Suryanên Amedê li gel cîranên xwe yên Kurd û Ermen Christmas pîroz kir

26-12-2023
Abdulselam Akinci
Li Dêra Dayîk Meryemê cejn hat pîrozkirin
Li Dêra Dayîk Meryemê cejn hat pîrozkirin
Nîşan Suryan Amed Christmas
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Suryanên Amedê cejna Christmasê li Dêra Dayîk Meryemê pîroz kir.

Li tevahiya Amedê hejmara Suryanan 15-20 kes in ew 15-20 kesên mayî jî bi beşdarîya cîranên xwe yên Ermen û Kurd li kenîseyê beşdarî rêûresma olî ya roja ji dayîkbûna Îsa Pêximber bûn û bi dia û sirûdan cejna noele pîroz kir.

Piştî merasima olî li hewşa kenîseyê li bşedaran kulîçe û çîkolat hatin belavkirin û welatîyên li hewşê cejna hev pîroz kir.

Li Dêra Dayîk Meryemê cejn hat pîrozkirin

Li Dêra Dayîk Meryemê ya Amedê ku temenê wî 1800 sal in nakosa dêrê ji bo cejna noelê lê xist.

Suryaniyên bajêr jî bo pîrozbahiya Christmasê li dêrê civîyan û bi diayan pêşwazîya roja jidayîkbûna Hz.Îsa kir.

Di merasima ku ji alîyê rahip Behnam Samarjy vê bi rê ve çû de bawermendên Xirîstîyan find pêxistin, bi sirûdan pesnê Îsa Pêximber da û bi diayan xwestek û xweziyên xwe anîn ziman.

Hewşa Dêra Dayîk Meryemê jî  bi dengê dia û lavayên wan tije bû.

Welatîya Suryan Newroz Erenê ji Rûdawê re got:

“Ez îro li mal im. Jixwe hefteyek e em eyda xwe pîroz dikin. Em li mal in. Mêvanê me dê werin. Eyda me pîroz bikin, em jî ya wan”

“Bila kes nemire”

Serokê Weqfa Kenîseya Keldanî Yûsûf Karadayî jî got, “Ev cejna zayînê li herkesî pîroz û bimbarek be. Bila li vî welatî ti kes nemre.”

Welatîya Suryan Denîz Zerînê jî got:

“Heke em li dinyayek ku tu cûdahî di nav ziman û netewan de tuneba bijiyan hûn bawer bikin cejnên me yên her olî dê bi coştir û xweştir derbas ban.”

Di merasima olî de Kurdên Misilman jî cîranên xwe yên Xiristîyan tenê nehîştin.

Ew jî beşdarî merasima olî bûn roja jidayîkbûna Îsa Pêximber li welatiyên Suryan pîroz kir.

Koçberê Şingalê Daxil Elî jî got, “Ez Êzidiyekî Şingalê me. Ez îro hatime serdana cejna Suryaniyên me yên Amedê.”

Welatiya Misilman Feyziye Yeşîlê jî got, “Em gişt însan in. Misilman jî Ermenî jî em gişt însan in, însan.”

Kurdê Mesihî Mistefa Yaşar jî got, “Ez Kurdek Mesihî me, îro cejna me ya îsa Mesîh hatiye dinyayê. Ew ronahiyekî mezin e.”

Welatiyekî Ermen jî got, “Ez Ermenî me. Eydê 6ê mehê ye lê îro cejna gele me yê Suryan in. Em jî hatine cejna wan.”

Piştî rêûresma olî, li hevşa kenîseyê li beşdaran kulîçe û çîkolat hatin belavkirin,  di bin tava zivistanî de çay hatin vexwarin û sohbetên rengê cejnê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst