her tiştê vê derê dikim. Ji xwarin, vexwarin heta razana wê jî. Dem zû derbas dibe mirov naxwaze biçe lê neçar e."

Xaniyên dîrokî yên ji kevir û dêrên Midyadê ji cihên sereke yên serdana geştiyarên Suryan in. Wan ji bo mana xwe jî li gor mîmariya navçeyê xanî çêkirine û di dema geşta xwe de wan xaniyan de dimînin.

Welatiyê Suryan Zeki Arsan anî ziman "Em sala borî bo betlaneyê hatin vê derê û me ax û welatê xwe gelek eciband. Xezûrê min got em bo betlaneyê xaniyekê çêbikin, me sala borî destpêkir û weke hûn jî dibînin me îsal temam kir."

Hatina geştiyaran di nav dikandar û esnafên navçeyê de jî bûye cihê kêfxweşiyê.

Dikandar Nuri Ergin diyar kir "Bi hatina geştiyarên ji derve  moralê me xweştir dibe. Kêfa me bi wan tê. Em bi kesên ku tên û diçin derdê xwe parvedikin û behsa bîranînên zarokatiyê dikin."

Li Midyadê weke misilman Kurd, Ereb û Tirk dijîn. Krîstayênên wê jî ji pêkhateyên Sûryan, Ermenî û Keldanî ne. Ji bilî wan beşek Kurdên Êzidî jî li vê navçeyê dijîn. Her ji ber vê taybetmendiya xwe jî  Midyad weke bajarê ziman û baweriyan tê binavkirin.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst