Xwezaya gundê xweşik ê Kuredawê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

14 February 2025

Li gundê Kuredawê mîrateya çandî tê parastin
Li nav xwezaya dilrevîn û xweşik a Şarbajêr, li gundekî biçûk bi navê Kuredawê ku tenê 48 kîlometreyan dûrî Silêmaniyê ye, niştecihên wê hewleke berbiçav ji bo parastina mîrateya çandî û dîrokî ya devera xwe didin.
Niştecihên gund muzexaneyeke taybet ava kirine û amûr û kelûpelên kevn ên jiyana rojane ya bav û kalên xwe tê de kom kirine.
Di demsala sermayê de tenê 14 mal li gund dijîn û di havînê de digihêje 30 malan, lê xelkê wê karîne navendeke çandî ava bikin ku ji bilî muzexaneyê, dîwarekî taybet ê wêneyên kevn ên gund û pirtûkxaneyeke biçûk jî tê de heye.
Mam Kerîm Sewarî, yek ji niştecihên gund e, behsa bîranînên xwe dike û dibêje: "Dema ez van wêneyan dibînim, hemû bîranînên demên borî tên bîra min, demên ku berf heta du metreyan dibariya û me bi 30 kesan rê ji bo pezê xwe vedikir."
Hîn jî pirsgirêkên xizmetguzariyê yên gund hene, wek nebûna dibistaneke baş û nexweşxane û rêyên qîrkirî, lê niştecihên wî gundî karîne mînakeke xweşik a parastina çand û pêşxistina çandî pêşkêş bikin.

Perîsa Kebîrnijad: Dengekî nû di edebiyata jinên Kurd de
Perîsa Kebîrnijad, mamosteya dibistanê û nivîskareke xwedî behre, sala 1994an ji dayik bûye, bi nivîsên xwe çîroka jiyan û xebata jinan vedibêje.
Ji 14 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbest û çîrokan kiriye. Destpêkê li navenda hunerê dest bi nivîsandina kurteçîrok û helbestên nû kir. Lê piştî ku zanîngeh qedand, rûyekî nû di nivîsandinê de hilbijart dema bala wê çû ser diyardeya xwekuştina keçan li devera wê.
Di projeyê xwe ya yekem a mezin de, Perîsa lêkolîneke berfireh li ser xwekuştina keçan kir. Di vê lêkolînê de, bi zêdetirî 500 keçan re kar kiriye, pirraniya wan ji herêmên kurdnişîn bûn. Ev kar bû bingeha pirtûka wê ya yekem ku şewqê dide ser jiyana keçên nûciwan.
Sala 2020an, Perîsa projeyeke mezintir dest pê kir, ew jî nivîsandina romaneke dîrokî bû ku çîroka evîna di navbera keçeke Asûrî û xortekî Kurd de vedibêje. Ku komek çîrokên rastîn ên Kurd, Asûrî û Ermeniyan vedibêje.
Di projeyê xwe ya dawî de, Perîsa 34 name ji bo kurê xwe yê ku hîn ji dayik nebûye nivîsiye. Derbirîneke hunerî û hestyar a têkiliya di navbera dayik û zarok de beriya jidayikbûnê.
Perîsa dibêje ku rêya tenê ku meriv bibe nivîskar, nivîsandin û xwendina berdewam e. Wek ku ew bi xwe dibêje: "Netirsin, binivîsin, binivîsin, binivîsin. Binivîsin û bixwînin." Ji bo wê, nivîsandin ne tenê huner e, lê amrazek ji bo gihîştina azadiya jinan e.
Bi vî awayî, Perîsa Kebîrnijad sînorên nivîsandina jinan derbas kiriye û bûye dengekî girîng û pêwîst di edebiyata kurdî ya modern de. Bi rêya nivîsên xwe, hewl dide dengê wan jinên ku xewn bi azadî û wekheviyê dibînin bigihîne cîhanê.

 

Hosteyê dawî yê defê li Mûsilê, mîrateke çandî di bin gefê de
Li kolaneke teng a aliyê rastê yê bajarê Mûsilê, di dikaneke biçûk de, Ebdulheq Îsmaîl rojane çar saetan di pîşeyekê de derbas dike ku dîroka wê vedigere berî hezaran sal. Ew kesê tikîtenê ye li bajêr ku hîn defê çêdike - amûrek ku beşeke jêneger ji çanda Îslamî û dîroka navçeyê ye.
"Def ji serdema Aşûriyan ve tê bikaranîn," Ebdulheq wisa dibêje û amaje bi wê yekê dike ku di kolandin û nexşeyên kevn de wêneyê defê di destê wan de xuya bûye. Ev amûra muzîkê ya sade, ji çermê ajalan û darên xwar tê çêkirin.
Ebdulheq bi hûrgilî dabaşa pêvajoya çêkirina defê dike. "Em dara tûyê bi kar tînin, yan jî wek ku jê re dibêjin tûya Bexdayî," dibêje. "Ev dar taybetmendiya wê heye ku xurt e û natewe." Her çiqas dara berû û gûz çêtir in, lê kêm in û bidestxistina wan zehmet e.
Derbarê çerm de, dahênana dawî di pîşeyê de bikaranîna çermê Pakistanî ye. "Ev çerm gelekî paqij û zelal e," Ebdulheq dibêje. "Dema def bi vî çermî tê çêkirin, şêweyeke xweşik digire û dengê wê jî gelekî baş e."
Ebdulheq, ku karmendê hikûmetê ye jî, piştî dewama fermî li dikana xwe ye. Bihayê defan li Mûsilê di navbera 20 hezar û 35 hezar dînaran de ne, lê defa çermê Pakistanî giran e û ya herî erzan bi 50 hezar dînaran tê firotin.

Sureya Mihemed: Hunermendek şûşe û gulan dike şaheser
Li maleke biçûk li Almanyayê, Hunermenda Kurd Sureya Mihemed cîhaneke taybet ji şûşe û gulan çêdike. Ev jina afirîner, ku xelka gundê Xirêbiyê yê ser bi Şeraya Çiyayê Kurmênc a Efrînê ye, bi şêweyekî taybet û cuda, xemên dûriya welêt dike huner.
Sureya, ku xwendina akademîk di warê hunerê de li Helebê qedandiye û zêdetirî 30 salan wek mamoste kar kiriye, hezkirina wê ji bo hunerê mîrateke malbatî ye. "Her ji zaroktiyê ve min ji karê hunerî hez kiriye, ne tenê ez, lê birayên min û kesên min ên nêzîk jî, ev wek genekî genetîk e ji bo me," Sureya wisa dibêje.
Sureya karên xwe yên hunerî ji şûşeyên botlên bikarhatî çêdike. Di nav berhemên wê de, efsaneya Şamaran, Nebî Horî yê Çiyayê Kurmênc û Alaya Kurdistanê beşeke sereke ne ku xelk daxwazê jê dikin.
Çêkirina karên hunerî pêvajoyeke dirêjdem e. Sureya zelal dike: "Ez pelên giyayan tînim û dixim nav pirtûkan, her wiha ez gulan li balkonê ziwa dikim, piştre dixim nav şûşeyan û tabloyên hunerî jê çêdikim."
Li Helebê, karên destî yên Sureyayê çavkaniya dahatê ya wê û malbata wê bûn. "Keç û kurê min hebûn û min ew fêr dikirin, her wiha min gelek kesên din jî fêr dikirin. Berhemên me li Heleb, Hims û Şamê dihatin firotin," wiha dibêje.
Niha, piştî sê salan ji jiyana li Almanyayê, xewnên Sureyayê yên mezintir hene. Yek ji projeyên wê yên sereke çêkirina karekî mozaîk ê mezin e ku jineke Kurd bi cilên kevneşopî nîşan dide. "Min tabloyek çêkiriye ku nêzîkî metrekê ye, wêneyê du jinên Kurd bi cilên rengareng li gundekî ye," bi serbilindî behs dike.