Pirtûkxaneya Koze Kerêze û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

07 March 2025

Jinek pirtûkxaneyekê li gundê xwe vedike
Li gundekî dûredest ê Rojhilatê Kurdistanê, jineke ciwan tevî hemû astengiyan, pirtûkxaneya yekem li gundekî Rojhilatê Kurdistanê vekiriye.
Arezû Ehmedî ku sala 1990î hatiye ser rûyê dinyayê, bi piştgiriya malbata xwe û Encumena Hamiyeya Tehranê, kariye xewna xwe ya vekirina pirtûkxaneyekê li gundê Koze Kerêzeyê bike rastî.
Arezûyê dibêje: "Komek jin hene ku li malê kar dikin û derfeta wan nîne biçin bajêr ji bo pirtûkxaneyê. Ev yeka han bû sedem ku ez li avakirina pirtûkxaneyekê li gundê xwe bifikirim."
Dema ku daxwaza avakirina pirtûkxaneyê kiriye, Encumena Hamiyeya Tehranê bi dilxweşî pêşwazî lê kiriye û gotiye: "Tu jina yekem î ku li Kurdistanê daxwaza damezrandina pirtûkxaneyê dikî." Vê destpêşkeriya nû wer kiriye ku pêvajoya wergirtina destûrê gelekî zû bi pêş ve here û tenê mehekê ajotiye.
Pirtûkxane bi şêwazeke nû hatiye dirustkirin. Li wê derê ne tenê dikarin pirtûkan bixwînin, lê her wiha çalakiyên cur bi cur jî pêk tînin.
Heftane raporên çalakiyên wê ji Tehranê re tên şandin. Dibistanên navçeyê hefteyê du rojan serdana wê dikin û xwendekar beşdarî çalakiyên cur bi cur dibin.
Arezû xanim di malbateke rewşenbîr de mezin bûye. Bavê wê, digel ku rojane karê wî yê giran hebû, bi şevan diçû xwendinê û helbestên Xeyam ji ber kirine. Vê atmosfera çandî bandoreke kûr li ser Arezûyê kiriye.
Jin dikarin di dijwartirîn şert û mercên jiyanê de jî bandoreke erênî li ser civaka xwe bikin. Pirtûkxaneya şevan a Koze Kerêzeyê ne tenê cihek ji bo xwendina pirtûkan e, lê her wiha pirek e ji bo têkiliya di navbera nifşan de û pêşvebirina çanda xwendinê li navçeyên gundewar ên Kurdistanê.

Bizmarên Ejder Heyder ji Kifriyê cîhanê ecêbmayî dihêlin
Ejder Heyder, hunermendê bajarê Kifrî çîroka afirandineke balkêş vedibêje, ka çawa ji çêkirina wêneyên destpêkî yên ji bo dibistanan, gihiştiye asta çêkirina tabloyên hunerî bi bizmaran ku hezkiriyên wan li seranserê Îraqê hene.
Ew sala 1983yan li Gemiyanê ji dayîk bûye. Destpêkê karên hunerî yên mîna zexrefe, menzere û dekor pêşkêş dikir, lê sala 2016an karê hunerî yê hunermendekî Urdunî ku bi bizmaran wêne çêdikir bala wî kişand.
"Pênc salan kişand heta ku min karî tabloya xwe ya yekem kuta bikim," Ejder wiha dibêje, ku niha pêşkeftineke berbiçav bi dest xistiye. "Li destpêkê min salekê yan du salan tabloyek temam dikir, lê vêga ez tenê di 8 demjimêran de wêneyekê çêdikim."
Wekî ku ew vedibêje, ji bo çêkirina tabloyeke çargoşeyî ya 80 bi 80, pêwîstiya wî bi kutana 240 bizmaran heye. "Her bizmarek hunerek e, hemû temamkerên hev in. Tewra bizmarekî kêm, dibe ku nikaribim çavê wî bi başî çêbikim."
Daxwazên li ser karên wî roj li pey rojê zêde dibin. Niha 38 kes di lîsteya bendemanê ne, ku 10 heta 12 kes ji wan daniştvanên Silêmaniyê ne, hin ji wan daniştvanên Germiyanê ne û piraniya wan Ereb in ji Bexda û başûrê Bexdayê. Her çend daxwaz li ser karên wî yên mezin jî heye, lê piraniya daxwazan li ser tabloyên biçûktir in.
Ecêbtirîn aliyê çîrokê ew e ku Ejder tenê 20 rojan xwendiye û pola yekê ya dibistana seretayî jî xilas nekiriye. Lê kariye bi awayekî zikmakî hînî xwendina kurdî û erebî bibe û her wiha îngilîzî jî dixwîne her çend tênagihe.
"Huner nakeve çarçoveya xwendinê, huner tiştek e û xwendin tiştekî din e," Ejder dibêje. "Min ji sala 2001ê heta 2002an dest bi xwendinê kir, lê xwendinê ez negihandim hunerê. Huner bi xwe tiştek e ku dikeve mêjî, laş û xwînê."
Daxwaza dawî ya hunerî ya Ejder ew e ku karibe li cihekî hêja çend wêneyên serkirde û dîroknasên Kurd û ne Kurd çêke û pêşangeheke taybet ji bo karên xwe veke.