Hêza siyaseta nerm a Nêçîrvan Barzanî

06-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Cewad Qadir

Di çend salên borî de, Serok Nêçîrvan Barzanî di gotar û pratîkê de hewl da ku deriyê Herêma Kurdistanê û tevgera wê ya siyasî û civakî li ber cîhana azad veke. Ew parêzvanekî serhişk ê azadiya derbirînê, azadiya siyasî û medyayê, azadiya olî û civakî, mafê hemwelatîbûnê, mafê mirovan û mafê jinê bû û bê guman ev hewldanên wî di çavê Rojava de ne veşartî bûn.

Bi gotineke din, di vê cemserbendiya tund a niha ya peywendiyên navdewletî de û di heyamekê da ku wisa dixuye dinya ji nû ve li ser du kampên "vegera li pêstûriyê" û "vegera li azadîxwaziyê" parve bûye, Serok Nêçîrvan Barzanî bi wêrekî û eşkereyî pêngav ber bi civaka vekirî avêt û naxuye dê paş de vegere û lewra jî bû cihê baweriya serkirdên giran ên Rojava û cîhana serbest.

Pêşwaziya germ a çend rojên derbasbûyî li Munchenê li Serok Nêçîrvan Barzanî, berdewamiya wê giringiya mezin e ku cîhana azad di çend salên borî de bi zelalî dide nêrîna mirovperwer a Serokê Herêma Kurdistanê.

Di eynî demê de, piştî azadkirina Iraqê di sala sala 2003yan de, gotara yekgirtî ya Rojava (NATO, Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Brîtanya) li ser mijara asayîş û aramiya Rojhilata Navîn, di tu qonaxeke din de wek vêga ne hevrengê nêrîna Herêma Kurdistanê bû. Ev hevrengiya ku bi rastî piştgiriyeke eşkere li nêrîn û kiryarên siyasî yên Serokê Herêma Kurdistanê ye, di konferansa Munchenê ya îsal de pir zelaltir derket holê.

Bi taybetî di sê hevdîtinên li gel berpirsên bilind ên Amerîkayê û berê jî bi Serok û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Komîsyona Ewropayê re, hevgirtina siyaseta derve ya Rojava bi tedbîrên siyasî û ewlekarî yên Serokê Herêma Kurdistanê re eşkeretir derket holê.

Di her du hevdîtinan de, nûnerên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê piştrast kirin ku pêşhatên ewlekarî û siyasî yên deverê wiha dixwazin ku hevkarî û hevbeşiya di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de ne tenê bidome, lê her wiha were xurttirkirin, firehtirkirin û stabîltirkirin.
Ev helwesteke girîng a Rojava ye û beşek ji stratejiya Yekîtiya Ewropayê ya misogerkirina ewlehî û aramiyê li Ewropayê ye ku dê encamên rasterast li ser dabînkirina ewlehî û aramiyê li Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Di çend salên borî de, Serok Nêçîrvan Barzanî siyaseta derve ya Herêma Kurdistanê li ser du stûnên sereke pêş xist: Yekem: Herêma Kurdistanê wek beşekê ji Iraqa federal nabe qada çareserkirina nakokiya hêzên cîhanî û navçeyî. Bi gotineke zelaltir, ewlehiya welatên cînar ewlehiya Herêma Kurdistan û Iraqê ye û veger ji vê nayê kirin.

Duyem: Herêma Kurdistanê wek pêkhateyeke destûrî û xwedî serwerî di hundirê dewleta Iraqê de, xwe mafdar dibîne ku hevpeymaniyê bi her hêzekê re çêbike ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê tê de bên dîtin, çi bi hêzên deverê re be yan bi hêzên cîhanî re be.

Di wê polarîzasyona tûj û bilez de ku çarçoveya têkiliyên navdewletî yên serdema me diyar kiriye, rêya herî misoger ji bo Herêma Kurdistana Iraqê, girewkirin e li ser danûstandinên bi aliyên ku herî zêde berjewendiyên wan ên hevbeş bi me re hene. Ev danûstandin dikarin li ser asta navxweyî bin an li ser asta Iraqê; li ser asta navçeyê bin an di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de bin.

Ev di bingeha xwe de nêrîn û tedbîra Serok Nêçîrvan Barzanî ye ji bo derketina ji kirîzan û dîtina çareseriyan di serdemekê de ku têkiliyên navdewletî bi awayekî berbiçav hatine guhartin û dê bandoreke mezin jî li ser aramiya siyasî li ser asta navxweyî pêk bîne. Ev guhartinên berfireh nemaze di şerê Ukraynayê û encamên wê de baştir derketin holê û çarçove û sînorên vê polarbûnê zelaltir nîşan dan.

Di vê çarçoveyê de Serokê Herêma Kurdistanê hevpeymaniya bi Rojava re pêş xist û hevpariyeke serketî bi welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re ava kir. Di heman demê de, Serokê Herêma Kurdistanê ji wan dilgiraniyan haydar bû ku vê hevpeymaniyê ji welatên cînar re çêkir û herdem hewl daye wan fikaran ji holê rake.

Bi rastî, Serokê Herêma Kurdistanê hewl da welatên cînar bide bawerkirin ku hevpeymaniya Herêma Kurdistanê û Rojava ne bi tenê metirsiya terora olî wek Qaîde û DAIŞê kêm dike, lêbelê alîkariya aramiya siyasî û ewlekarî ya Iraqê jî dike ku dê di dawiyê de bibe sedema aramiyê li welatên cîran. Vê nêrînê heta radeyeke mezin berjewendiyên cîranên Iraqê jî ku ji ewlehiya sînorên welatên xwe bi fikar in garantî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje Iraq, Herêma Kurdistanê jî di nav de, nikare bêyî piştevaniya rasterast a civaka navdewletî (Rojava û hevpeymaniya wê ya cîhanî) aramiya xwe ya siyasî, ewlekarî û aborî misoger bike.

Ew dibêje li welatekî pirpêkhate, pirnetew û pirol mîna Iraqê, bêîstîqrarî pir zûtir û bibandortir dibe sedema hilweşîna dewletê û jihevketina welêt ji bo çend qewareyên siyasî yên piçûk.

Di rewşeke wiha de, egera pevçûna olî û neteweyî û şerê navxweyî, ne bi tenê ewlehiya Iraqê bi tevahî dixe metirsiyeke micid, lêbelê gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya welatên cîran jî dirust dike. Vê nêrîna realîst a Serokê Herêma Kurdistanê sedemeke rasteqîn ji bo mana welatên rojava li Herêma Kurdistanê çêkir ku berjewendiya ewlehiya welatên cîran jî jê peyda bû.

Di heman demê de, Serokê Herêma Kurdistanê siyaseta "bicihkirin û ne cudakirin"a kurdan li Iraq û dewletên cînar pêş xist ku bi awayekî rasterast alîkariya serweriya dewleta Iraqê û dewletên cîran dike.

Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî eşkere bangewaziya rêkeftineke siyasî ya nû li ser asta deverê nexasim li Iraqê kir ku berjewendiyên hevpar di navbera dewletên navçeyê û kurd û pêkhateyên din de li ser dosyaya ewlekariyê dirust dike.

Bi gotineke zelaltir, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje ku kurd amade ne serweriya dewleta Iraqê (û dewletên malxwê) biparêzin, lê bi şertê ku dewletên malxwê ne wek mêvan lê wek xwediyê malê li kurdan binêrin û kurd beşdarî birêvebirina dewletê bibin û di erdnîgariya xwe de xwedî serweriya destûrî ya tevahî bin.

Di rewşeke bi vî rengî de, kurd ne bi tenê wek gef li ser ewlehiya wan dewletan nayên temaşekirin, lêbelê wek parêzer û garantiya yekîtiya axa wan cihekê cuda werdigirin. Jixwe vê nêrînê jî wiha kir ku welatên cînar bi hembêzeke vekirî amade bin danûstaninan bi Serokê Herêma Kurdistanê re bikin.

Seqamgîrkirina Herêma Kurdistanê di vê rewşa neseqamgîr a Rojhilata Navîn de ku di rastiyê de ji dawiya salên 80yan û piştî hilweşandina Dîwarê Berlînê, aloziyeke sawdar wergirt, hewcedarî serkirdatiyeke micid û jîr e.

Herêma Kurdistanê ne dikare û ne jî dixwaze têkiliyeke wê ya neçê bi gel û dewletên cînar re hebe. Di heman demê de, Herêma Kurdistanê bi başî serwextî berjewendiyên demdirêj ên Rojava li vê navçeyê ye û pêwîstiya wê bi dîtina berjewendiyên hevpar ligel giringtirîn desthilata serdema me heye ku Amerîka ye.

Di heyama 20 salên derbasbûyî de, di qada siyasî ya navxweyî de, danûstandina bi yar û neyaran re mîrata siyaseta Nêçîrvan Barzanî ya herî berbiçav bû; danûstandin û newestîna ji danûstandina dubare. Di van salan de, Nêçîrvan Barzanî ji carekê û du caran zêdetir nîşan da ku şiyana wî ya danûstandinên berhemdar heye. Rewşa niha ya navçeyê û peywendiyên navdewletî jî pir hewcedarî bêhnfirehî û danûstandina berhemdar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst