Li Rihayê şikeft bi ser dewaran de herifî

31-10-2023
Nîşan Riha Şikeft Çêlek Herifîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kudristanê şikeftek bi ser dewaran de herifî û 5 çêlek mirar bûn.

Ajaldarê bi navê Muslum Aslan dewarên xwe dixistin şikefteke li Taxa Topdagiyê ya Rihayê.

Şeva borî aliyekî şikeftê ji ber sedemeke nediyar herifî.

Ew aliyê şikeftê yê ku herifî bi ser 5ê çêlekan de ket û ew çêlek mirar bûn.

Piştî wê Aslan hemû dewarên xwe ji şikeftê derxistin.

Çêlekên mirarbûyî jî ji şikeftê hatin derxistin.

Ajeldar Muslum Aslan got ku zerera wî zêde ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst