Doza li ser Demîrtaş hat taloqkirin!

31-05-2024
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Heqareta li Serokkomar Doz Taloqkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Doza ku di heqê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta “heqareta li Serokkomar” hatibû vekirin hat taloqkirin.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji ber axaftinên xwe yên li Amed, Mêrsîn, Enqere û Mêrdînê bi hinceta ku heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiriye tê darizandin.

Dagehê her çar dosyeyên li ser dozê wekî yek dosyeyê destnîşan kirin û Demîrtaş îro derket pêşberî dadwer.

Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî rûniştinê bû lê parêzerên wî li dadhegê hazir bûn.

Dadgehê xwest ku kêmasiyên dosyeyê werin temamkirin û rûniştina dozê taloq kir.

Selahattîn Demîrtaş 16ê Gulanê ji ber Doza Kobaniyê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî bi 42 sal cezayê zîndanê hatibû cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst