Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya 29ê Çiriya Pêşîn a 2024an de gotibû “Kurd û Tirk bira ne” û di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotibû, “Komara Tirkiyeyê hem komara Tirkan, hem jî komara Kurdan e.”
Heger em hemû nêrînên xwe yên îdeolojîk û pêşhukmiyên xwe deynin aliyekî, em dê bibînin ku 101 salên Komara Tirkiyeyê bi zelalî nîşan daye ku rastiya meseleyê mixabin ne wekî ku Serokkommar Erdogan behs dike ye.
Ji bo Kurd û Tirk dewletekê, wekî dewleta xwe ya hevbeş qebûl bikin û bihesibînin, beriya her tiştî, divê mafê çarenivîsa miletê Kurd û gelê Kurdistanê hatibe qebûlkirin û dive şirîkatiyeke li ser esasê wekheviyê hebe.
Ango, dewleteke federe ku li ser esasê şirîkatiya miletê Kurd û miletê Tirk û li ser esasê şirîkatiya Kurdistan û Tirkiyeyê hatibe ava kirin, bêgûman dewleteke wiha dikare bibe dewleta hevbeş a Kurdan û Tirkan.
Divê navê dewletê ji aliyê her du aliyan ve bê qebûkirin
Jixwe, dewleteke weha hevbeş, divê bi navekî nû, navekî ku ji aliyê her du aliyan ve jî hatibe qebûlkirin û şirîkatiya Komara Tirkiyeyê û Komara Kurdistanê îfade bike bê pênasekirin.
Baş e, ma gelo di 101 salên Komara Tirkiyeyê de, ti carî sîstemeke wiha ku şirîkatiyeke federal a hevbeş an statuyeke milî, cografîk, siyasî ji bo gelê Kurdistanê qet pêk hatiye? Helbet e ku na!
Ez dixwazim ji rêzdar Erdoganî bipirsim:
Em bêjin ku niha em şirîkatiyeke federalî yan jî statuyeke milî, cografîk, siyasî deynin aliyekî. Wekî ku cenabê we aniye zimên, heger “Kurd û Tirk bira” bin û “Komara Tirkiyeyê, hem komara Tirkan, hem jî komara Kurdan” be, Tirk di her beşên jiyanê de xwediyê kîjan mafên kolektîv, kîjan dezgeh û maf û azadiyan bin, ma ne divê Kurd jî xwediyê eynî mafên kolektîf û dezgeh û maf û azadiyan bin? Ma destpêka hiqûqa biratiyê û wekheviyê ne ev e?
Baş e dixwazim careke din ji rêzdar Erdoganî bipirsim:
Di 101 salên Komara Tirkiyeyê de, hûn dikarin nimûneyekê nîşan bidin ku Kurd jî wekî Tirkan xwediyê eynî mafên kolektîv û dezgeh û maf û azadiyan bin?
Doza azadiyê berdewam dike
101 saliya Komara Tirkiyeyê, bi sedan kiryarên ku bi tunehesibandin û tunekirina Kurdan nîşan bidin ve dagirtiye.
Lê va ye li ber çavan e, di encama wan kiryaran de, ne miletê Kurd ji hole rabûye, ne jî doza wî ya azadiyê. Mafê çarenivîsa miletê Kurd mafekî meşrû ye, mafekî neteweyî û xwezayî ye. Ev maf, dikare bi dewleteke federe, konfedere yan serbixwe bê bicîhanîn.
Divê hinek gav bên avêtin
Ji bo rêya bicîhanîna mafê çarenivîsa miletê Kurd xweştir bibe, ji îro ve divê û dikare hinek gav bêne avêtin. Qebûlkirina nasnameya miletê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî, rakirina qedexeyên li ser nave Kurdistanê, qebûlkirina azadiya ramanî, rêxistinî, bawermendî û xweîfadekirinê di Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkiyeyê de bêne garantîkirin. Ev dikare bibe destpêk û bingeha pêvajoyeke çareseriyê.
Bila aliyên siyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên Kurdan wekî mixatab werin dîtin
Belê, ji bo çareseriyeke rasteqîn, wekî gava ewil, bêyî erê û nayê, Kurd jî bibin xwediyê wan hemû mafên ku ji bo Tirkan hene, di atmosfereke ku dengên hemû çekan hatine rawestandin de, bi awayekî şefaf, vekirî, bila dewleta Tirkiyeyê hemû aliyên siyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên Kurdan wekî mixatab qebûl bike, werin em bi hev re, ji bo çareseriyeke rasteqîn gavekê bavêjin.
Gelo kîjan ji wan neheqiyên 101 sal in ku li Kurdan têne kirin li Tirkan jî hatine kirin?
Heger bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêkan niyet hebe, bi rastî jî dê behsa biratiya Kurdan û Tirkan û wekheviya her du miletan bê kirin, ez bangî rêzdar Erdogan û bi milyonan kesên ku li Tirkiyeyê dijîn dikim ku bi awayekî objektîv, wîjdanî û însanî, bi empatî bersîva van pirsan bidin:
Wekî ku tê zanîn, rêzdar Erdogan, di dema ku serokwezîr bû, di axaftina xwe ya roja 23yê Çiriya Paşîn a 2011an de gotibû ku “Di belgeyeke ku di arşîva dewletê de heye ku roja 9ê Tebaxa 1939yan hatiye belav kirin, hatiye nivîsandin ku li Dêrsimê 13 hezar û 806 kes hatine kuştin. Heger li ser navê dewletê pêwîstî bi daxwaza lêborînekê hebe, ez dê vê lêborînê bixwazim.”
Gelo jin û zarokên Tirkan ji aliyê dewletê ve hatine kuştin?
Niha dixwazim bipirsim:
Di salên 1921, 1925, 1930-32, 1938an de, li Koçgirî, Amed, Çewlîg, Agirî, Geliyê Zîlan û Dêrsimê, li her bihusteke axa Kurdistanê, bi sedanhezar Kurd ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin. Gelo, ji bo xwe ji qetlîamên Komara Tirkiyeyê biparêzên, zarok, jin û pîrên gelê Tirk ti carî xwe li şikevtan veşartine û gelo di van şikeftan de, Komara Tirkiyeyê, qet zarok, jin û pîrên gelê Tirk kuştine, fetisandine, jahrî kirine, şewitandine?
Gelo geliyên Nevşehîrê bi destê dewletê bi xwîna zarok, jin û pîrên Tirk bûne gola xwînê?
Li Geliyê Zîlanê bi hezaran zarok, jin û pîrên Kurdan hatin qetilkirin û Geliyê Zîlanê bûbû gola xwînê. Gelo, bi qetlîamên Komara Tirkiyeyê ve, Geliyên Artvîn, Mugla, Nevşehîr, Afyon, Kutahyayê bi xwîna zarok, jin û pîrên gelê Tirk ti carî bûne gola xwînê?
Ew Komara Tirkiyeyê ya ku li Koçgirî, Amed, Çewlîg, Agirî, Zîlan û Dêrsimê, bi êzîngan zarok, jin û pîrên Kurdan kuştine, gelo li Edîrne, Qeyserî û Manîsayê, ji bo ku guleyên leşkeran zêde neyên serfkirin, ji bo destikê darî yên tivingên wan neşkên û xera nebin, ti zarok, jin û pîrên gelê Tirk bi lêdana êzingan kuştiye?
Gelo dewletê heta niha çend gundên Rîze, Trabzon û Boluyê şewitandine?
Komara Tirkiyeyê, heta niha bi hezaran gundên Kurdan xera kirine û şewitandine. Gelo, Komara Tirkiyeyê di 101 salên xwe de, çend gundên bajarên Rîze, Trabzon, Gîresûn, Boluyê yên Tirkan xera kirine û şewitandine?
Çend Tirk ji ber axaftina bi Tirkî hatine cezakirin?
Di sala 1930î de, gava ku pezek bi 25 qurişî dihate firotin, Komara Tirkiyeyê ji ber axaftina her gotineke bi Kurdî 5 quriş cezaya pereyî dida Kurdan. Gelo, Komara Tirkiyeyê heta niha ji ber axaftina her gotineke bi Tirkî ti cezaya pereyî daye Tirkekî?
Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, di hefsa "5 Nolû ya Amedê" de, li dîwarên hefsê ev nivîs hatibû nivîsandin “Bi Tirkî biaxive, zêdetir biaxive”.
Her weha Komara Tirkiyeyê nedihişt ku dayîk bi zarokên xwe yên ku di hefsê de ne bi Kurdî biaxivin.
Gelo, Komara Tirkiyeyê, di ti hevsan de, li ser dîwaran nivîsa “Bi Kurdî biaxive, zêdetir biaxive” nivîsiye. Gelo li ti hevsan qedexe daniye ser dayîkan ku bi zarokên xwe yên di hefsê de ne bi Tirkî biaxivin?
Li çend dibistan û zanîngehên Tirkiyeyê perwerde bi Kurdî ye?
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, 209 zanîngeh, 18 hezar û 866 kreş (kinder, garden, rewze), 25 hezar û 245 dibistanên seretayî, 18 hezar û 850 dibistanên navendî, 12 hezar û 506 lîse hene û ev dibistan gişt jî bi Tirkî perwerdeyê dikin. Gelo, li Komara Tirkiyeyê, kreş, dibistanên seretayî û navendî, lîse û zanîngehan bi Kurdî û Tirkî perwerdeyê dikin hene?
Li dibistanên Komara Tirkiyeyê 1 milyon û 168 hezar û 866 mamosteyên ku bi Tirkî perwerdeyê didin hene. Gelo, li temama dibistanên heyî de çend mamosteyên ku bi Kurdî perwerdeyê didin hene?
Li dibistanên Komara Tirkiyeyê 18 milyon û 710 hezar û 165 xwendekar hene. Gelo, li temama dibistanên heyî çend şagirtên ku bi Kurdî perwerdeyê dibînin hene?
Li gorî agahdariyên fermî, Wezareta Perwerdeyê ya Komara Tirkiyeyê ji bo perwerdeya dema 2024-2025ê, nêzîkî 178 milyon pirtûkên bi zimanê Tirkî, bê pere li şagirtan li dibistanan belav kirine. Gelo Wezareta Perwerdeyê ya Komara Tirkiyeyê, di van 101 salên xwe de, bi zimanê Kurdî çend pirtûk jli şagirtan li dibistanan belav kirine?
Dewletê çend şanoyên Kurdî li dar xistine?
Dezgeha Tiyatroyê ya Dewleta Komara Tirkiyeyê, diyar kiriye ku di sala 2024ê de dê 622 lehîstikên muzîkalê û yên tiyatroyê li dar bixe. Gelo, Dezgeha Tiyatroyê ya Dewleta Komara Tirkiyeyê, di 101 salên xwe de, çend lehîstikên tiyatroyê yên bi Kurdî li dar xistine?
Di mehkemeyên Komara Tirkiyeyê de, bi hezaran dadwer û dozger bi Tirkî dozan bi rê ve dibin. Gelo di mehkemeyên Komara Tirkiyeyê de çend dadwer û dozgerên ku bi Kurdî û Tirkî dozan bi rê ve dibin hene?
Li gorî agahdariya fermî ya ku Serokatiya Kar û Barên Olî ya Komara Tirkiyeyê ragehandiye, li 89 hezar û 817 mizgeftan, melayên ku bi Tirkî weazan didin wazîfedar in. Gelo di çend mizgeftan de melayên ku bi Kurdî weazan didin hene?
Di 101 salên Komara Tirkiyeyê de, wekî fermi, navê hemû bajar, navçe, bajarok, gund û herêman her bir Tirkî hatine danîn. Gelo, Komara Tirkiyeyê navên Kurdî yên ti bajar, navçe, bajarok, gund û herêman wekî fermi qebûl kirine?
Çend kes ji ber ku wan gotiye ez Tirk im hatine girtin?
Li Komara Tirkiyeyê, bi sedan Kurd, ji ber ku gotiye “Navê welatê me Kurdistan e, ez Kurdistanî me”, cezayên hefsê xwarine. Gelo heta niha yekî Tirk, ji ber ku gotibe “Navê welatê me Tirkiye ye, ez Tirkiyeyî me”, ti cezayên hefsê xwariye?
Komara Tirkiyeyê, di derbarê 4 partiyên ku bi nave “Kurdistanê” hatine damezirandin û di bernameya wan de mafê çarenivîsa miletê Kurd heye, bi sûcdariya “Nav û bernameya wan li dijî Qanûna Bingeghîn û Qanûna Partiyan ya Komara Tirkiyeyê û dixwazin Tirkiyeyê perçe bikin” doza girtinê hatiye vekirin.
Gelo, heta niha, di derbarê ti partiyan de, ji ber ku bi navê “Tirkiyeyê” hatine damezrandin û di bernameya wan de mafê çarenûsiya miletê Tirk heye, doza girtinê hatiye vekirin?
Niha li Parlamentoya Tirkiyeyê, gava ku parlamenterek bi Kurdî diaxive, axaftinên wî/wê, di qeydên fermî yên parlamentoyê de wiha tên nivîsandin: “Filan parlamenter bi zimanekî nenas axivî.”
Li parlamentoyê axaftina bi Tirkî tê qutkirin?
Gelo, li Parlamentoya Tirkiyeyê, axaftina bi Tirkî ya parlamenterekî jî bi vî şiklî dikeve qeydên fermî yên Parlamentoya Tirkiyeyê: “Filan parlamenter bi zimanekî nenas axivî”?
Qebûlkirina zilm û neheqiyên ku li Kurdan hatine kirin û mixetabgirtina hemû aliyên Kurdan dê nîşaneya niyeta diyalog û çareseriyeke rasteqîn bin.
Belê, rêzdar Erdogan, ev pirsên ku li jorê me anîne zimên û gelek pirsên wekî wan, di eslê xwe de, diyar dikin ku di 101 salên Komara Tirkiyeyê de miameleya biratiyê li Kurdan nehatiye kirin.
Her wiha ev pirs bi zelalî diyar dikin ku Komara Tirkiyeyê di 101 salên xwe de, ti carî nebûye komara Kurdan.
Ji ber vê rastiyê, bi taybetî di demeke ku behsa “pêvajoyeke nû” tê kirin de, em bangî rêzdar Erdogan, bangî hemû alî û kesayetên pêwendîdar yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin da ku em bi hev re atmosferekê bihûnin ku hemû şer û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirkiyeyê û çalakiyên çekdarî yên PKKyê rawestiyabin.
Werin, di rewşeke ku şer rawestiyabe de, ji bo ku zilm û neheqiyên 101 sal in ku li Kurdan hatine kirin bêne dîtin û bêne qebûlkirin, ji bo pirsgirêk bi rê, rêbaz û amûrên siyasî, sivîl, demokratîk, aştiyane, bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin, em gavan biavêjin.
Bila dewleta Tirkiyeyê hemû aliyên siyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên Kurdan mixetab bigire û em rêya diyalog û çareseriyeke siyasî, aştiyane vekin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse