Kaniya Cihûyên Akrê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

31 January 2025
Kaniya Cihûyên Akrê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

Li Akrê kaniyeke dîrokî di metirsiya jinavçûnê de ye
Li gundê Şoşê yê Qezaya Akrê, kaniyeke dîrokî ku bi navê "Kaniya Cihûyan" tê naskirin, di bin metirsiya jinavçûnê de ye. Ev kaniya ku ji bo sedsalekê şahidiya pêkvejiyana misilman û cihûyan kiriye, beşeke girîng ji mîrateya çandî ya navçeyê ye.
Mam Bakir Mistefa, yek ji niştecihên gund, radigihîne ku berî nêzîkî sed salî, bav û kalên wan bi hevbeşî bi cihûyan re mifa ji vê kaniyê wergirtine. Dîwarên kaniyê li ser destê cihûyan hatine avakirin û ava kaniyê ji bo vexwarin, şûştin û avdanê hatiye bikaranîn.
Li taxa cihûyan a gundê Şoşê ku 20 kîlometreyan dikeve rojavayê Qezaya Akrê, heta sala 1948an zêdetirî 50 malbatên cihû dijiyan. Piştî koçkirina wan bo Îsraîlê, tenê şûnwar û bermayiyên wan mane, ji wan perestgehek li nêzîkî kaniyê.
Li gorî çavkaniyên dîrokî, dîroka akincîbûna cihûyan li vê deverê vedigere sala 586ê berî zayînê, dema ku ji bo Îraqê koç kirine. Gundê Şoş ku gelek cihên dîrokî û şûnwarî tê de hene, mînakeke zindî ji dîroka pêkvejiyana olî li herêmê ye.
Niha, kanî nola beşekê ji mîrateya çandî ya deverê hewcedarî parastin û nûjenkirinê ye da ku wek belgeyeke dîrokî ji nifşên bê re bimîne.

Gencîneya muzîka Kurdî li odeyeke Xurmalê
Li odeyeke biçûk a Qezaya Xurmalê, Îbrahîm Elî ku bi navê Îbrahîm Xurmalî tê naskirin, ji bo dema zêdetirî nîv sedsalê ye mijûlî parastina mîrateyeke kêmpeyda ya muzîka Kurdî ye. Ev koleksiyona biqîmet heşt hezar kaset û pêncî û çar hezar stranên Kurdî li xwe digire.
Odeya Xurmalî wek muzeyeke zindî ya muzîka Kurdî ye, ku tê de dîroka muzîka hemû parçeyên Kurdistanê hatiye parastin. Beşeke mezin ji van stranan ewqas kêmpeyda ne ku tewra li cem hunermendan bi xwe jî nemane.
Meraqa berhevkirina stranan ji zaroktiyê ve bi Xurmalî re bûye. Ew dibêje ku bavê wî di destpêkê de nîgeran bû ji ber ku kurê wî hemû pereyên xwe li ser kirîna kasetan xerc dikir. Lê vê nîgeraniyê nikarîbû Xurmalî ji meraqa wî dûr bixe.
Di serdema niha de ku muzîk bi awayê dîjîtal tê belavkirin, girîngiya vê arşîvê zêdetir derdikeve holê. Di demekê de ku piraniya stranan li ser înternetê bi awayekî xirabkirî û kurtkirî tên belavkirin, li odeya Xurmalî bi forma xwe ya resen hatine parastin.
Xurmalî tekeziyê li ser rola hevjîna xwe di serkeftina vê projeyê de dike û dibêje bê piştgiriya wê, nikarîbû vî erkê giran pêk bîne. Îro, Xurmalî bi rêya rûpela xwe ya taybet stranên resen belav dike û amadekariya xwe diyar kiriye ji bo alîkariya her kesê ku hewcedarî straneke taybet be.
Îbrahîm Xurmalî, ku xewna berdewamiya vê mîrateyê dibîne, ji neviyên xwe dixwaze ku parastina vê gencîneya girîng a hunera Kurdî berdewam bikin, ku beşeke girîng e ji dîroka çandî ya neteweya me.

Amir Finder muzîka Mûsilê zindî dike
Amir Finder, muzîkjen û stranbêjê navdar ê bajarê Mûsilê, piştî deh salan ji jiyana li Herêma Kurdistanê, vegeriyaye bajarê xwe bi armanca vejandina çanda muzîkê ya bajarê xwe.
Finder, ku xwedî behreyeke piralî ye di warê muzîkê de, şehrezatiya wî di lêdana çendîn amûrên muzîkê de heye, ji wan gîtar, klarnet, saksefon û trumpet. Ev hunermend ku bi çendîn zimanan stranan dibêje, ji wan Erebî, Kurdî, Tirkî û Farisî, dibêje: "Muzîk xwarina canê min e û di her rewşekê de bim, muzîk hesta hundirê min e."
Destpêka karê hunerî yê Finder vedigere sala 1978an, dema ku li Navenda Ciwanan a taxa Nûrê fêrî amûra hornfraç a Fransî bû. Paşê Koma "Beauty Band"ê damezrand ku ji ciwanên misilman û mesîhî pêk dihat. Ji sala 1982an ve, komê dest bi pêşkêşkirina ahengan li Zanîngeha Mûsilê kir û paşê çendîn komên din wek "Dreams Band" û "Komeleya Star"ê damezrandin.
Fazil Bedrî, hevalê nêzîk ê Finder û muzîkjen, vegera hevalê xwe wek gaveke girîng ji bo vejandina jiyana muzîkê ya bajarê xwe dibîne. Bedrî amaje bi vekirina nivîsgehekê dike ji bo firotina amûrên muzîkê, ku derfeteke nû ji bo fêrbûna muzîkê derdixe holê.
Mehmûd Etreqçî, mamosteyê muzîkê li Peymangeha Hunerên Ciwan a Mûsilê, bîranînên serdema zêrîn a muzîka bajarê xwe tîne zimên û dibêje: "Di salên heştê û heftêyan de, li Mûsilê zêdetirî 20 komên muzîka rojavayî hebûn ku muzîka klasîk û cazê jî pêşkêş dikirin."
Niha Amir Finder, bi hevkariya hevalên xwe yên hunermend, hewl dide wî ruhê muzîkê vegerîne bajarê xwe. Ew dixwaze serdema zêrîn a muzîkê vegerîne Mûsilê û bîranînên wê serdema tijî afirandin bîne bîra xelkê bajarê xwe, dema ku muzîka rojavayî beşeke girîng ji jiyana çandî ya bajarê wan bû.

Sumeye Mihemed Pûr Galeriya Henarê vedike
Hunermenda şêwekar Sumeye Mihemed Pûr, xelka navçeya Biradostê ya bajarê Urmiyê, mînakeke berbiçav ji berxwedan û berdewamiya di warê huner de ye. Vê hunermenda ku ji sala 2014an ve dest bi karê hunerî kiriye, tevî kelem û astengiyan, kariye cihê xwe di cîhana hunerî de bigire.
Sumeye, ku ji zaroktiyê ve evîna wênekêşanê di dilê wê de hebû, di qonaxên xwendinê de jî ji dersên din bêhtir meyla wê li ser hunerê bû. Ew dibêje digel wê baweriya ku dibêje divê jin tenê mijûlî karûbarên malê bin, bavê wê piştgiriya wê kiriye û li pêşiya xewnên wê yên hunerî nebûye kelem.
Di heyama deh salên borî de, Sumeye kariye beşdarî neh pêşangehên hunerî bibe, ku yek ji wan li bajarê Stenbolê bû. Dahata yek ji pêşangehên xwe ji bo zarokên bê serpereşt terxan kiriye, ku nîşana hesta berpirsyariya civakî ya vê hunermendê ye.
Di sala 2020an de, Sumeye gaveke girîng avêt û galeriyek bi navê "Henar"ê vekir. Li vê galeriyê, zêdetirî 500 kesî fêrî hunera wênekêşanê bûne û hin ji wan niha bi xwe bûne hunermend.
Hunermend Sumeye qala pirsgirêk û astengiyên li pêşiya hunermandan li Îranê dike, nemaze sînordarkirinên ku ji aliyê dezgehên hikûmetê ve tên sepandin. Her wiha amaje bi pirsgirêka bihabûna kelûpelên hunerî dike ku bûye sedema dûrketina ciwanan ji hunerê.
Digel van hemû astengiyan, Sumeye Mihemed Pûr ji bo gihandina peyamên xwe yên civakî xasma yên têkildarî mafên jinan û azadiya derbirîna hunerî di bikaranîna qelema risas de berdewam e. Ev jî li ser rola hunerê di guherîna civakî de mînakeke darîçav e.