Gundê hecîleglegan û hin Fîçerên din di çavê Rûdawê de
Li Kerecê Kurd û Fars tembûrê dijenin
Li bajarê Kerecê yê Îranê, komek Kurdên Kirmaşanê ku Yarsan in, mîrateya tembûrê - amûra wan a pîroz - diparêzin. Qubad Qubadî, tembûrjenekî jêhatî ye, bi piştgiriya bavê xwe ku mamostayekî mezin ê tembûrê bû, fêrî vê hunerê bûye. Ew li Kerecê xwediyê kargehekê ye û li ser heftê û du meqamên tembûrê kar dike.
Suheyla Gerdî, doktoraya wê ya edebiyata Farisî heye, ji ber têkiliya malbata wê bi ola Yarsan û hezkirina wê ji edebiyata dewlemend a Goran re, li cem Qubad fêrî tembûrê dibe. Alan Kirmaşanî, fêrxwazekî ciwan e, çar meh in bi ciddî fêrî tembûrê dibe, tevî kûrahiya meqaman.
Wekî pirekê tembûr dîrok û çanda Kurdî diparêze. Heta dengê tembûrê hebe, dîroka neteweya Kurd zindî dimîne.
Li gundê Kanî Maranê 110 hêlînên hecîleglegan hene
Gundê Kanî Maranê li ser sînorê rêveberiya Raperînê çend sal e wekî gundê hecîleglegan navdar e. Li vî gundî 110 hêlînên hecîleglegan li ser stûnên elektrîkê hene.
Bayiz Xidir, gundiyekî 84 salî ye, dibêje ji dema ku tê bîra min legleg li vê deverê hene. Demsala zêdebûna leglegan di nîvê meha Nîsanê de ye, dema ku mê du heta pênc hêkan dikin û bi nêrên xwe re bi dorê li ser hêkan radikevin. Di nav 35 rojan de çêlikên wan ji hêkan derdikevin.
Hebûna gol, çirav û hêsaniya bidestxistina nêçîran, nêzî nîv sedsalê ye ev balinde kişandine deştên Bîtwênê.
Îbrahîm Mehmûd 300 pirtûk nivîsandine
Îbrahîm Mehmûd nivîskarekî Kurd e ku di sala 1956an de li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Bawernameya wî di beşa felsefeyê de heye û di dema 34 salên karê xwe yê nivîsandinê de zêdetirî 300 pirtûkan nivîsandine. 130 pirtûkên wî ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên navdewletî ve li Washington, London, Misir, Libnan û Îmaratan hatine weşandin.
Îbrahîm Mehmûd beriya 12 salan hat Herêma Kurdistanê, li Dihokê bi cih bû, li Navenda Beşîkçî li Zanîngeha Dihokê kar dike. Rojane nêzî 15 saetan ji bo xwendin û nivîsandinê terxan dike.
Yekem pirtûka wî di sala 1991an de hatiye weşandin û berhemên wî mijarên felsefî, dîrokî, civaknasî, sofîgerî û vegotina geştên wî yên ji bo welatên cîhanê ne.
Kulîçeyên Mûsilê: Nerîteke şîrîn
Kulîçe şîrîniyeke kevneşopî ye ku bûye beşek ji nasnameya çandî ya bajarê Mûsilê û dîrokeke wê ya kevnar heye. Ev şîrînî ji aliyê Xirîstiyanan ve derbasî Mûsilê bûye û bûye nerîteke pêwîst di cejnan de.
Museyna Yûnis 25 sal in kulîçeyan çêdike, dibêje ev şîrînî bi tama xwe ya taybet û bîhna hêlê ji gelek bajarên din cuda ye. Çêkirina kulîçeyan hunerek e ku pêwîstiya wê bi aramî û hûrbîniyê heye.
Berê çêkirina kulîçeyan sedemek bû ji bo kombûna 40 heta 50 jinan, lê îro ev hejmar daketiye 4 an 5 kesan, ji ber ku xelkê zêdetir pişta xwe bi kirîna kulîçeyên amadekirî ji bazarê ve girêdaye.