Çîroka Şanogereka Kurd û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

07 February 2025

Çîroka jineke Kurd li Urmiyeyê
Ji nav kolanên berteng ên bajarê Urmiyeyê, em çîroka jinekê vedibêjin ku kariye sînorên civakî derbas bike û di du qadên cuda de serkeftinê tomar bike.
Raziye Hacîpûr, şanoger e, mînakeke berbiçav a xwegirî û berdewamiyê ye.
Raziyeya ku sala 1991ê li Urmiyeyê ji dayik bûye, evîna wê ji bo hunera şanoyê rêya jiyana wê guherand.
Gava wê ya yekemîn ber bi dinyaya şanoyê ve li Komeleya Rewşenbîrî ya Kurdî li Urmiyeyê dest pê kir û li wir cara yekem bi şanoya Kurdî re bû nas.
Çendîn komên şanoyê yên farisî pêşniyara kar jê re dikin, lê Raziyeyê biryar daye ku tenê li şanoya Kurdî bixebite. Ew bawer dike ku pêwîstiya neteweya wê bi dengekî hunerî yê bi zimanê Kurdî heye.
Di nava şeş salên borî de, bi koma "Arad"ê re heşt berhemên şanoyî pêşkêş kirine, ku piraniya wan ronahiyê dixin ser pirsgirêk û kêşeyên jinên Kurd.
Yek ji girîngtirîn karên Raziyeyê derhêneriya şanogeriya "Jan Dark di Agir de" bû, ku çîroka têkoşîna jineke Fransî vedibêje. Vî karî bala temaşevanan bi awayekî berbiçav kişand.
Raziye dibêje çavkaniya îlham û serkeftinên wê dayika wê ye. Tevî jiyana li cografyayeke dijwar, wê kariye rêya xwe bibîne û di karên ku baweriya wê pê heye berdewam be.
Îro, li bajarê Urmiyeyê, dema perdeya şanoyê tê rakirin, em ne tenê performanseke hunerî dibînin, li şûnê, em çîroka berxwedan û serkeftina jinekê dibînin ku kariye bi rêya hunerê peyama azadî û wekheviyê bigihîne û ji bo nifşên paşerojê yên jinên Kurd bibe hêviyek.

Mezintirîn pêşangeha takekesî ya Ehmed Guneştekîn li Stenbolê
Di dilê Stenbola dîrokî de, hunermendê navdar ê Kurd Ehmed Guneştekîn, piştî du salan ji karê berdewam û bi hevkariya tîmeke sed kesî, mezintirîn pêşangeha xwe ya takekesî li Stenbolê pêşkêşî heyranên xwe kir.
Pêşangeh li jêr navê "Alfabeya Windabûyî" hate vekirin. Ev pêşangeh gerek di nav jan û xewnên miletekî de ye ku ziman û çanda wî bi awayekî berdewam di bin gefê de mane.
Pêşangeh bi hevkariya Şaredariya Stenbolê hate vekirin û bala kesayetiyên navdar ên huner, wêje, siyaset û çandê kişand. Guneştekîn di pêşangeha xwe de çend mijarên sereke pêşkêş dike, ku ev in: Koçberî û derbiderî, çîroka Dayikên Şemiyê, sansûr û qedexekirina ziman û çand. Di pêşangehê de berhemên tabloyan, peyker û seramîk têne nîşandan. Loma Guneştekîn ji xwe re dibêje hunermend.
Ev pêşangeh mezintirîn pêşangeha takekesî ye ku di van salên dawî de li Stenbolê hatiye vekirin.

Pira Mezin ya Xaneqînê: Şanaziyek ji dîroka çandî ya bajêr
Di dilê bajarê Xaneqînê de, pireke dîrokî ya bêhempa heye ku gelê herêmê bi navê "Pira Mezin" bi nav dike. Ev şahesera dîrokî vedigere destpêka sedsala nozdehem (di navbera salên 1838-1860 de) û çîrokeke wê ya balkêş jî heye.
Li gorî vegotina şêniyên herêmê, dotmîreke dewlemend a Îranê, dema dîtiye ku xelk bi metirsî ji çemê Elwendê derbas dibin, biryar da pirekê çêbike. Ji bo vê armancê, hoste ji Îranê anîne û bi sed kes xistiye ser kar.
Birêveberê Navenda Çandî ya Xaneqînê Macid Şalyar, qala taybetmendiyên sosret ên pirê dike û dibêje: "Ev pir ji hemû pirên cîhanê cuda ye. Piyên wê ne wekî hev in û şêwaza çêkirina wê bi awayekî ye ku avê bi du aliyan ve belav dike, ev jî zextê li ser pirê kêm dike."
Ji aliyê teknîka çêkirinê ve, vegotineke sosret heye ku dibêje karkeran hestiyên ajelan kelandine û av tevlî gêçê kirine, ku wer kiriye pir xwe li ber bandora avê bigire.
Şalyar ku bi xwe hunermendê şêwazkar e, nêzîkî 40 tabloyan li ser vê pirê kişandiye û dibêje ku pir bûye beşek ji nasnameya çandî ya bajêr, çawa ku keleh û minare ji bo Hewlêrê û Pira Delal ji bo Zaxoyê girîng in.
Lê digel girîngiya dîrokî û çandî ya pirê, dilgiraniyek girêdayî parastina wê heye. Şalyar ji aliyên pêwendîdar daxwaz dike ku girîngiyeke zêdetir bidin parastin û nûjenkirina vê şûnwara dîrokî, ku bûye sembola şanaziyê ji bo daniştvanên Xaneqînê.