Cîran pev çûn, jina ducanî hat kuştin

31-10-2023
Nîşan Tekîrdag Jina Ducanî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çerkezkoyê ya bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyeyê du malbatên cîran pev çûn.

Di pevçûna van malbatan de cîrana wan a ducanî Sedanur Guven (22) bi guleyê birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Sedanur rakir nexweşxaneyê lê wê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, pitika Sedanurê bi emeliyatê ji zikê wê hat derxistin û rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Li gorî nûçeya DHAyê, cîranên hev Ş.D. û S.C. ji ber daxistina êzingan pev çûn.

Piştî demekê Ş.D. çû ji mala xwe çifte anî û gule li S.C. reşandin û ew birîndar kir.

Guleyek jî li stûyê cîrana wan Sedanur Guvenê ket ku ji ber dengê qerebalixê derketibû derve.

Sedanura ducanî ya ku bi vê guleyê birîndar bû li nexweşxaneyê mir.

Li aliyê din, gumanbar Ş.D.yê 17 salî li navçeya Sarayê ya Tekîrdagê hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst