Bîncemîn mizgefta herî kevn û hin Fîçerên din di çavê Rûdawê de

21 March 2025
Naîde Şaboyî: Dengekî Resen di Xizmeta Muzîka Kurdî de

Di cîhana hunera Kurdî de, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, navê "Naîde Şaboyî" wek stêrkeke diyar dibiriqe. Ev xanim hunermend bi dengê xweş û tijî hest karîbû sînorên astengên civakî derbas bike û wek stranbêjeke serkeftî navdar bibe.

Malbata Naîde Şaboyî ku bi eslê xwe xelkê bajarê "Xoy"ê ne û Naîde li bajarê Urmiyê ji dayik bûye, ji temenê heft saliyê ve sewdaserê stran gotinê bûye. Di wî temenê biçûk de, berdewam li malê rahênan kiriye û guh daye dengê hunermendên navdar ên Kurd. Xwe dibêje: "Ez pirr hogirê dengê dengbêj Şakiro me" ku ev nîşan dide çiqasî bandor ji hunermendên pêş xwe wergirtiye.

Ewê ku cihê serincê ye, Naîde di temenê sêzdeh saliyê de yekem gav avêt nav dinyaya hunerî, ew katê bo yekemcar di ahengê de stran got û her ji wir ve rêya hunerî ya xwe destpêkir.

Rêya hunerî bo Naîde Şaboyî hewiar nebûye. Wek piraniya jinên hunermend ên Kurdistanê, ew jî berengariy komek kosipên civakî û xêzanî bûye. Di seretayê de, xanewada wê rêgir bûn ji stran gotina wê, belê bi piştgiriya yek ji birayên wê ku ew jî hunermend bûye, karîbû berdewam bibe û ber bi pêş ve biçe.

Astengî piştî hevsergîriyê jî kotayî nehatine. Herçend hevjînê wê mitema bi behreya wê kiriye û piştgirî lê kiriye, belê mala xezûran pê nexweş bûye ku bûka wan di warê stran gotinê de çalak be. Sere ڕayi van hemu astengan, Naîde karîbû berdewam bibe û serkeftin bi dest bîne.

Îro Naîde Şaboyî wek yek ji dengên diyar ên Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin. Beşdariya wê di ahengan de tenê bo xweşiyê nîne, belku xebatek e bo parastina resenayetiya keltûrî ya Kurdî û zindî ragirtina muzîka Kurdî di serdemekê de ku piraniya ahengan bi dîjeyî bi rê ve diçin.

Naîde bi dengê xweş û karîger serinca tevahiya guhdaran radikêşe û waye kiriye ku di piraniya aheng û bone û yadên neteweyî de banghêşt bê kirin bo stran gotinê. Bi taybetî di ahengên bûk guhastinê de, dengê Naîde bûye beşekî ji yên ku ji hev nayên veqetandin ji xweşî û şadiya van boneyan.

Naîde Şaboyî nimûneyeke bercesteye ji xweragirî û berdewambûn di rêya huner de ser ڕayi hemu astengan. Ew bi dengê dilnişîn ê xwe, nek tenê şadiyê dibexşîte ahengan, belku roleke girîng jî heye di parastina mîrata muzîka Kurdî û gihandina wê bi nifşên dahatû re.

Naîde Şaboyî tenê stranbêjek nîne, belku helgira meşxeleke kultûrî ye ku di dilê Rojhilatê Kurdistanê de dadigirse û rêga bo jinên dî jî rûnî dike ve ta bên nav dinyaya hunerê ve û dengê xwe bilind bikin ve.


Mizgefta Musêfî: Pêncem Mizgefta Îslamê û Dîrokeyeka 17 Sedsalî
Li Musla Kon, mizgefteka dîrokî heye ku 1400 sale şahidî şaristaniya Îslamîye. Mizgefta Musêfî, bi çendîn navên cuda nasnavê, simbula pîroziya pêkve jiyanê ye li navçeyekî ku zor azar çêştine.

Kontirîn Mizgefta Musil û Pêncemîn Mizgefta Cîhana Îslamê
Mizgefta Musêfî li sala 16ê koçî (637ê zayînî) bi fermana Xelîfe 'Umerî Kurê Xetabî hatiye drustkirin. D. Ehmed 'Ebdulxefûr, pêşnûj û gutarbêjê mizgeftê dibêjît: "Demê Musil li serdemê 'Umer Kurê Xetabî hatiye fethkirin, ferman bi 'Utbe da ev mizgefte drust biket."

Ev mizgefte pêncemîn mizgefte li mîjûya Îslamê da hatiye drustkirin, piştyî Mizgefta Heram, Mizgefta Pêxemberî (d.x), Mizgefta Quba û Mizgefta Besre. Herweha êkem mizgefte li Musil û duyem köntirîn mizgefte li 'Êraqê.

Li destpêkî da, Mizgefta Musêfî berfireh bû. D. Ehmed 'Ebdulxefûr dibêjît: "Ev mizgefte hatiye drustkirin û firawantir kir, heta ku 20 hezar nûjxwîn têda cî dibin."

Navgöhêrkin û Nasnameya Dîrokî
Mizgefta Musêfî bi çendîn nava nasnavê, weku Mizgefta Kön, Mizgefta Mezin, Mizgefta Emewî, Mizgefta Camî' û Mizgefta Musêfî. Navê "Musêfî" dizvrît bo Hacî Mihemed Musêfî ku nêzîkî 255 sal berî niha, mizgeftekey nûjen kir.

D. Ehmed 'Ebdulxefûr dibêjît: "Ev mizgefte hîmaya xelkê Muslê ye. Piştyî dagirkariya Mexöl û Teteran ziyan berkefit û tenya binaya Hawêllan mabû."

Milmilanê Dgel Kavilkariya Mîjûda
Mizgefta Musêfî rûberûyî çendîn pelamar û kavilkari bûye. Ji hêrşa Mexöl û Teteran heta ku hêrşên DAIŞ li 2014, ev binaya dîrokî xöragir bûye.
Necah 'Ebdulla Nu'êmî, xanenişîneke li Musil, dibêjît: "Musil simbula ayîniye, mizgeftên wî li demên tarîk da kirine armanc."
Piştyî hêrşa DAIŞ, mizgeftê ziyaneka mezin berkefit. Belê li 2024da, Yunesko dest bi nûjenkirnê kir bi serperştiya rêkxrawa Elîf. D. Ehmed 'Ebdulxefûr dibêjît: "Pişknîn bo berdan kir, derkefit ku temenê wan pitir ji 1400 salaye."

Gerana Jiyanê bo Navçe
Piştyî nûjenkirna mizgeftê li 2024, jiyan bo navçe gerriya. Necah 'Ebdulla Nu'êmî dibêjît: "Nuke bi hölên xêrxwazan û kesayetîyên Musil û gencên Musil, zörbeya mizgeftan hatine drustkirin."

Hîmaya Pêkve Jiyanê û Şanaziya Neteweyî
Mizgefta Musêfî tenya binayeka ayînî nîne, belku hîmayeka girînga şaristanî û neteweyî jî. D. Ehmed 'Ebdulxefûr dibêjît: "Her kesekî mûsilawî şanazî bi şaristaniya xöve diket, ku mizgefteka wî hebit ku pitir ji hezar û çar sed salî bit, ewe hîmaye bo şarê Musil û herweha hîmaye bo 'Êraqîyan û Ummeta Îslamê jî."
Mizgefta Musêfî weku nîşaneyeka berdewambûn û xöragrî derdkevit. Ev binaya dîrokî, ku bergeh ji 1400 salên pir li rûdavan girtine, berdewame li gêrrana rölê xö weku navendeka ayînî û kömelayetî bo xelkê Musil û simboleka şaristanî bo hemu 'Êraqîyan.