Tibaba pereyên ku Banka Navendî ya Îraqê wekî dolar di 2024an de firotiye derve û hundir, gihîştiye bêhtirî 62 milyar dolaran, ango bi qasî vê tibabê dînar wergirtine ku bi giştî ji bo wê salê (2024) dike nêzî 80,6 trilyon dînar.
Ji aliyekî din ve jî tibaba pereyên ku wekî dahata ne-neftî ji bac, risûm û dergehan li hikûmetê vedigere, heta dawiya Çiriya Pêşîn a 2024an, gihîştiye 14.3 trilyon dînar. Ango her du bi hev re nêzî 95 trilyon dînar dikin, lê heta dawiya meha Çiriya Pêşîn, hemû xerciyên Îraqê gihîştine 122 trilyon dînarî. Ango hîn jî du mehên mesrefên salê mane lê dînarên bidestxistî ji dahatên dolarê ku ji neftê tên bi dawî bûne.
Ev yek jî di demekê de qewimîye ku li gorî raporên Banka Navendî, di nav heft salên borî de, bi qasî 2024an dolar bi kaş û hewaleyan nehatiye pêşandan, ku tibaba wê bi rêjeya ji sedî 34 ji sala borî zêdetir e û bi vê rêjeyê jî mîqdara dînarê li qaseya Banka Navendî û piştre Wezareta Darayî vegeriyaye, êdî çima behsa nebûna pereyên kaş dikin ji bo belavkirina mûçeya meha 12an a hin dezgehên li Bexdayê û pişka mûçeya meha 11ê ya mûçexwirên Herêma Kurdistanê?
Li gorî raporên Wezareta Darayî ya Îraqê ji bo dahat û xerciyên 9 mehên yekem ên 2024ê, xerciyên giştî 94,5 trilyon dînar bûn ku 85 trilyon dînarên xerciyên şuxulandinê û 9,5 trilyon dînarên xerciyên veberhênanê bûn, lê li gorî rapora meha 10ê ya Wezareta Darayî, xerciyên giştî zêdetir bûn û gihîştin 122,7 trilyon dînarî ku xerciyên şuxulandinê gihîştin 100,6 trilyon û xerciyên veberhênanê jî gihîştin 22 trilyon dînarî. Heke em vegerin mehên berê jî, hingê bi eşkere derdikeve ku xercî mehane di navbera 10 heta 11 trilyon dînaran de bûne.
Bo mînak, ji destpêka salê heta meha Tîrmehê, xerciyên giştî 73 trilyon dînar bûn, di meha Tebaxê de bûn 83 trilyon dînar û di Îlonê de gihîştin 94 trilyon dînar, anog her meh xercî 10 heta 11 trilyon dînar bûn lê di meha 10ê de xercî gihîşte 28,2 trilyon dînar û koma giştî jî ji destpêka salê heta dawiya meha Çiriya Yekem 122 trilyon dînar bû.
Ango di wê mehê de ku divabû 11 trilyon dînarên mehane bên xerckirin, 28,2 trilyon dînar hatine xerckirin ku ev yek jî ji ber her du cureyên xerciyên şuxulandin û veberhênanê pêk hatiye. Bi awayekî ku xerciyên şuxulandinê yên mehane ku berê 9 heta 10 trilyon dînar bû, di meha 10ê ya 2024an de gihîştin 15,6 trilyonî û xerciyên veberhênanê jî yên mehane 1 trilyon bûn, di wê mehê de gihîştin 12,6 trilyon dînarî.
Vêga ji ber xerciyên meha 10ê, diravê kaş li ber destê Wezareta Darayî nîne ji bo tijekirina xerciyên dawiya 2024an, çimkî ew xerciyên zêde ku di mehekê de hatine kirin sê caran zêdetir bûn. Her wiha ji aliyê dahatê ve, di wan 10 mehan de dahatên giştî ji xerciyan zêdetir bûn, lê ne pêkan bû hemû dahatên neftê bi dînarê Îraqê bên kirin an jî peydakirina pêdiviyên navxweyî bi dolar be ji ber biryarên hikûmetê ku divê hemû miamele di hundir de bi dînar bin û hemû miamleyên derveyî jî bi dolar û bi rêya hawaleyan bin.
Wekî di rapora Wezareta Darayî ya Îraqê de hatiye gotin, xerciyên meha 10ê bi awayekî zêde bûne ku hemû dînarên ku bi pêşandana dolaran ji bo derve û hundir hatine bidestxistin, li gel dahata ne-neftî ya navxwe nikaribe wê tawîz bike ku 28 trilyon dînar bû û nêzîkî 18 trilyon dînar ji xerciya mehên berê zêdetir bû. Her wiha ne diyar e jî ka Wezareta Darayî çawa xerciyên dawiya vê salê tije dike, çimkî rêjeya ji sedî 95ê hemû pereyên çapkirî yên Îraqê li derveyî bankan mîqdara wê 95,5 trilyon dînar e, ji tevahiya 101,3 trilyon dînarî heta dawiya Çiriya Duyem a 2024an.
Di rastiyê de ya ku li vir xuya dibe lawaziya sîstema darayî û nebûna siyaseta mesref û dahatê li Îraqê ye, ji ber ku hîn jî Wezareta Darayî rêjeya ji sedî 60ê budceya ku jê re hatiye danîn xerc nekiriye, bi vî awayî kêşe jê re çêbûye. Eger budce wekî xwe bihata bicihanîn, wê demê ji nîvê salê ve kêşeya dirav çêdibû, ne ku dawiya salê.
Di dawiyê de, di bersiva pirsa "Gelo rast e pirsgirêka diravî ya Îraqê heye?" de, erê rast e pirsgirêka diravî ya Îraqê heye lê ne ji ber kêmbûna dahatên neftê û kêmbûna nirxê neftê yan jî nebûna pereyan û nepêşkêşkirina dolarê ye, li şûnê, ji ber siyaseta aborî ya mesrefa dewletê ye ku di mehekê de xercî bi rêjeya nêzî ji sedî 300 zêde bûne!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse