Çîrolka jianê Mela Xelîl Mişextî û hin Fîçerên din di çavê Rûdawê de
Mela Xelîl Mişextî; qaziyê Şoreşa Îlonê
Di qada wêje û xebata niştimanî de, kesayetiyeke wekî Mela Xelîlê Mişextî ronahiyê datîne ser dîroka tevgera Kurdayetiyê. Helbestvanekî ku bi helbsetên xwe, bîr û hizra xwe ya welatperwerî gihand dilê gelê xwe.
Mişextî sala 1897an ji dayik bûye. Zêdetirî 100 salan xizmeta welat û neteweya xwe kiriye. Wek melayekî, wek nivîskarekî û wek şoreşgerekî, sê rolên girîng di civaka Kurdî de gerandine.
Nêzîkî 38 pirtûkan nivîsiye, piraniya wan hîn jî destxet in. Helbestên wî agirê hestên welatperweriyê dixistin dilê xwîneran, bi awayekî ku her malikekê behsa evîna Kurdistanê û yekîtiya neteweyî dikir.
Mişextî qaziyê Şoreşa Îlonê bû. Têkiliyeke wî ya xurt bi serkirdeyê mezin ê Kurd Îdrîs Barzanî re hebû. Sala 1948an rêkxerê rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê li devera Şêxanê bû.
Neviyên wî hewl didin mîrateya Mişextî biparêzin û belav bikin. Ji bo rêzgirtina wî, peykerekî wî li dergehê bajarokê Şêxanê hatiye danîn.
Sala 2007an koça dawî kir û li goristana Zînavaya Mîrî li qezaya Şêxanê hat veşartin. Mela Xelîlê Mişextî mînakeke bilind a welatperweriyê û helbestvanekî rasteqîn ê Kurd bû ku her tim di bîranîna gelê xwe de dimîne.
Şepol Mecîdpûr: Diya hespên Kurdî
Li gundê Sera nêzîkî bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, Şepol Mecîdpûr fêrgeheke taybet a xwedîkirina hespên Kurdî damezrandiye. Şepol sala 1988an li Silêmaniyê ji dayik bûye û heta heft saliya xwe li wir jiyaye, paşê malbata wê vegeriyaye Bokana Rojhilatê Kurdistanê.
Hespên Şepolê hemû ji nijada hespên Kurdî ne ku bihayê hinekan digihêje 8 hezar dolarî.
Salane 12 canî li hîngeha wê ji dayik dibin. Li gorî Şepolê, divê hesp di xwezayê de bijî lewra rojane ji saet heftê sibehê heta pêncê êvarê derfetê dide wan li derve bimînin. Ev jî alîkariya wan dike ku nexweş nebin û rastî rewşên derûnî neyên.
Şepol wekî dayikeke dilsoz bi hespên xwe re tevdigere. Ji sê rojiya wan dest bi perwerdekirina wan dike. Bi gotina wê: "Perwerdekirina hespan wek perwerdekirina mirovan e, temenê perwerdekirina hespan ji jidayikbûnê heta berî dema balixbûnê ye."
Çavdêriya tenduristiya hespan beşeke girîng a karê Şepolê ye. Hefteyê du caran heta sê caran siman don dike û rojane wan paqij dike. Ew sim wek "dilê duyem ê hespan" bi nav dike û dibêje "dema ku sim kul dibe, kulbûn diçe hemû beşên laşê hêsp."
Dijwartirîn karê Şepolê wê demê ye ku mehîn nêzîkî dema çêlikanînê dibin. Divê şev û roj çavdêriya wan bike û caniyên pitik biparêze. Şepolê dibêje: "Dema ku canî ji dayik dibe, bi taybetî bîst û çar saetên yekem, gelek kar hene divê bên kirin. Canî ku tê dinyayê gelek caran nikare şîr bixwe, divê ez alîkariyê bidimê."
Yek ji dijwartirîn karên Şepolê, ji şîrvekirina caniyan e. Wek ku dibêje: "Ji şîr vekirina caniyan pir pir zehmet e, ji ber ku tu têkiliya sozdarî ya di navbera dayik û zarokê de diqetînî."
Şepol Mecîdpûr ne tenê rahênera hespan e, lê belê hunermed, aktor û nivîskar e jî û xwediya sê pirtûk û çendîn kurteçîrokan e. Lê belê piraniya dema xwe bi hespan re derbas dike.
Ji ber karê xwe, li çendîn festîvalan li Îranê xelat wergirtine û wek jineke bihêz a Kurd hatiye nasandin. Ew mînakeke baş e ji bo parastina mîrateya çandî ya Kurdan di warê hespvanî û xwedîkirina hespên resen ên Kurdî de.
Teysîr Zakir Mûsilê kesk dike
Li navçeyeke niştecîbûnê li aliyê rastê yê Mûsilê, keçeke ciwan bi navê Teysîr Zakir çîrokeke balkêş dinivîse.
Ew ji dayikbûya sala 1994an e, endazyara çandiniyê û xwendekara masterê ye ku projeyeke bêhempa damezrandiye da ku keskatiyê vegerîne bajarekî ku pir êş dîtiye.
Sala 2023yan, Teysîrê projeya "Viola"yê damezrand ku taybet e bi firotin û çavdêriya giyayên kêmpeyda. Li wir giyayên balkêş wekî kulumîne bi hemû rengên wê, qefesa sedir, guhê fîl û zamyaya reş hene. Bihayê van giyayan di navbera 6 û 70 hezar dînarî de ye û piraniya wan Holendî ne.
Teysîrê dibêje: "Sibehan ez xwendekar im û piştî nîvro li cihê xwe me. Her çiqas destpêkê xelkê rexne li min digirt û ez yekem keç im li aliyê rastê kar dikim, lê bi piştgiriya malbata xwe, bi taybetî dê û bavê min, min karî li ser pirsgirêkan serbikevim."
Teysîrê bêyî ti piştgiriyeke rêxistinî yan hikûmî, tenê bi piştgirêdana bi malbata xwe û handana mamosteyên koleja çandiniyê, ev proje damezrandiye.
Museb Samir, karmendekî hikûmetê li Mûsilê ye, dibêje: "Wek civaka Mûsilî, em piştgiriya van projeyan dikin. Bajarê me hewcedarî keskatiyê ye, ji ber ku rastî biyabanbûnê hatiye."
Teysîr peyameke bihêz ji bo keçên Mûsilê dişîne: "Her keçekê xeyaleke xwe heye, civak an malbat nikarin bibin asteng. Eger tu li ser projeyekê cidî bî, bi dilniyayî tu dê serkeftî bî û bandoreke xweş bihêlî."
Teysîr Zakir û projeya Violayê, beşek in ji çîroka mezintir a Mûsilê; bajarek ku piştî krîz û bobelatê, careke din hest bi jiyanê dike û gav bi gav kesktir dibe.
Belav bike li ser