Qonaxa piştî Nasralah û hevsengiya hêzê di navbera Îsraîl û Eniya Berxwedanê de

3 demjimêr berê
Ziryan Rojhilatî
Nîşan Hesen Nasralah Îsraîl Hizbulah Îran Amerîka
A+ A-

Min li Pekînê li berpirsekî Partiya Komunîst a Çînê guhdarî dikir ku bi kûrî dabû nav û dabaşa geşbûna welatê xwe dikir û tecrubeya Yekîtiya Sovyetê û welatên Rojavayê rexne dikir. Kurteya gotinên wî ew bû ku ew ne Sovyet in ne jî Rojava tiştekî cuda ne û modela geşbûna wan ne li ser hîmê şer û zordariyê lê li ser bingeha aştî û hevkariyê ava bûye!

Gelek pirsên min li ser gotinên wî hebûn lê ez li ser wekheviya vê peyama Çînî û dirûşma Îranî ya "ne şerqî ne xerbî" dihizirîm gava ji nişka ve manşeta nûçeya kuştina Hesen Nasralah li ser ekrana telefona min a destan bala min kişand. Ev nûçeyek bû ku min nikarîbû nexwînim, tewra tevî ku ez zêdeyî 7 hezar kîlometreyan jî dûrî Beyrûtê bûm!

Îsraîlê "Eniya Berxwedan"ê matmayî hişt

Ez ne şaş bim sala 2020î bû gava Nasralah daxwaza têkiliyeke xurt û hêgin bi Çînê re kiribû. Di rastiyê de, ev demek e Pekîn jî dixwaze têkiliyeke bihêz ligel aliyên desthilatdar ên Şiî li Îran, Îraq û Libnanê çêbike. Loma bi îhtîmaleke mezin ev nûçe ji bo cihekî wekî Wezareta Karên Derve ya Çînê jî mijareke girîng e, xasma wer dixuye ku Çînî dixwazin şax û paxên xwe li Rojhilata Navîn vedin û bêtir cihê xwe lê xweş bikin.

Berê jî tenê hefteyekê piştî hewldanên wan ji bo yekkirina 14 aliyên Filistînî, Îsmaîl Heniye jî li Tehranê hatibû kuştin. Dibe ku vê bûyera Nasralah jî careke din nîşan dabe ku di meydana Rojhilata Navîn de gelek bilindbûn û nizimbûn hene.

Ger ez li vir xalekê li ser mijara Çînê deynim û ji bo paşê bihêlim, ez dikarim bibêjim ku kuştina Nasralah di endezyariya ewlehiyê ya herêmê de xaleke werçerixînê ye ku dikare wiha were şîrovekirin:

Nêzîkî salekê piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn de Îsraîl û cîhan matmayî hiştin û "Eniya Berxwedanê" ya Îranê jî bi êrişên xwe yên dron û mûşekan di nîvê yekem ê îsal de serdestiyeke psîkolojîk bi dest xistibû, bi kuştina Hesen Nasralah, Îsraîlê jî Eniya Berxwedanê matmayî hişt. Ji bilî ku şiyana xwe ya îstixbaratî nîşan da, şiyana bikaranîna bi dehan ton bombeyên çeperşikên jî bi balafirên F15 nîşan da ku dikare çîmento, berbendên çeper û tunelên asê jî xeraxopan bike.

Nasralah yek ji serkirdeyên herî parastî yên Eniya Berxwedanê bû, tewra dibe ku ji ber vê sedemê be ku beşdarî merasîma destbikarbûna Pizîşkiyan a li Tehranê nebû. Vê dawiyê jî hevdîtineke xwe bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re betal kiribû ku dibe ku ew jî ji ber heman sedemên ewlehiyê be.

Biden neçar e piştgiriyê bide Îsraîlê

Ger tewra Hesen Nasralah berê amûrên pagerê bi kar anîbin ku vê dawiyê Îsraîlê hejmareke wan a mezin di destê endamên Hizbulahê de teqandibûn, tê payîn ku piştî wê bûyerê dev ji telefona xwe ya destan û pagera xwe jî berdabe, loma hingavtina wî pêvajoyeke îstixbaratê ya aloz hewce dike ku tê de rola sîxur faktoreke sereke bû.

Ji hêla siyasî ve, Netanyahu tewra Wezîrê Parastinê Yoav Gallant jî têkildarî vî şerê Hizbulahê hevnêrînî xwe kiriye ku di danûstandinên Hemasê de carinan li dijî hev derdiketin.

Wer dixuye piştrast e jî ku ew çi jî bike, Biden neçar e piştgiriyê bidiyê, lewra dixwaze derfeta hilbijartina Amerîkayê bi kar bîne da ku xeleka Eniya berxwedanê li dora xwe bişikîne.

Netanyahu di danûstandinên agirbestê yên bi Hemasê re, bi gotina Amerîkayê nekir, heta kar gihand astekê ku tevî hemû nerazîbûnên cîhanê, bi rêjeyeke mezin şiyana Hemasê wekî hêzeke hikûmî têk neda.

Rast e her çend dijwar e ku Hemas bi tevahî were tunekirin lê bi giranî şiyanên wê yên leşkerî û şiyana wê ya birêvebirina Xezeyê lawaz kiriye.

Ji xeynî Hemasê, Hizbulah wekî hêza herî mezin a nedewletî ku girantirîn cureyên çekan li ber destê wê hene û wer tê texmînkirin ku bi hezaran cureyên dron û mûşekên wê yên cihêreng jî hebin, her tim metirsiyek e ku nikare were piştguhkirin. Loma ji şerê 2006an û vir ve ku Îsraîlê nikarîbû zora Hizbulahê bibe, her tim li derfeteke wekî îro digeriya.

Piştî êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn, Hizbulahê zêdetirî 1200 carî êrişî Îsraîlê kir û di encamê vê yekê de jî nêzîkî 70 hezar kesî ji deverên sînorî yên Îsraîlê koçber bûn.

Artêşa wî welatî jî di daxuyaniya kuştina Nasralah de got “Em dixwazin koçberên me vegerin.” Loma heke armanca wan ev be, ger bi danûstandinê Hizbulahê razî nekin ku hêzên xwe ji bo bakurê Çemê Lîtaniyê vekişîne, dibe ku heya asta êrişa bejahî jî here. Hizbulah ji başûrê Çemê Lîtaniyê dikare bi mûşekên kurtavêj û katyuşayên ku dikare li ser bi hezaran pîkaban biteqîne, arîşeyên mezin û demdirêj ên ewlehiyê ji bo Îsraîlê çêbike.

Mîna carên berê, pirsa herî girîng ev e: Gelo Îran û komên "berxwedanê" dê çi bikin?

Bi îhtîmaleke mezin, di demeke kurt de, Hizbulah ji ber veqetîna ristika fermandariya wê ya stratejîk û fermandariya wê ya taktîkî ji hev, zehmet e karibe bersiveke mezin bide Îsraîlê. Bê guman ew hîn jî dikare li vir û wir êriş bike lê bêyî fermandarî, serokatî û xeteke ewle ya têkilî û lojîstîkê, nikare karên mezin bike.

Tenê îsal zêdetirî 27 fermandarên girîng ên Hizbulahê û du fermandarên payebilind ên Artêşa Pasdaran hatin kuştin ku rola wan di hevahengiya komên berxwedanê de hebû. Bi teqandina Pageran jî arîşeyeke mezin a têkiliyê ji Hizbulahê re çêbû, qet nebe heta dema ku alternatîvekê bibîne.

Li gorî daneyên ACLEDê, di heyama nêzî saleke borî de, Îsraîl û Hizbulahê nêzî 7500 caran êrişî hev kir ku zêdetirî ji sedî 80yê wan ji hêla Îsraîlê ve bûn û gelekan ji wan jî rêyên çûnûhatinê, xetên lojîstîk û cihên avêtina mûşekan kirine armanc. Loma ji ber qutbûna zincîra serkirdayetiyê û arîşeyên lojîstîk û têkiliyê, estem e ku Hizbulah karibe di demeke kurt de heyfeke pir mezin ji Îsraîlê hilîne.

Helbet ne şert e ku ev heta dawî wiha be, ji ber ku ji bo rêxistineke wekî Hizbulahê, demeke dirêj naçe ji bo ku bikare dewsgirekî ji Nasralah re destnîşan bike û xwe di warê leşkerî de ji nû ve birêxistin bike.

Hemasê di heyama sala borî de beşeke mezin a şiyana xwe ya leşkerî ji dest daye û bi îhtîmaleke mezin ji pêkanîna hilavêtineke nû bêtir xema parastina tiştê mayî dixwe. Hûsiyên Yemenê bêtir bi rêya dron û mûşekên dûravêj dikarin arîşeyan ji Îsraîlê re çêbikin.

Lê ev jî dê zêde dom neke çimkî dron û mûşekên dûravêj girantir in û estem e jî ku hemû ji sîstema parastinê ya piralî ya Îsraîl û hevalbendên wê derbas bibin. Her çi qasî heta niha çend hebên wan û komên Berxwedana Îslamî ya Îraqê gihîştine nav axa Îsraîlê.

Îran şerekî seranserî bi Îsraîlê re naxwaze

Di vê navberê de, komên çekdar ên Îraqê, ji bilî dron û mûşekan jî dikarin xwe bigihînin sînorên Îsraîlê: Li ser xeta navbera Enbar û Mûsilê heta Dêrezorê û ji wir jî heta sînorê Bilindahiyên Golanê.

Berê hinek fermandarên Berxwedana Îslamî gotibû ku bi hezaran çekdarên wan li Urdinê amade ne ku dikarin xwe bigihînin Îsraîlê lê hîn jî ne diyar e ka ev tenê beşek ji propagandaya şer e yan jî bi rastî xwedî wê şiyanê ne.

Di vê demê de dayîna rola sereke ji Berxwedana Îslamî re dibe ku rastî astengiyên siyasî were, ji ber ku ev yek dikare Îraqê tûşî derdeseriyeke mezin bike. Dibe ku hikûmet û gelek siyasetkar, tewra hin serkirdeyên kevneşop ên Şiî jî nexwazin welat tev li şer bikin. Ev ji bilî ku tevgera wan koman jî nikare li derveyî stratejiya giştî ya Îranê be ku xuya ye di vê demê de şerekî seranserî bi Îsraîlê re naxwaze.

Ji bo Îranê rewşeke dijwar û tevlihev e. Ger heyfê hilîne, dibe ku rê li ber şerekî herêmî veke ku wer dixuye tiştê herî dawî ye ku Îran vêga dixwaze ew e.

Ger heyfê nehilîne jî hingê bandora wê li ser komên herêmê dikeve metirsiyê xasma ku hîn "heyfa Heniye" jî nehilandiye.

Çawa dibe bila bibe, piştî êrişa 7ê Çiriya Pêşîn, derba Îsraîlê li cih e û hevsengiya leşkerî-ewlehî li berjewendiya xwe veguherandiye. Niha gog li meydana Îranê ye ka herêm dê ber bi şerekî ve biçe yan dê bi karvedaneke sembolîk û sînordar xwe ji şer vede.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst