Çîroka hostayê dûtarê Fereydûn Xulamî û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Fereydûn Xulamî: Pasevanê mûzîka resen a Kurdî
Li navenda zozanên bajarê Şêrwanê, hunermenekî destrengîn bi navê Fereydûn Xulamî zêdetirî 50 salî ye mijûlî çêkirin û jenandina dûtarê ye, amûreke mûzîkê ya kevnar û pîroz di çanda Kurdî de û bi taybetî li cem ola Yarsan.
Fereydûn sala 1951ê li gundê Fecrabadê ji dayik bûye û niha wekî yek ji navdartirîn hosteyên çêkirina dûtarê li herêmê tê naskirin. Ev pîşeya ku ji bav û mamê xwe wergirtiye û zêdetirî pêncî salî ye mijûlî vê hunerê ye.
"Dûtara Kurdî dîrokeke xwe ya kevnar heye ku vedigere sed salan û dengekî wê yê xwezayî û taybet heye," wekî ku Fereydûn qal dike.
Xulamî ji bilî çêkirina vê amûra mûzîkê, arşîveke zindî ya mîrateya mûzîk û folklorê ya herêmê ye. Wî bi sedan çîrok, efsane û stranên herêmê kom kirine û parastine ku beşeke girîng in ji mîrateya çandî ya Kurdî.
Li herêma Şêrwanê, Fereydûn Xulamî nimûneyeke zindî ya parastina mîrateyeke dengî ye ku hezaran sal in di dilê van zozanan de berdewam e, mîrateyek ku ew wekî pasevanekî dilsoz xizmeta wê dike.
Keleha Baştabya: Mîrateyeke dîrokî li ser qeraxa Dîcleyê
Li ser qeraxa rastê ya çemê Dîcleyê li bajarê Mûsilê, keleha dîrokî ya Baştabya wekî şahidekî kevirî maye, bêjera çîroka berxwedan û bergiriya bajarekî ye ku li hemberî êrişên hêzên mezin ên dîrokê li ber xwe daye.
Baştabya ku di zimanê Tirkî de wateya "birca sereke", di serdema xîlafeta Emewî de hatiye avakirin, bi taybetî di serdema rêvebiriya Seîdê kurê Ebdulmelîk de ku wê demê waliyê Mûsilê bû.
Mamosteyê Zanîngehê Dr. Ehmed Qasim behsa taybetmendiyên kelehê dike: "Ev keleh cihekî wê yê stratejîk li dûrtirîn beşa bakurê rojhilatê bajêr heye, li ser çemê Dîcleyê û li seranserê herêmên bajêr dinêre."
Tevî bandora xweza û demê, hîn jî du bircên keleyê mane: birca jêrîn û birca jorîn. Birca jêrîn bi şêweyê bazineyî û bi dîzayna kevn a serdema Emewiyan maye, ku bi mezxelên xwe taybetmend e, ango ew kunên ku ji bo tîravêtinê hatine bikaranîn.
Keleha Baştabya roleke girîng di bergiriya bajarê Mûsilê de lîstiye. Dr. Ehmed Qasim dibêje: "Dema ku Moxolan sala 660ê koçî êrişî bajêr kirin, heta salekê nikarîbûn têkevin nav bajêr ji ber vê kelehê." Her wiha rola kelehê di bergiriya li hemberî êrişên Tîmûr Leng di salên 796 û 804ê koçî de jî hebû.
Niha, hikûmeta Îraqê bi rêxistinên navneteweyî re projeyeke mezin ji bo nûjenkirina kelehê daye destpêkirin. Wezîrê Çandê yê Îraqê Ehmed Fekak Bedranî amaje pê dike ku "proje gihiştiye qonaxa sêyem bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê, UNESCO, Parêzgeha Neynewa û Wezareta Çandê."
Keleha Baştabya niha bûye navendeke girîng a geştyariyê. Haris Fîras, rêberê geştyariyê ye, dibêje: "Ev keleha ku temenê wê zêdetirî 1200 salî ye, bûye yek ji girîngtirîn kelehên herêmê ku geştyarên biyanî û navxweyî ber bi xwe ve dikişîne."
Bi vî awayî, Keleha Baştabya wekî hêmayeke dîrokî li bajarê Mûsilê dimîne, sembolek berxwedanê û mîrateyeke niştîmanî ku hemû hemwelatiyên vî bajarî şanaziyê pê dikin.