Demjimêr 19 û 32 xulekên êvara 25ê Berfanbara 1991ê bû. Ji bo cara dawî, ala sor a Yekîtiya Sovyetê, tevî çakûç û dasê, li Meydana Sor a Moskowê hate daxistin. Çi hûrdemeke mezin a dîrokê bû! Di eynî demê de, serokê herî dawî yê Yekîtiya Sovyetê Mihail Gorbaçov gotara dawî ya xatirxwestinê di 12 xulekan de pêşkêş kir û bi dest ji kar kişandina wî re, Yekîtiya Sovyetê jî serobin bû û hilweşiya.
Di wan 12 xulekan de, Gorbaçov bi kurtî qal û behsa wan hemî sedem û hokaran kir ku ev împeratoriya pirî mezin gihandin rewşa ketin û hilweşînê. Wê êvarê, çavê hemî dinyayê li ser Moskowê bû û piştî gotara wî, tomeriya lîder û serkirdên dinyaya azad pir bi germî pîrozbahiya eşkerebûn û dilêriya Gorbaçov kirin û ew nola qehremanekî mezin ê dîrokê pênase kirin.
Rûsyaya piştî Yekîtiya Sovyetê
Wê êvara ku tomeriya paytextên welatên Rojava bi hilkefta hilweşîna Yekîtiya Sovyetê aheng lidar dixistin, Moskow mîna xemgîntirîn bajarê dinyayê derket û ti cûre derbirîneke bextewariyê lê nedihat dîtin, mîna ku Rûs ne tûşî şokê û ne jî bextewariyê bûbin. Bi rastî, tişta ku di 25ê Berfanbara 1991ê de qewimî, encama proseyekê bû ku berî çend salan dest pê kiribû.
Ji hilweşîna Dîwarê Berlînê heya digihe îmzekirina Peymana Varşovayê, rêzek bûyerên girîng û bilind şert û mercên babetî amade kirin ku Rûs bi lez fêm bikin ku roja Yekîtiya Sovyetê li ber avabûna neçarî ye û êdî dem hatiye ku Moskow, li şûna gera li sekreterekî nû ji Partiya Komunist re, li qeyserekî nû ji bo cîhaneka nû ku di çêbûnê de ye, bigere. Di nav wan şert û mercên babetî de, Artêşa Sor tê neçarkirin ku yeko yeko terka wan welatên Ewropî bide ku ew kiribûn beşek ji Yekîtiya Sovyetê.
Bi vî rengî, nîv milyon leşkerên Artêşa Sor têne neçarkirin ku di demeka herî zû de ji Çekoslovakya, Meceristan û Polonyayê derkevin û vê jî wiha kir ku destpêkên hilweşîna yekîtiya wan 15 komarên ku Sovyetistan ji wan hatibû pêkanîn dest pê bike û pêngava ewil jî Letwanya davêje û serxwebûna xwe radigihîne. Dîsa di nav wan şert û mercên babetî de krîzeke kujer heye ku Rûsyayê li xwe digire: Rêjeya berhemanînê bi radeyeke dramatîk dadikeve, enflasyona aborî digihe lûtkeyê, giranî dibe diyarde, nirxê tiştan sînorên bilindbûnê derbas dike û karîna desthilatê ya dana meaşan di dema wan de namîne, gelek balafirgeh jî têne girtin. Bêyî ku projeya Perestroyka ya Gorbaçov bikare ti bandoreka berbiçav li ser reformkirina wan bike.
Di rewşeke wiha kambax de ye ku Vladimir Putin wek qehremanê rizgarkirina Rûsya ji krîzan û bihêzkirina Moskow û vegerandina rûmetê li statûya wê ya cîhanî, xwe bi welatên sîstema enternasyonal bi giştî û Rûsan bi taybetî dide nasîn.
Qeyser û vegera desthilata destwerdanê
Di 25ê Berfanbara 2021ê de, ango piştî sî salan, êdî heman pirsgirêkên qeyserê nû yê Moskowê nîn in. Êdî bi heman kêşe, cîhanbînî, xewn, berjewendî û girewa dinyayeke utopîk a komunist re tevnagere. Putin ku 21 sal e di desthilatê de ye, pêşî bi jinavbirina hemî rikberên xwe yên navxweyî dest pê kir û opozisyona welatê xwe di lawaztirîn rewş de kurt kir. Êdî Vladimir ew qeyserê (tekane) ye ku qet nabe (şirîkekî) wî hebe! Her kesekî bêhna metirsiyê jê were, rasterast wek sîxurê biyaniyan tê tawanbarkirin û di zindanên Putin ên reş û tarî de cih digire.
Bê şirîk û hevrik, destên qeyserê nû vekirî ne û ti kelemekê di rêya xwe de nabîne ji bo bicihanîna stratejiya bihêzkirina Rûsya û hilanîna heyfê ji hemî dewletên ku bi baweriya wî di pîskirin û kêmkirina Rûsyayê de beşdar bûn. Lewra serdema Vladimir Putin dibe serdema vegera stratejiya destwerdana Moskowê di kar û barên dinyayê de û pêşî jî bi cenga Gurcistanê di sala 2008an de dest pê kir û dû re di 2014an de gihişte Ukraynayê.
Rast e, aboriya Rûsya ne di şert û mercên bihêz, aram, serbixwe û serweriyeke tomerî de ye. Çend gefên bingehîn li ser aboriya Rûsyayê hene. Lê ev pêşî lê nagire ku Vladimir Putin wek cendirmeyekî nû yê pergala cîhanî tevbigere û Amerîka û YE neçar bike ku stûyê xwe li ber doz, xwestek û berjewedniyên wî xwar bikin; çi li Balqan, Ewropaya Rojhilat û Rojhilata Navîn. Wexta ku di sala 2014an de, hêzên taybet ên Rûsyayê êrişî Krîmyayê (Nîvgiravek li başûrê Ukrayna) dikin û heya niha jî wê dagir dikin, ne Amerîka û ne Ewropa nikarin Putin neçarî vekişînê bikin.
Wek derçûyê perwerdeyeke dûrdirêj li dezgeha sîxuriyê, Vladimir Putin hişyar e ku di dawî de beşeka zêde ya hevrikiyên dîplomatîk ên cîhanê ne li baregeha Neteweyên Yekbûyî (NY), lê belê bi darê zorê têne yekalîkirin. Putin bi vê mantiqa fikirînê, zêdebarî krîzên aborî yên Rûsyayê, budceya artêşê bi rêjeya ji %175 bilind kir û salane tibaba 61.7 milyar dolaran jê re veqetand.
Bi rêya destwerdanên xwe yên berdewam li Gurcistan, Ukrayna, Sûriyê, Lîbya, Belarûs….Vladimir Purtin dixwaze ji welatên pergala enternasyonal re bibêje ku êdî pişguhxistina Rûsya ne tenî cihê redkirinê ye, lê bi ser de jî arîşeyên mezin çêdike û çênabe hûn bikarin bêyî Moskowê bi krîzên mezin re tevbigerin û çareseriyan ji wan re bibînin.
Çongên Qeyser li ser sînga Ukraynayê
Bêhtirî mehekê ye bi dehan hezar leşkerên Rûs li ser sînorên Ukraynayê manorên leşkerî dikin. Yekîtiya Ewropa (YE) û Amerîka jî pir bi cidî bi gefa dagirkirina Ukraynayê re tevdigerin. Serokkomarê Fransa Emanuel Macron û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Joe Biden rasterast hatin ser hêlê û danûstandin bi Serok Putin re kirin. Neçarkirina YE û DYAyê bi danûstandinên bi Rûsyayê re, bi tena serê xwe serketineke dîplomatîk e ji qeyserê bê şirîk ê Moskowê re.
Herwisa nerazîbûna Moskowê li hember wergirtina Ukrayna wek endam di nav NATOyê de cidî hat wergirtin û Parîs û Washingtonê amadebûna xwe nîşan dan li ser vê mijarê gotûbêjan bi Moskowê re bikin. Ev jî dîsa serketineke din a Vladimir Putin li hember rikberên wî ye. Ev her du serketin, sedemên sereke yên wê yekê ne ku Vladimir Putin di 25ê Berfanbara 2021ê de, bi awayekî fermî hêzên xwe ji ser sînorên Ukraynayê kişandin û bi awayekî demkî hêza metirsiya êrişkirina ser Ukraynayê sist kir, lê bêyî ku dawî lê bîne.
Putin, ku wek lîstikvanekî bihêz ê kişikê tê naskirin, pir bi miqatebûn, zîrekî û aqilmendiya dûrî hest û dilîniyan li ser textikê kişikê dilîze. Putin dizane kengî guvaşê li ser paşa çêbike, kengî vekişe û di çi demeka kêrhatî de paşayên wek Beşar Esed û Aleksander Lukaşenko biparêze û di çi demekê de jî şaxmatê li wan bike. Rast e Moskow tam hişyar e ku ne li ser asta aborî, leşkerî û siyasî ya Washingtonê ye. Lê ev jî rast e ku êdî Washington nikare bi Moskowa 2022yan a Vladimir Putin re, mîna ku hêj di hûrdema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ya 1991ê de be, tevbigere.
* Dr. Adil Baxewan: Rêveberê Navenda Frsanî ya Lêkolînên li ser Iraqê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse