Gelo dengdan çi li Iraqê diguhere?

30-09-2021
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Iraq Heşda Şeibî Mistefa Kazimî Bexda Aso Ebdilletîf
A+ A-

Aso Ebdilletîf

Iraqa niha ne serweriyeke wê ya bihêz heye, ne jî aboriyeke wê ya bihêz û ne jî ewlehî û aramiya wê heye, ev sê hokarên pir giring in ji bo şikestina dewletê. Tişta ku dewletê radigire jî ji sê hokar û hîmên sereke pêk tê: Serwerî, jêrxana aborî û stratejiya demdirêj, ev jî li Iraqê nînin. Tişta li Iraqê heye aboriyeke reyhî-kerî, doşîn, berxweriya pereyên neftê û pariyê amade û rafînerên wê yên neyasayî ne.

Xeyaldaneke Iraqê ya neguhêr û konkret heye û qet bi proseyên hilbijartinê naguhere. Bi kurtî, Iraqa Hemurabî û yasa û şaristaniya raborî niha êdî bi kêrî hilbijartinê nayê, çimkî hêz, mîlîsên çekdar û gelek cemserên mezin li derveyî yasayê hene û desthilata wan ji zagon û yasayan bihêztir e. Di kontrolkirina Navçeya Kesk û mala Mistefa Kazimî de derket ku Heşda Şeibî artêşa kûr a dewleta mezhebî ye û beşek ji siyaseta lêvegera Qum û Necefê ye û ne tenê xwe wek alternatîva dewletê dibînin, lê belê ew dewlet bi xwe ne.

Me dît roja 26.05.2021 Bexda û Kazimî şev û rojeke reş û dirêj û tijî şermezarî oxir kirin û yasa û zagon bi temamî xistin xizmeta çekdarên Heşda Şeibî û fermandeyên gelêrî yên populîst. Wê dema ku dijeterora Iraqê Fermandeyê Operasyonên Heşda Şeibî "Qasim Muslih" bi madeya 4 a terorê li navçeya Dore li başûrê Bexdayê desteser kirin. Heşda Şeibî êdî dest bi manor û lîstika xwe kir, nimayîşa xwe ya mezin kir û Kazimî neçar kir biçe jêr yasayên wan, di demekê de yasa ji Heşda Şeibî re derketiye di 2016an de û budceya xeyalî ya hikûmetê û bîrên petrolê jî di bin destê wê de ne, êdî her kabîne û serokwezîrek were di siberojê de bi hilbijartinê jî yan ew bi xwe ne yan teslîm û bê bandor e li pêşber biryar û hegemoniya Heşda Şeibî û karakterên wê yên serbazî (Fetih û komikên Nuceba, Hizbullah, Rebûllah, Esayîbên Ehlê Heq û fermandeyên derveyî hikûmetê) derket her ew hêza rasteqîn a sîber jî bû nehişt Kazimî xwe berbijêr bike.

Piştî proseya azadiyê ti carekê li Iraqê hilbijartin bi rêkarên yasayî û di dema xwe de nehatiye kirin. Ti rapirsî û hilbijartinek jî bêyî destwerdan û saxtekarî çênebûye. Di dîroka Iraqê de, yekemîn hilbijartina perlemanî û yekemîn rapirsiya destûrê jî di nav de, ku ji bo nivîsîna mîsaqa destûrî ya welêt sala 2005an hat encamdan.

Hilbijartina ku tê, 10ê Oktobera 2021ê, karvedan e û ne proseyeke demokratîk a asayî ye ji bo welatekî aram, di jêr guvaşa tund a Amerîka de ye ji bo dîtina derxikekê da rewatî bê dan bi hukmdariyeke yasayî û destûrî li şûna wê desthilata mecbûrî û paşketî û encama rêzekudetayan ku Heşda Şeibî demek e dest dayê û divê kuta bibe. Lê gelo desteya Heşdê ewqas desthilat û sîbera wê berfireh be hilbijartin çawa bi tendirustî û bêyî destwerdan were kirin?

Tişta ku li Iraqê metirsî ye, li ser siberoja takekes, medeniyet, demokrasî û fezaya azad faşîzma raketî ye. Formek ji şêweya sîbera Beisîzmê kar pê tê kirin, lê bi rengê mezhebî. Amerîka hilbijartinê ji bo berjewendiyên xwe dixwaze û ji hilbijartinê û sextekarî û azadiyê jî ne dilgirana e. Amerîka destê polayî û senteralîzmê dixwaze. Li dewsa lingê nerm ê demokrasiyê û mejiyê akademî û teknokrat di kevanekê de akademîstên zanîngehan, wek çawa li Efxanistan, Misr, Tûnis û Erebistana Siûdî heman kar kir û tew li Tirkiyê jî sekulerîzm nexwest û karîzmakirina Erdogan, qelskirina demokrasî û azadiyan kir model.

Ev Iraq bila serokkomar û serleşkerê wê jî Kurd bin, ev rotîn e û berî 50 salan jî pile û paye û şalyar û wezaretxaneyên Kurdan li Bexdayê hebûn, cîgirê Sedam Kurd bû û cigirê Ataturk jî Kurd bû, bi dehan postên bilind ên din, fikirîna sepandina desthilatê li ser vê herêmê li tenişta postên bilind ên Kurdan bi dizî hat. Hêj xewna faşîzm û dijazadî û demokrasiyê di xeyaldanka elîteke desthilatdar de ye, ango divê xeyaldank biguhere paşê hilbijartin bitehm dibe, heke na divê em vegerin lojîka şoreşên Îlon û Gulan û Nû û Berdeqareman. Şiyana Kurdan hebe divê destkariya hişmendiyan bike, deng û kursiyên parlamentoyê ne tiştek in, tu her û her neteweya duyem î. Hilbijartin û pêncî kursiyên tertûbelav ên hizbî û nêrîncuda maf û xwestek û federaliyê ji neteweya duyem re misoger nakin. Lê bi guherandina wê metod û modelê misoger dibe ku hêj Iraq girêdayî wê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst