Miseheratî li Mûsilê û hin Fîçerên din di çavê Rûdawê de
Xufran Samir û nerîta miseheratiyê li Mûsilê
Li kolanên berteng ên bajarê Mûsila kevn, dengê daholê û hewara "sihûr sihûr" giyanekî nû dibexşîne nerîteke kevn a Remezanê. Xufran Samir Mehmûd, bûye sembola zindîkirina çandeke nerîtî ya Mûsilê ku DAIŞê hewl dabû wê ji nav bibe.
Piştî azadkirina Mûsilê, Xufran bi daholeke biçûk dest bi miseheratiyê kir. Bi cilên resen ên Mûsilî, digel birazayê xwe Îslam Sefwan, her şev li taxên bajêr digerin û xelkê ji bo paşîvê şiyar dikin.
Miseheratî nerîteke kevn a Mûsilê ye ku berî DAIŞê berbelav bû. Tê de kesên taybet bi dahol an teneke li taxan digeriyan û xelk ji bo xwarin û paşîvê şiyar dikirin.
Xufran gaveke girîng ji bo parastina vê nerîtê avêtiye, Îslamê birazayê xwe hîn dike da ku di paşerojê de berdewamiyê pê bide.
Ela Yûnis, niştecihê Mûsilê ye, dibêje: "Miseheratî bîranînên rojên zarokatiya me tîne bîra me".
Şêx Kenan Qesab jî vî karî nola belgeyekê li ser xweragiriya çanda Mûsilê dibîne.
Xufran Samir mînakeke zindî ya wan ciwanan e ku tevî hemû zehmetî û tehliyan çand û mîrateya bajarê xwe zindî dikin.
Kafêya Şehram; malek ji bo Kurdên Tehranê
Li navçeya Dereke ya bajarê Tehranê kafêyek heye ku bûye navendeke girîng a kombûn û jiyana çandî ya Kurdan li wî bajarî. Kafêya Şehram bi dekoreke germ û resen bûye navendeke girîng a nasnameyê Kurdî.
Şehram Peşabadî, Kurdekî xelkê Sineyê, bi damezrandina vê kafêyê berî nêzîkî 5 salan jîngeheke taybet ji bo Kurdên Tehranê afirandiye. Ew bi hevjîna xwe re berdewam li vê kafêyê kar dikin.
Ev kafê ne tenê cihekî geştyarî ye, lê belê bûye pirek ji bo nasandina çanda Kurdî ji bo geştyarên Fars û biyanî.
Arya Ehmedî xwendekarekî Kurd li Tehranê ye, dibêje "Em li vir hest bi malê dikin. Kafêya Şehram bûye germtirîn cih ji bo Kurdên Tehranê."
Kafêya Şehram mînakeke zindî ya parastina nasname û çanda Kurdî ye li navenda Tehrana paytexta Îranê.

Belav bike li ser