Bandora bazara diravê Silêmaniyê li ser Îranê

30-05-2024
Nîşan Silêmanî Îran Bazar
A+ A-

Omer Ehmed*

Li bazara Firdewsî, bazara pevguhertina diravan li Tehranê, ofîsên pevguhertina diravan berî ku nirxên rojê deynin, li rêjeya pevguhertina dolar û tûmen li du sûkên welatên cîran Îraq û Efxanistanê dinêrin.

Di vê navberê de, bazara diravê Silêmaniyê ji ber têkiliyên bihêz ên aborî yên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, herî zêde bandorê li ser bazara diravê navxweyî ya Îranê dike.

Têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Îraq û Îranê de ku salane di navbera 10 heta 12 milyar dolaran de ye, Silêmanî kiriye navendeke darayî ya girîng.

Tewra berî 2003yan û di serdema rejîma berê ya Îraqê de, bi sedema çalakî û ezmûna bazirganên Silêmaniyê, bazara diravê Silêmaniyê ne tenê bûye navendeke mezin a darayî di navbera her du welatan de, li şûnê bûye navendeke mezin a darayî ya deverê.

Tundkirina dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê, nemaze piştî vekişîna Amerîka ji peymana atomî bi Îranê re di sala 2018an de, rola bazara diravê Silêmaniyê di aramkirina pêwendiyên bazirganî yên di navbera Îraq û Îranê de zêdetir bûye. Wer lê hatiye ku nirxê dolar û tûmen li Silêmaniyê wekî nirxê dolar û tûmen li tevahiya Îraqê bê hesibandin.

Ji destpêka sala 2023yan ve, Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê tedbîrên nû ji bo sînordarkirina çûna dolar ji Îraqê bo Îranê standine û berdewam fişarên xwe li ser Banka Navendî ya Îraqê ji bo vê meremê zêde kirine lê ofîsên pevguhertina pereyan li Silêmaniyê bi rêya sîstemekê kar dikin ku bi saya wê xwe ji van astengiyan parastine. Ew red dikin ku ti tibabeke dolarên kaş ji Silêmaniyê bi rêyên qaçax an bi awayekî din biçe Îranê.

Hinartina mehane ya Îranê ya ku diçe Îraqê 900 milyon dolar e

Îran mehane bi bihayê nêzî 900 milyon dolarî kelûpel û berheman hinardeyî Îraqê dike. Ji sedî 50ê vê tibabê girêdayî hinartina elektrîk û gaza Îranê diçe Îraqê. Hikûmeta Îraqê jî bihayê van xizmetguzariyan bi dînar li Banka Bazirganî ya Îraqê datîne.

Bi razîbûna Hikûmeta Amerîkayê, Hikûmeta Îranê bi pereyên xwe yên li Banka Bazirganî ya Îraqê ku gihîştine nêzî 10 milyar dolaran, dikare ji bo kirîna berhemên ku armanca kirîna wan mirovdostî ye wekî derman û xwarinê, bi kar bîne.

Par, bi vî awayî bazirganên Îraq û Herêma Kurdistanê nêzî 1 milyar dolar berhem li şûna Îranê bi rêya bikaranîna çavkaniyên darayî yên Îranê yên di Banka Bazirganî ya Îraqê de, ji sûkên cîhanî kirîn û şandin Îranê.

Lê ji sedî 50ê din ê hinardeya Îranê bo Îraq û Herêma Kurdistanê ji madeyên xwarinê bigire hetanî madeyên avakirin û pîşesaziyê, ku mehane nêzî 450 milyon dolar hetanî 500 milyon dolarî ye, bi rêya sektora taybet a Îranê tê kirin.

Di vê navberê de, ofîsên pevguhertina pereyan li Silêmaniyê bi sîstemeke balkêş kar dikin ku ne tenê aramkirina bazirganiya di navbera Îraq û Îranê de hêsan kirine lê ew dibêjin ku wan bi awayekî kar kiriye ku dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê binpê neke.

Rojane bi tomeriya nêzî 15 milyon dolaran ji aliyê sektora taybet a Îranê ve, tiştûmişt û berhem hinardeyî Îraqê tên kirin.

Sîstema pevguhertina virtual di navbera Îran û Silêmaniyê de

Kargeh û kompanyayên Îranê çawa pereyên kelûpelên ku hinarde dikin distînin?

Dorpêçên li ser Îranê rê nadin guhastin an hewalekirina ti tibabeke pereyan ji aliyê bankeke biyanî ve bo bankeke Îranî, loma jî rojane nêzî 15 milyon dolarên şirketên Îranî bi rêya pergaleke balkêş û çalak ji hêla buroyên pevguhertina dirêv yên li Îraqê ve, xasma ji hêla ofîsên li Silêmaniyê ve tê çareserkirin.

Bêyî ku ti pereyên kaş bo Îranê bên guhastin an şandin, ev pergal mînakeke afirandina balkêş ku heya radeyeke mezin çalak û serketî bûye.

Wekî mînak, gava şirketeke Îranî bi bihayê 600 milyon tûmenî (nêzî 10 hezar dolaran) madeyeke xwarinê hinardeyî Herêma Kurdistan û Îraqê dike. Bazirganê kiryarê Îraqî li ofîsa diravan li Silêmaniyê bi dolar 10 hezar dolarî datîne û hesabê xwe li gel firoşkarê Îranê paqij dike. Ofîsa diravan jî li Silêmaniyê hevpar an nûnerekî xwe li nava Îranê heye û hevparê wî li Îranê tibaba 600 milyon tûmenî li ser hesabê şirketa Îranî zêde dike.

A ku dimîne paqijkirina hejmar û hesabên ofîsa diravan li Silêmaniyê li gel nûner û hevparê xwe yê li hundirê Îranê ye.

Ev tenê rûyekî vê mijarê ye. Gava kargeheke Îranê bo hawirdekirina madeyên xam ên seretayî yên kargeha xwe, pêwîstiya wê pê hebe ku wê berhemê ji Tirkiye, Çîn, Îmarat an jî welatekî din hawirde bike, neçar e dolaran bişîne wan welatan. Eşkere ye ku nikare wî karî bi rêya bank an ofîsên navxweyî yên Îranê bike. Di şûna wê de, ofîsên pereyan li Silêmaniyê bi vî karî radibin.

Vê xetrê hevbeşê ofîsa dirav a Silêmaniyê li Îranê, ofîsa Silêmaniyê erkdar dike ku 10 hezar dolaran bişîne Tirkiye, Îmarat an Çînê li şûna daxwaza şirket an kargeha Îranî û wisa jî hesabê xwe li gel ofîsa Silêmaniyê paqij dike.

Diyar e ev tenê yek miamele ye lê bi sedan çi bigire bi hezaran miameleyên bi vî rengî di rojekê de têne kirin û li dawiyê pergaleke virtual jê peyda bûye ku bêyî ku guhastina pereyên kaş hewce bike, bûye sedem bo hêsankirina tevahî ya karê bazirganiyê li navbera Îraq û Îranê û tewra pir caran ev rê ji bo bazirganiya navbera bazirganên Îran û Îmarat, Tirkiye û Çînê jî tê bikaranîn.

Ofîsên dirêv li Silêmaniyê ne tenê bûne pira pêwendiyê navbera bazirganên Îran û Îraqê, lê pir caran xala gihîştin û paqijkirina hesabên bazirganên Îranê li gel bazirganên Tirkiye, Îmarat û Çînê ne jî.

Heke hesabek li navbera ofîsên Silêmaniyê wekî mînak û hevparên wan li Îranê mabe, mehane û heftane di gelek deman de li welatên nola Îmarat û Tirkiyê têne paqijkirin. Wer jî mehane nêzî nîv milyar dolar ji aliyê ofîsên dirav ve li Îraqê û nemaze Silêmaniyê tê çareserkirin bêyî ku pereyên kaş bên guhastin û hemî miamele di rastiyê de hejmar in ku ji navê kesekî ve yan ji hejmara bankî ya kesekî ve li ser hejmara bankî ya kes û şirketeke din tê zêdekirin.

Bandora bazara diravê Silêmaniyê li ser nirxê tûmen

Qebareya nîşandan û xwesteka li ser tûmen rojane li sûka Silêmaniyê diguhere. Ev jî bandorê li ser nirxê dolar li hemberî tûmen li bazara Silêmaniyê dike. Xwestek û nîşandana tûmen li bazara Silêmaniyê girêdayî wê yekê ye ku di wê rojê de bi tibaba çiqasî daxwaz heye bo kirîna tûmen ji aliyê bazirganekî Îraqê da ku ji bazirgan û şirketeke Îranî re bişîne, yan berevajî vî yekê, tibaba daxwaza bazirgan û şirketa Îranî bi dolar ku hewcedarî wê ye da ku li şûna wî ji hêla ofîsên diravên Silêmaniyê ve ji bo welatê sêyem bê şandin.

Lewra nirxê dolarên Silêmaniyê bandorê li ser sûka dirav a li Îranê dike. Ev bûye sedem ku bi giştî nirxê dolar û tûmen li bazara Silêmaniyê nirxê dolar li hundirê Îranê destnîşan bike. Guhertina nirxê dolar û tûmenê li bazara Silêmaniyê bi awayekî nîşan e li ser tevgera bazirganî ya derve ya Îranê li gel welatên biyanî nemaze cînarên wê.

Heke qebareya hinardekariya Îranê ya bo welatan nexasim hevparên wê yên bazirganî yên sereke wekî Çîn, Îmarat, Îraq û Tirkiyeyê zêde bibe, li bazara diravên Silêmanî û Îraqê xwesteka kirîna tûmen zêde dibe û ev jî nirxê tûmen li hemberî dolar li bazara Silêmaniyê bilind dike, berevajî vê yekê jî nirxê tûmen dadikeve.

Lê dawiyê ji bilî daxwaz û nîşandanê, seqaya derûnî ya sûkê û jîngeha jeosiyasî bandorê li ser nirxên dolar û tûmen li sûka Silêmaniyê û hundirê Îranê dikin.

Eyan e dema ku têkiliyên navbera Îran û welatên rojavayî wekî mînak li ser mijara atomî ya Îranê bêtir têk diçin, loma xwesteka kirîna tûmen û şandina tûmenan li sûkên Silêmaniyê kêm dibe û di encamê de nirxê tûmen dadikeve.

*Berpirsê Dêska Aborî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst