Murat Karayilan li ser hilbijartinan daxuyanî da

29-03-2024
Nîşan Murat Karayilan Hilbijartin Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan li ser hilbijartinên 31ê Adarê daxuyaniyek da.

Murat Karayilan di daxuyaniya de bangî gelê Rihayê û Botanê kir ku “dengê xwe bidin xwe.”

“Ez naxwazim ji bo tevahiya hilbijartinan tiştekî diyar bikim”

Karayilan da zanîn ku dê ev hilbijartin bandorê li siyasetê jî bikin û got:

“Her çend ev hilbijartin, hilbijartinên xwecihî bin jî ev hilbijartin dê di diyarkirina siyasetê de roleke girîng bilîzin lê belê ez naxwazim ji bo tevahiya hilbijartinan tiştekî diyar bikim.

Hemû partiyan berpirsiyarên xwe hene û diaxivin.

Di warê sîyasî de hevserokên partiyên ku gelê me û beşên demokratîk temsîl dikin, hene kar dikin û nirxandinên xwe dikin.

Em ji helwest û biryarên wan re rêzê digirin. Em jî temaşe dikin. Tiştekî ku em bibêjin tune.”

Murat Karayilan bal kişand ser girîngiya Rihayê û got:

“Wekî tê zanîn Riha herêmeke girîng e.

Riha niha çawa tê naskirin? Wekî bajarekî aligirê desthilatê tê dîtin. Ji dûr ve wisa xuya dike.

Çima? Ji ber ku hin malbatên ku berjewendiyên xwe esas digirin hene. Ev malbat lê nanêrin bê ka kî mafdar e û kî neheq e.

Her wiha lê nanêrin bê ka kî bi rastî jî dîn temsîl dike û li gorî wê tevdigere.

Ev li berjewendiyên xwe dinêrin û mixabin ku ev tesîrê li civakê jî dikin lê belê di serî de jinên fedakar û ciwan hewce ye êdî civaka me ya Rihayê, kedkarên Rihayê, gundiyên Rihayê, her kes bi zanebûnî nêzîkî vê yekê bibe.

Li dora wan malbatên xwedî sermaye kom dibin û piraniya dengên xwe didin AKPyê.”

“Ev serdem serdemeke girîng e”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Murat Karayilan li ser Şirnex û Botanê jî wiha axivî:

“Şirnex navenda Botanê ye.

Niha li navenda Şirnexê hin kesên girîng hene. Ez jî wan nas dikim, ew jî me nas dikin. Hin ji van kesan bi duristî nêzî hilbijartinên 2019an nebûn.

Em vê dizanin lê belê bila xwe nekin pêlîstokên sîxuran. Bila ya xelet nekin. Ev serdem serdemeke girîng e.

Di vê serdemê de hewce ye ew kes jî ji bo welatparêziyê bixebitin û piştgiriyê bidin namzedên welatparêz.

Hewce ye hem dengê xwe bidin û hem jî piştgiriyê bidin. Ez dizanim ku rola wan jî girîng e.

Hêviya me ji her Kurd û welatparêzên li Botanê, çi gundî be, çi bajarî be, çi feqîr be û çi jî dewlemend be ew e ku bi gelê xwe re bin.

Gelê Botanê gelekî xwedî dîrok e. Dîroka wê ya lehengiyê heye. Rol û mîsyoneke wî heye.

Welatparêziyê temsîl dike. Hewce ye ev yek were parastin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst