Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê û bandorên wê yên herêmî

25-02-2025
Dilawer Eladîn
Nîşan Pêvajoya Aştiyê Ocalan Erdogan PKK
A+ A-

Dr. Dilawer Elaedîn*

Wisa xuya dike destpêşxeriya nû ya Erdogan-Ocalan a ji bo bidawîanîna pevçûneke pênc dehsalan a li Tirkiyeyê pêvajoyeke cidî ye û eger serkeftî bibe şiyana wê heye ku hemû dînamîka herêmê ji nû ve saz bike.

Armanca serokên Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de zelal e: Çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), dûrxistina şêwaza leşkerî ji pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi cîranên wê yên başûr re, geşkirina aboriya navxweyî û başkirina pêwendiyên xwe yên bi Amerîka û Ewropayê re.

Hemû ev jî di demeke guncav de, berî hilbijartinên giştî yên bê yên welat pêk tên. Di demekê de tên ku serokên Tirkiyeyê di cihê serketinê de sengerên xwe qayîm kirine, Îraqî, Sûriyeyî û welatên Ereban û civaka navneteweyî hemû beşdarên çareseriyeke dostane û berdewam in.

Tirkiye

Tirkiye mala zêdetirî nîvê Kurdên cîhanê ye ku hejmara wan ji 40 mîlyonî derbas bûye. Her wiha mala mîlyonan kesên din ên ne Tirk e lê dewlet tenê wekî dewleteke neteweyî ya Tirkan tê birêvebirin, li gel helandina ne Tirkan.

Ji ber vê jî nerazîbûnên berdewam û pevçûnên navxweyî yên li nav wî welatî qet bi dawî nehatine. Piştî têkçûna pêvajoya aştiyê ya berê ya sala 2015an û berî ku qonaxeke din a dan û standinan dest pê bikin, armanc û meqseda serokên Tirkiyeyê bû pêşî ji rêya hegemoniya leşkerî ve PKKyê lawaz bikin. Karta Serok Abdullah Ocalan jî ji bo wê demê hildan ku amade dibin û li gorî xwestin û mercên xwe pêvajoya aştiyê dest pê bikin.

Piştî derketina bangawaza pêşbînkirî ya Ocalan di dawiya vê mehê de, tê hêvîkirin ku endamên PKKyê ku demeke dirêj e di şer de westiyane, bi du dengan werin û ji rêya partiyên siyasî yên fermî ve (wekî Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiya) bên veguhastin nav pêvajoya siyasî li Tirkiyeyê.

Paşê dibe ku Tirkiye bi rêya qanûneke nû ve efûya PKK û Ocalan ragihîne û paşê hêdî hêdî hegemonyaya pawanxwazî li ser wan bajarên Kurdan ên Tirkiyeyê sist bike.

Îraq

Derbarê Îraq û Kurdistana Îraqê, nakokiyên li Tirkiyeyê çavkaniya gefê ne û pêvajoya aştiyê li wî welatî han û alîkarê xweşguzaranî û bipêşketinê ye. Heta niha her du hêzên çekdar ên PKK û Tirkiyeyê baregehên leşkerî yên bihêz li Kurdistana Îraqê ava kirine û hin ji herêmên çiyayî yên herî balkêş kirine qada şer.

Tirkiyeyê di navbera dehan salan de gelek caran Îraq dagir kiriye bi dron û balafiran li kûrahiya Herêma Kurdistanê êriş pêk anîne û pêwendiyên xwe yên bi her du paytextan -Bexda û Hewlêr- re leşkerî kirine.

Di heman demê de çavên Tirkiyeyê li berjewendiyên wê yên aborî yên li nav Îraqê ne, wekî qada enerjiyê û bazirganî û bipêşxistina jêrxanê. Ne cihê şaşmayinê ye ku serokên Kurdistana Îraqê bi girîngiyeke mezin li bûyeran dinêrin û beşdarî gotûbêjên piralî û derveyî sînoran dibin. Dizanin bidawîanîna pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyeyê tê wateya herêmeke ewletir ji bo Kurdan û pêwendiyeke gelekî tenduristir di navbera Îraq û Tirkiyeyê de.

Sûriye

Pevçûnên li hundirê Tirkiyeyê bandora wan li ser Kurdên Sûriyeyê û îdareya Rojavayê ji welatên din zêdetir e û her ew in jî ku herî zêde sûdê ji pêvajoya aştiyê werdigirin. Wisa xuya dike ku Abdullah Ocalan dê daxwazê ji çekdarên PKKyê bike ku ji Sûriyeyê vekişin û doza Kurdên Sûriyeyê ji serokên Kurd ên Sûriyeyî re bihêlin da ku dûr ji her bandora derveyî yan gefên Tirkiyeyê ji bo dagirkirina wan herêman, bi welatiyên xwe yê li Şamê re danûstandinan ji bo paşeroja xwe bikin. Mumkin e Tirkiye jî xwe û proksiyonên xwe ji êrişan li ser Rojavayê dûr bigire.

Ji mêj ve Kurd û niştecihên ne-Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rastî dabirîn û piştguhxistinê hatine. Di dema dehsala borî de di rêya şerê man û nemanê de li hemberî dagirkeriya DAIŞê de xwe bi dinyayê dan nasîn. Niha, ew ji bo welatîbûna wekhev têdikoşin û ji bo garantîkirina mafên mirovî û siyasî û çandî têdikoşin. Naxwazin carekî din di nav dewleteke neteweyî ya Erebî ya nijadperest de bên helandin.

Serokên Kurdên Sûriyeyê dizanin ku Enqere û Şam federaliya taybetî ya tenê ji bo Rojavayê qebûl nakin lê dibe ku asteke navendînekirina birêvebirî ji bo hemû herêm û parêzgehên Sûriyeyê qebûl bikin. Bi bextiyarî serokên nû yên Sûriyeyê heta niha bi awayekî nerm nêzîkî Kurdan bûne lê zelalbûn nedane ku çawa dikarin mafên Kurdan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bi awayê dezgehî bikin.

Wisa xuya dike ku têgihiştine ku Sûriyeya nû bi careke din bicihkirina birêvebirina takrew û zêde navendî yekgirtî nabe. Rêkeftina li ser modeleke bikêr a li ser bingeha serxwebûna birêvebiriya herêmî li seranserê hemû parêzgehan girîng dibe ji bo avakirina baweriyê û bipêşxistina aştiyê û parastin yekîtiya niştimanî.

Civaka Navneteweyî

Civaka navneteweyî, tevî welatên Ereban, heta radeyeke zêde hevhisê doza Kurdî ne û bi baldarî li pêşveçûna hegemoniya Tirkiyeyê li herêmê dinêrin. Her çi qasî li dijî hegemonyaya Îranê ya li Sûriyeyê ne  jî naxwazin bibînin ku ew welat bibe dewleteke girêdayî bi Tirkiyeyê ve.

Gelekî girîng e ku welatên Rojava û Ereban girîngiyê bi vê pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û Kurdan de nîşan bidin û zextê bixin ser serokên Tirkiyeyê da ku pêwendiyên xwe bi cîranên xwe yên başûr re, bi taybetî Sûriyeyiyan re baş bikin. Bi parastina mafên Kurdan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, pêwîst e alîkariya Şam û Kurdên Sûriyeyê bikin ku bi awayekî avaker kar li ser hev bikin û bi dan û standinan paşeroja xwe wêne bikin. Ev jî dibe sedema zûtir vegerandina serweriyê ji bo Sûriyeyê û beşdariya di aramiya herêmê de.

Pêvajoyeke aştiyê ya giştgir bi Kurdan re pêgeha Tirkiyeyê li Rojavayê jî bilind dike. Amerîka û Ewropayî beşdarî aramiya herêma me dibin û di dirêjahiya salan de sermayeya siyasî û darayî û leşkerî ya mezin bexşandine vê herêmê.

Aştiyeke berdewam a di navbera Tirk û Kurdan de dikare dînamîka aloz a ewlehî ya di navbera torên aktorên dewletî û nedewletî yên herêmê de sist bike. Di heman demê de pevçûnên sînorbezîn, tundrawiya tundûtûj, koçberbûna niştecihan (tevî penaberan) û astengiyên li pêşiya veberhênana aborî kêm bike. Ev e ku Rojava li pey digere.

Li şûna wê Rojava dikare alîkar be bi bikaranîna çendîn xetên bandora xwe ji bo teşwîqkirin û bipêşxistina gotûbêjeke kûrtir û dezgehîtir di navbera aliyên pêwendîdar ên herêmê de. Wisa xuya dike ku birêveberiya nû ya Amerîkayê di serdema Serok Donald Trump de dê parastinê li aştî û hevpariya aborî li herêma me bike, dibe ku pêşwaziyê li pêvajoya aştiyê ya Kurd û Tirkiyeyê bike ku di encamê de dikare rê xweş bike ji bo kêmkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê.

Dawî

Pêvajoya aştiyê ya Tirkiye û Kurdan derfeteke bêhempa ji bo serokên Tirkiyeyê pêk tîne ku siyaseteke seranserî bigirin pêş ji bo çareserkirina pirsa mezintir û berfirehitir a Kurdî, çi li hundir û çi li derveyî Tirkiyeyê û li aliyê din, serokên Kurdan dikarin li seranserê herêmê vê destpêşxeriyê di hembêz bigirin û bikin nexşerêyek ji bo aştiyeke berdewam.

 Pêwîst e Tirk û Kurd vekirî bin ji bo vexwendina aktorên herêmî û navneteweyî yên din da ku rola avaker bilîzin û veberhênanê di aştî û xweşguzaraniya herêmî ya berfirehtir de bikin.

 (Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

* Dr. Dilawer Elaedîn, Serokê Enstîtuya Rojhilata Navîn a Lêkolînan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst