Hawkar Îbrahîm
Bêhnvedanên vê dawiyê yên Cejna Jidayikbûna Pêxember Îsayê kurê Mەryemê û Sersala Zayînî, derfeteke baş bû ku ez hinekî ji mijûlî û qerebalixiya kar dûr bikevim. Loma min piraniya dema xwe di serdana malbat, kes û kar û hevalên xwe de derbas kir.
Di nav xizm û kes û hevalên min de, zarokên temenê dibistanê di hemû astan de hebûn. Tiştê ku ez pir dilgiran kirim ew bû ku beşek ji wan zarokan, li şûna ku xweşiyê ji bêhnvedanên xwe wergirin, diyar bû ku mijûlî amadekariya ezmûnan bûn ku biryar e piştî 2-3 rojan piştî bêhnvedana sersalê bên kirin.
Beşeke din ji heval û kesên min, mamosteyên dibistanan bûn, di nav wan de mamosteyên pola 12an a amadehiyê jî hebûn ku wan jî di vê bêhnvedanê de xwendekar dibirin dibistanê ji bo dersên zêde, bi hinceta ku divê bernameya xwendinê biqedînin.
Ji bo her kesî eyan e ku ev helkeft ji bo wê yekê ne ku xwendekar û mamoste tê de bêhna xwe vedin da ku westîna xwendinê piçekî ji can û derûna wan derkeve û ji rûtîna dubare ya amadekirina dersan û berhevkirina çantayan û xwe guhertina fermî ji bo dibistanê dûr bikevin. Her wiha derfetek be jî ji bo ku pêwendiyeke baştir bi malbatên xwe re ava bikin.
Lê tiştê ku min têbînî kir, lap berevajî bû. Zarok, an her tim nîgeranên ezmûnên piştî bêhnvedanê bûn an jî di pratîkê de demên xwe bi lêveger û amadehiyên ji bo ezmûnan derbas dikirin, ne ku beşdarî çalakiyên malbatî û werzişî û civakî bibin ku baştir e wan di bêhnvedanên xwe de pêk bînin. Ev çalakî bi qasî dibistanê çi bigire zêdetir jî ji bo xweşguzeranî û tenduristiya wan a derûnî û bedenî girîng in.
Pirsa min a sereke ev e “Bi rastî ev çi hikmet e ku pergala xwendina me nahêle zarok û mamosteyên me çêjê ji bêhnvedanên xwe wergirin?” Ma kesên perwerdeyî yên di wan saziyan de nizanin, dema ku rasterast ezmûn li pişt bêhnvedanan tên destnîşankirin, dibe sedema çêbûna zextek pir zêde li ser xwendekaran û derfeta sûdwergirtina xwendekaran ji van bêhnvedanan heta radeyeke pir mezin kêm dibe? Ev çi salname ye ku têra qedandina bernameya xwendinê nake? Ma qey mamoste jî bi qasî xwendekaran ne hewcedarî bêhnvedanê ne? Kî westîn û şewitandina derûnî ku mamoste ji encama karkirin û dersgotina zêde tûşî dibin, qerebû dike?
Ji aliyê derûnî ve, zexta ku ji ber xwendinê çêdibe, dikare bandoreke neyînî ya berbiçav li ser tenduristiya derûnî ya zarokan pêk bîne. Lêkolîn nîşan didin ku guşara dirêjdem, xasma di nav zarokan de, dikare beşdariyeke neyînî li ser şiyana bîranînê, baldarî û şiyana zarokan di çareserkirina pirsgirêkên xwe de bike.
Aliyekî din ê xerab ê danîna ezmûnan piştî bone û bêhnvedanan ew e: Bandorê li ser şiyana zarokan ji bo çêjwergirtina ji zarokatiya xwe dike.
Cejn û bone demek in ji bo çêkirina bîranînên xweş, xurtkirina têkiliyên malbatî û bêhnvedanê. Dema ku zarok neçar dimînin di dema bêhnvedanan de bixwînin û dîsa tenê ji ber ku pola 12an in, di bêhnvedanên xwe de jî ji bo dersên zêde biçin dibistanê vê derfeta bi nirx ji dest didin.
Her wiha peyamekê jî dide zarokan ku nimreyên dibistana wan beriya bextewerî û xweşguzeraniya wan e, di demekê de ku xwendin dikare carinan beşek ji xweşguzeraniyê be, ne ku xweşguzeranî bi xwe yan hemû xweşguzeranî be.
Divê bêhnvedan ji bo ger û dilxweşiyê derfet bin, eger her ew jî nebe, divê derfetek bin ji bo dûrketina ji rûtîna rojane ya dibistanê, ne ku amadekarî ji bo ezmûnan û qedandina bernameya xwendinê.
Ji bilî van hemûyan jî gelek caran ev şêwaz dibe sedem ku dê û bav zorê li zarokên xwe bikin da ku amadehiyeke zêde ji bo ezmûnên xwe bikin. Ev jî dikare bibe sedem ku têkiliyeke netendurist di navbera dê û bavan û zarokên wan de çêbibe. Di encamê de ev têkilî li şûna ku bibe sedema çêkirina jîngeheke piştgirî û alîkariyê ji bo zarokan, dikare nakokî û di hin caran de tundûtîjiyê jî çêbike.
Ji bo ku xwendin, dibistan û ezmûn nebin kabûs ji bo xwendekaran, çareseriya herî sade ew e ku rasterast piştî bêhnvedanan (çi bêhnvedanên dirêj bin an bêhnvedanên dawiya hefteyê bin) ti ezmûn neyên danîn.
Lê bi şêweyekî pilebendî bi hêdî piştî zêdetirî hefteyekê ji vegera li dibistanê, dest bi ezmûnan bê kirin. Ev jî demeke baş dide xwendekaran da ku vegerin rûtîna jiyana xwe ya dibistanê. Her wiha girîng e ku mamoste jî di rojên dawiya hefteyê de erkeke malê ya bi qebareyeke zêde nedin xwendekaran da ku xwendekar bikaribin xweşiyê ji dawiya hefteyên xwe wergirin.
Pêwîst e kesên şehreza di nav Wezareta Perwerdeyê de careke din li bername û salnameya xwendinê binêrin, bi şêweyekî ku hevdem bi salnameya xwendinê re mamoste karibin bernameya xwe biqedînin, ne ku ji bo dersên zêde xwendekaran neçar bikin ku dîsa bên dibistanê.
Dema ku em vê guherîna sade bikin, em di heman demê de li girîngiya bêhnvedanê û dembuhurandinê ji bo zarokan mikur tên û di heman demê de jî standardên perwerdeyî yên bilind diparêzin.
Her wiha girîng e ku dibistan dê û bavan han bidin ku destûrê bidin zarokên xwe ku çêjê ji demên vala yên xwe wergirin, tekeziyê li ser nirxê bêhnvedan û lîstikê di perwerdekirina zarokên xwe de bikin.
Hêvîdar im dibistan û malbat li Kurdistanê karibin bi hev re kar bikin ji bo çêkirina rêbazeke hevsengtir, rêbazek ku tê de xweşguzeranî û geşbûna zarokan beriya xwendina wan a akademîk be. Xwendin û nimreyên bilind bi zarokatiyeke tendurist re ne wekhev in lê tenê nimre ne di ezmûneke diyarkirî de, ne ku di jiyanê de.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse