Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û şoreşeke nû

11-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Piştî ku erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbû yekser sînor derbas kirin, dost kêfxweş kirin û dijmin jî poşman. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî karîbû dîrokê ji bo doza rewa ya miletê Kurd tomar bike. Her çend neteweya Kurd bi rêya şoreşên çekdarî yên weke şoreşên Îlon û Gulanê û têkşikandina terorîstên DAIŞê tomar bikin, lê ya vê carê şoreşa alîkariyên mirovî bû, hemû Kurd bi karê wan serbilind in.

Duh Pêşmergeyên Kurdistanê di nav axa Bakurê Kurdistanê re çû hawara Rojavayê Kurdistanê û nehiştin Kobanî bikeve destê terorîstan, îro dubare xelkê Bakur û Rojava bi rondik û kêfxweşî pêşwaziya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dikin. Ev jî wê yekê nîşan dide ku kesên dilsoz vê dezgehê birêve dibin û lewma cihê baweriya xelkê ye ku alîkariyên xwe radestî vê rêxistinê bikin, dizanin ku alîkariyên wan dê bigihêjin cihê xwe.

Ji niha ve Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ketiye nav rêzên rêxistinên navdewletî, karibû berî hemû rêxistinên cîhanî, xwe bigihîne Tirkiye, Bakur û Rojavayên Kurdistanê, vê yekê jî dengvedaneke mezin di medyaya Tirkiyeyê û cîhanê de durist kir, ji her kesî re eşkere bû ku Kurd çend mirovdost in û destê alîkariyê ji bo mirovahiyê dirêj dikin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi van alîkariyên xwe karibû wan kesan poşman bike yên ku dijminatiya gelê Kurd dikirin û ew peyam gihand ku Kurd ne tenê di şer de li dijî zilmê ne, di warê mirovahiyê û xêrxwaziyê de jî neteweyeke dilfireh e û di aştîxwaziyê de li pêşiya xelkên din e.

Di dawiyê de divê hemû Kurd, li her deverekê bi vê yekê serbilind bin û hemû alî piştevaniya wê bikin.

Çiya Hemîd Şerîf

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst