Hevseroka DEM Partiyê banga parastina sindoqan kir

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got, “Dibe ku bi manîpulasyonan berpirsên sindoqan dûr bixin an jî bişînin malê. Em dê hişyar bin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê hişyarî da berpirsên sindoqan ên partiya xwe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk çû ser sindoqan.

Di hilbijartinên xwecihî ya 31ê Adara 2024an de ji 61 milyonan zêdetir hilbijêr di 208 hezar sindoqan de ji bo namzedên 34 partiyên siyasî deng da.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ragihand ku demjimêr 17:00an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê piştî ku dengdan bi dawî bû banga parastina sindoqan kir.

Tulay Hatîmogullariyê li ser Xê daxuyaniyek da û got:

“Em parastina sindoq û dengên xwe bidomînin! Bi manîpulasyonan dikarin daxuyaniyên derew bi kar bînin wek ku hejmartina hemû sindoqan temam bûye û hilbijartin bi dawî bûye û bi hîleyan berpirsên sindoqan ji sindoqan dûr bixin û bişînin malên xwe.

Em dê li hemberî hîleyên wiha hişyar bin. Heta ku rayedarên partiya me nebêjin qediyaye, ti carî ji sindoqan dûr nekevin.

Em sindoq û dengên xwe biparêzin, em kaxizên îmzekirî û kîsên dengan biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst