Sêvdîn û Saladîn

18 demjimêr berê
Necat Zanyar
Nîşan Sêvdîn û Saladîn Osman Ozçelîk Kurd Dîrok Lehengên Dîrokî Wêje
A+ A-

Romannûs Osman Ozçelîk Kurdekî saldîtî ye. Ji serkanîya Kurdiya rewan, bi salan gotarên perîyodîk nivîsîne. Ji Kulîlkên Qeşayê ya sala 2004an çapbûyî, dîyar e bê Kurdîyeke çi qasî bitehm ji pênûsa wî dinizile.

Lê min bi romana Sêvdîn ew nas kir. Di sala 2019an de çap bûye. Çîroka mîrê Kela Rebetê û Selahedînê Eyûbî ye. Ozçelîk bi vê romanê bûye yek ji nûnerên romana dîrokî ya Kurdî.

Nivîskar, di zaroktîya xwe de çîroka mîrê kela Rebetê ji çîrokbêjan bihîstîye. Bingeha romana xwe li ser wê danîye. Helbet pê bes nekiriye û cîhaneke xeyalî li dora çîrokeke devkî ava kiriye.

Lê dîyar e dilê wî pê rihet nekiriye û xwestiye xwîneran derxe rêwîtiyeke 800 sal berê. Destê Sêvdîn gihandîye yê Saladîn (Ez ê navê Selahedînê Eyyûbî wek Saladîn binivîsim).

Hê ji rûpelê yekem, roman weke girdavekê mirov dikişîne hundirê xwe. Mîna vegotineke pîroz a asîmanan çîrok dest pê dike: “Di destpêkê de wî xwe da û navê xwe danî Xweda û ji cewherê xwe durrek spî û bi navê Anfer çûkek sewirand. Bi durra spî re li ser pişta çûka Anferê bi cih bû. Çil hezar salî li ser pişta çûkê ma... Xweda ji ser pişta çûka Anferê dahat, bi dengekî bilind gazî durra spî kir. Durr teqîya, ji dûyê durrê, heft tebeqên ezmên; ji parçeyên wê, roj û heyv, stêrk, dinya, kinyat sêwirî.”

Çîroka bi mîtolojîya afirandinê ya Êzidiyan dest pê dike, ta bi ta serpêhatîya rastîn ya Saladînê Eyûbî dihone. Xeyal û heqîqet mil bi mil dimeşin.

Nivîskar, sifreyekê radixe ku naxwaze kêmasî tê de hebe. Lewma Êzdayetî, Misilmanî, Omerê Xeyam, Heşaşî, Evdilqadirê Geylanî, Şêx Hadî, Îsmaîl Cezerî tev lê dicivin û helbet hemî lehengên serdema Saladînê Eyûbî. Şêrko, Îsayê Hekarî, Zengî, Fatimî, Selçûkî, Xaçparêz û her kî li wê demê hebe.

Roman, di edebîyata Kurdî de çolistaneke mezin avadan dike. Her çi qasî romannûsîya Kurdî di afirandina cîhanên fantastîk de serkeftî be jî romana dîrokî gelekî bi pêş neketîye. Ji bo miletekî bindest mîna Kurdan, romana dîrokî roleke afirîner dilîze. Bîra neteweyî kûr dike û zindî dihêlê.

Lê di vê şêwe romanê de gelek handîkap jî hene. Dîroka Kurdan û lehengên dîrokî bi gelek awayan ji Kurdan hatine dizîn û kirasên cuda li wan hatine kirin. Lewra ji nav wan kirasan, keşifkirina kesayeta rastîn gelekî zehmet e. Gelo nivîskarê Kurd çi qasî dikare xwe ji vê dezenformasyona sedsalan ragire?

Sêvdîn, Saladînê Eyûbî bi nasnameya wî ya Kurd nas dike lê hinek caran di bin bandora çîroka xeyalî ya Îslamîzmê de dimîne û Saladîn wek Îslamîstekî Qudsparêz disewirîne. Erê Saladîn misilmanekî dilsoz e lê dîn ji bo wî di şer û hikumranîyê de ne dîyarker e. Ew bi pîvanên edalet û siyasetê tevdigere. Lewma modela herî berbiçav ya aqilê sîyasî yê Kurdî ye.

Îslamîzma sedsala bistî çîneke serdest ava nekir lê dezenformasyoneke pir bi bandor û berbelav pêk anî. Lewma Rênas Jiyan jî dema Spîtama dinivîsî nedikarî xwe jê ragire ku Zerdeşt ji vegotina tîpîk ya pêxemberekî, cuda bibîne.

Di nav gelên cîran de bi sedan mînakên romana dîrokî hene. Di nav Kurdan û di Kurdî de pir kêm e.

Osman Ozçelîk bi afirandina Sêvdîn û vegotina Saladîn, daye dû şopa Amin Maalouf. Di Kurdî de romana dîrokî bi berhemên Jan Dost şên bû, bi yên Ozçelîk geş dibe.

Ozçelîk demeke dirêj di siyasetê de borandîye lê mînakeke taybet e ku nehiştîye siyaset edebîyatnasîya wî bêweç bike û berhemên mayînde ji me re hiştine.

Niha jî berê xwe daye nêzdîroka me û dixwaze lehengên veşartî, dîyarîyî xwînerên Kurdî bike.

Bila ji pênûsa wî berhemên zêrîn kêm nebin. Xwînerên wî pir bin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst