Rizgarbûna ji terorê bi rêya evîn û hezkirinê

30-12-2024
A+ A-

Di demekê de ku sal ber bi dawiya xwe ve diçe û Êzidî di nav rewşa aloz a bakurrojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) de hewl didin cejna xwe ya evra pîroz bikin, ez dixwazim çîrokekê parve bikim ku 10 sal in di hişê min de ye - çîrokeke ku di dilê min de maye û hovîtiyên ku bi hezaran kesan li Îraq û Sûriyeyê dîtine vedibêje.

Ev hovîtî bi tundiya kesên tijî nefret gelekî xirabtir bûn. Lê di heman demê de ev çîroka rastîn gelekî bandor li min kiriye û hêviyê dide min. Tevî her tiştî!

Dema ku terorîstên DAIŞê beşên mezin ên Îraq û Sûriyeyê dagîr kirin, bi hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran keç û jin wekî kole hatin girtin û wekî kelûpelan hatin kirîn û firotin. Di vê dema tarî de, hikûmeta Almanyayê ez erkdar kirim ku nirxandina derûnî ya jinên ku karîbûn xwe rizgar bikin, bikim. Piraniya van jinan xwe nêzîkî şer rizgar kiribûn.

Me bi tîmeke dilsoz re kar dikir û me yên herî bi giranî birîndar bûbûn destnîşan kirin û birin Almanyayê da ku dermankirina wan a bijîşkî û derûnî were kirin.

Rojeke sincirî ya havînê li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, ez li ofîseke demkî rûniştîbûm û min guhdariya çîrokên 10 jinan kiribû ku behsa komkujî, şkence û tecawizê dikirin - bûyerên ku mirov nikare wan fam bike. Paşê du jin tevî zarokekî piçûk derbasî hundir bûn. Dema ku ew bi baldarî li cihê xwe rûniştin, min hest bi giraniya tirsa li hawîrdora wan kir.

Kurekî biçûk ê nêzî 5 salî li ser çoka jinekê rûniştibû. Navê wî Cemîl bû. Dema min li ser her du jinan pirsî, wî bi şerm tiliya xwe dirêj kir û got, "Ev dayika min e" û îşaret bi jina ku wî hembêz kiribû kir, "û ev jî dayika min e."

Çawa dibe ku ev zarok xwedî du dayik be?

Di kêliyeke tenê ya xofdar de, gundê Cemîl ê Hirdanê li nêzî Şingalê ket nav kaosê. Dema ku çekdarên DAIŞê êriş kirin, teqînê dest pê kir û di nav tevliheviyê de, Cemîl hest kir ku destê dayika wî ji destê wî şemitî û dûr çû. Bi tirs dît ku dayika wî bi qîrînî di nav toz û dûmanê de hat kişandin.

Di nav şaşwaziyê de, Cemîl bi komeke jin û zarokan re li otobusekê hat siwarkirin û çarenûsa wî ne diyar bû. Di heman otobusê de Saraya 17 salî ku xewna wê xwendina qanûnê bû rûdinişt. Lê xewnên wê di bin giraniya tirsê de hatin pelixandin - wê dizanibû DAIŞ çi tîne serê jinên nezewicî.

Dema ku wê Cemîl dît, çavên wan li hev ketin û bêyî dudilî nêzî wî bû. Dema ku wî kelogirî got ku dayika wî çûye, dilê Sarayê ji bo wî şikest. Wê ew hembêz kir û jixweber bû parêzvana wî. Ji wê kêliyê ve, Cemîl Sara wekî dayika xwe qebûl kir û Sara jî, her çend qet zarokê wê nebû, di ruh û kiryarê de bû dayik.

Vê pêwendiya jixweber a jiyîn û mirovahiyê di navbera wan de girêdaneke nayê şikandin afirand. Girêdana wan di nav jana hevpar de kûrtir bû. Ji stargehên qelebalix ên bi koçberên Êzidî yên din re heta saw û hovîtiyên girtîgehê, Sara bi çêtirîn awayî Cemîl diparast. Wê loriyên Kurdî ji bo aramkirina wî digotin, dengê qîrînên kabûsî yên ku hewa tijî dikirin difetisand.

Evîn û piştgiriya wan a hevpar di demên herî tarî de bû tîrêjeke ronahiyê. Wan êşên ku nayên gotin kişand. Sara û Cemîl gelek caran hatin kirîn û firotin û rastî hovîtiyên nedîtî yên zilamên ku bi wan re wekî milk tevdigeriyan hatin. Li gel êşa xwe, Sara ji bo Cemîl bû çavkaniya nermî û parastinê.

Şevên ku bêhêvîtiyê gef li wan dixwar û ew tehdid dikirin, wê ew nêzî xwe dikir û ji bo sivikkirina tirsên wî bi dizî stran jê re dinehwirandin. Evîna wan bû berxwedaneke bêdeng li hemberî saw û hovîtiyên li derdorwa wan.

Meh bûn sal dema ku giraniya îşkenceya wan berdewam kir. Her çiqas Sara rastî tiştên nedîtî hatibû û li ser xelaskirina êşa xwe difikirî jî, ramanên wê bi Cemîlê ku hewcedarî wê bû ve girêdayî bûn. "Ez nikarim wî bi tenê bihêlim," biryar da. Bi nermî jê re distira û bi hêviyê ve zeliqî.

Di dawiyê de, şewqa azadiyê da der. Apekî - ronahiyek di tariyê de – rizgarkirina wan organîze kir. Li Dîloka (Gaziantep) Tirkiyeyê, gihîştin hev. Dema ku ap Cemîl dît, zarokê ku ewqas êş kişandibû hembêz kir. Dema ku hêstir diherikîn, Sara bi serbilindî ragihand, "Ev kurê min e." Vê gotina sade rêwîtiya wan hemû bi kurtî dibiland: evîneke ku di nav zehmetiyên nedîtî de bihêztir bûbû.

Bi hev re vegeriyan Îraqê, beşeke nû ya tijî hêviya başbûn û nûvekirina jiyana wan dest pê kir. Ev çîrok ne tenê çîroka windakirin û xemgîniyê ye. Ev şahidiya berxwedana ruhê mirovahiyê ye. Di demên herî reş û tarî de, çirûskeke hêviyê dikare bibiriqe û girêdanên evînê yên nayên şikandin dikarin zora demên herî tarî û xofdar bibin.

Ramanên min îro li gel Rojavayê ne, bi hêviya ku di van demên tarî û tirsnak de aştî serdest be.

*Prof. Dr.  Jan Ilhan Kizilhan derûnnas, nivîskar û weşanger e, pisporê psîkotromatolojî, troma, teror û şer, psîkiyatriya transkulturî, psîkoterapî û koçberiyê ye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst