DEM Partiyê bi boneya avakirina Komara Tirkiyeyê peyamek belav kir

Duh li 05:20
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Komara Tirkiyeyê Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê bi boneya salvegera avakirina Komara Tirkiyeyê peyamek belav kir û ragihand ku armanca wan avakirina "komareke demokratîk e".

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di salvegera 101emîn a avakirina Komara Tirkiyeyê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir.

DEM Partiyê di peyama xwe de tekezî li ser “komareke demokratîk û destûreke demokratîk” kir û anî ziman:

“Em di salvegera 101emîn a Komarê de ne. Komara ku bi rastî, xeletî û kêmasiyên xwe ve 100 sal li pey xwe hiştine, îro jî li bendê ye ku bigihe armanca komareke demokratîk a li gorî civaka piralî û aştiya xwe ya civakî pêk aniye. 

Em careke din armanca xwe ya demokratîkkirina Komarê ya li ser bingeha Destûra Bingehîn a Demokratîk, welatiyên azad û wekhev, civaka demokratîk û dewleta hiqûqê bi gelên Tirkiyeyê re parve dikin.

Avakirina komareke demokratîk û bipêşxistina wê armanca me ye."

Komara Tirkiyeyê 29ê Çiriya Pêşîna 1923yan hat ragihandin.

Ji ber wê 29ê Çiriya Pêşînê salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê ye û her sal ew roj li Tirkiyeyê wekî "Cejna Komarê" bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst