Gundekî mînaka tenduristiyê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Wesiyetekê gundek kir mînaka tenduristiyê
Li qezaya Dûkanê, gundekî biçûk heye bûye mînakeke kêmwêne di tenduristiya civakê de. Gundê "Bê Muşe" tenê du kîlometreyan ji rojavayê bajarokê Bingirdê dûr e, 68 sal in bi saya wesiyetekê dûrî dûmana cigare û tûtinê ye.
Sala 1957an, Kiwêxa Ehmed wesiyeteke girîng ji bo kurên xwe hişt - qedexekirina cixarekêşanê di nav xwe de.
Ev wesiyet ne tenê ma, lê belê bû nerîteke civakî ku nifş bi nifş hat parastin. Îro, zêdetirî 100 kesî li gund dijîn û hemû pabendî vê nerîta tenduristiyê ne.
Berzan Eselan, yek ji niştecihên gund dibêje: "Wesiyet ji bapîrê me ji me re hatiye kirin. Em jî ji bo zarokên xwe û ciwanan dikin û çavdêriya wan dikin." Tewra her şev çavdêrî tê kirin ji bo piştrastbûna ku kes li dijî vê nerîtê tevnegere.
Divê mêvanên gund jî rêzê li vê nerîtê bigirin. Wek Erselan Ehmed, kurê Kiwêxa Ehmed dibêje: "Eger mêvanê me tê, em jê re dibêjin azad e, lê ji me re nexweş e cigare bikişîne."
Ev gundê ku niştecihên wî mijûlî çandinî, sewalkarî û masîgirtinê ne, bûye mînakeke zindî ji bo çawaniya parastina tenduristiya civakê bi rêya nerîteke baş. Di demekê de ku cixarekêşan li piraniya cihan berbelav e, gundê Bê Muşe kariye ji bo nêzîkî heft dehsalan, jîngeheke paqij û tendurist ji bo zaroyên xwe dabîn bike.
Dengê helbestvaneke jin li gundê Pesuyê yê Pîranşarê
Li gundê Pesuyê yê ser bi Pîranşarê, dengekî nû di edebiyata Kurdî de serî hildaye. Şeyda Mehmûdî, ew keça zaro ku bi dizî pirtûk dixwendin, îro bûye dengekî naskirî di cîhana helbest û edebiyata Kurdî de.
"Pirtûk tena hevala min bû di tenêtiyê de" Şeyda ku niha helbestvaneke piralî ye û di çend qalibên helbestî de dinivîse wer dibêje. Ji xezelê heta çarîne û helbesta nû, wê kariye dengekî taybet ji xwe re bibîne, her çiqas xwe wekî şagirta dibistana Siwareyê Îlxanîzadeyê helbestvan dibîne.
Yek ji projeyên girîng ên Mehmûdî, afirandina pirekê di nav helbest û zarokan de ye. Du berhevokên wê yên helbestên zarokan ji bo çapê amade ne ku tê de peyamên perwerdeyî û civakî di çarçoveya rîtm û mûzîka helbestê de xistiye rû. "Ez dixwazim zarok ligel fêrbûnê çêjê ji helbestê wergirin" helbestvan wiha dibêje.
Şeyda ne tenê helbestvan e, lê belê rêkxer û çalakvan e jî. Ew yek ji damezrînerên koma taybet a jinan li Encumena Edebî ya Şinoyê ye ku pênc sal in berdewam kar dike ji bo pêşxistina çanda xwendinê di nav jinan de. Di vê komê de, jin kom dibin ji bo xwendin û nirxandina pirtûkan û gotûbêja edebî.
"Jin dikarin hem civakekê ava bikin û hem civakekê têk bibin" ev nêrîna Şeyda Mehmûdî ye derbarê rola jinan. Ew bawer dike dema ku jin tenê xwe bi karê malê ve mijûl bikin derbas bûye.
Ew bi xwe mînaka jinekê ye ku digel berpirsyariyên xwe wek dayîk û malxwê, kariye berdewam dem ji bo xwendin û nivîsandinê terxan bike.
Peyama dawî ya Mehmûdî ji bo jinan zelal e: "Dem ya wê yekê ye ku hûn xwe nas bikin û taybetmendiyên ku Xwedê daye we bibînin. Îro roja zanistê ye û kî ji zanistê dûr bikeve, beşeke mezin a temenê wî/wê bi valahî diçe."
Ciwanekî mesîhî li Bertileyê muzexaneyeke kelepûrî damezrandiye
Li Bertileyê, ciwanekî mesîhî bi navê Sînad Îmad Îlyas sala 2018an muzexaneyeke taybet damezrandiye ku tê de zêdetirî 3500 parçe kelûpelên çandî û dîrokî hatine komkirin.
Sînad, ku derçûyê beşa aborî ya Zanîngeha Mûsilê ye, sê salan berî hatina DAIŞê dest bi komkirina van kelûpelan kiriye.
Piştî rizgarkirina deverê, digel ku mala wî hatibû wêrankirin, kariye dîsa dest bi komkirina kelûpelan bike.
Di muzexaneya wî de kelûpelên hemû pêkhateyên Îraqê, wekî mesîhî, misilman, êzidî û kakeyî hene. Hin ji kelûpelan temenê wan digihêje 130 salan. Di nav girîngtirîn parçeyan de makîneya dirûtinê ya 120 salî û çend parçeyên zîvî yên civaka êzidiyan hene.
Sînad behsa wê yekê dike ku dê û bavê wî alîkariya mezin dane di komkirina van kelûpelan de. Ji bilî Bertileyê, bi rêya torên civakî têkiliya wî bi parêzgehên din ên Îraqê re heye û kelûpelên dîrokî berhev dike.
Ew di dema pêşwaziya mêvanên xwe de cilûbergên nerîtî yên herêmê li xwe dike û bawer dike ev sembolek ji bo nasnameya çandî ya navçeyê ye.
Sînad tekeziyê li ser wê yekê dike ku ti rêxistin an aliyê hikûmî alîkariya wî nekiriye û wî ev hemû kar bi hewldana xwe ya takekesî sergihayî kiriye.
Di muzexaneya wî de beşeke taybet heye ji bo kelûpelên dêrên Mûsil û Bertileyê ku ji aliyê DAIŞê ve hatine wêrankirin, ji wan peykerekî kevin ê Meryema Xama ku ya Dêra Marmerqosê kevn e.
Hingvanî pîşeyeke bi bereket li Rojhilatê Kurdistanê
Li bilindahiyên Çilçemeyê li bajarê Seqizê, Ferhad Fiyûzî 17 sal in mijûlî pîşeya hingvaniyê ye. Ev pîşewer bi serbilindî qala wan berhemên curbicur dike ku li çiyayên Seqiz û Merîwanê berhem tîne.
Di nav berhemên wî yên sereke de hingivê çiya, hingivê rewaq, hingivê mepêlîn, hingivê pilûre û hingivê gozeyê hene. Her wiha hingivê taybet ê nav ce'beyê ku bi şêweyeke tendurist û paqij tê amadekirin, yek ji berhemên wan ê taybet e.
Li gorî gotinên Ferhad, li bajarê Seqizê bi tenê nêzîkî 20 hezar kewarên mêşhingiv hene. Ev hejmara bilind nîşana girîngiya vê pîşeyê ye wek çavkaniya dahatê ji bo xelkê herêmê. Lê Ferhad gilî ji wê yekê dike ku berpirsên Rojhilat girîngiya pêwîst nadin vê kertê, tevî ku bûye çavkaniya jiyana gelek malbatan.
Pîşeya hingvaniyê karekî demsalî ye û zêdetirîn dema wê di demsala biharê de ye. Di vê demsalê de divê hingvan rojane çavdêriya mêşên hingiv bike, pêdiviyên wan dabîn bike û nexweşiyên wan çareser bike.
Piştî berhevkirina hingiv di havînê de, di payîz û zivistanê de girîng e çavdêriya hûr a mêşên hingiv were kirin ji bo parastina wan ji nexweşî û kêmxwariniyê.
Navçeya Seqiz-Merîwan-Baneyê bi sedema xwezaya dewlemend û pirrengiya gul û giyayên xwe, bûye navendeke girîng a berhemhênana hingiv li Rojhilatê Kurdistanê. Ev pîşe, digel hemû pirsgirêkan, berdewam e di dabînkirina debara jiyanê ji bo malbatên herêmê.