Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag êrîşa li dijî Serokatiya ÎYÎ Partiyê ya parêzgeha Stenbolê şermezar kir û diyar kir ku dê êrîş bi hemû aliyên xwe ve were ronîkirin.
Îro Înê 31ê Adara 2023an, li parêzgeha Stenbolê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve êrîşeke bi çekê li dijî avahiya Serokatiya ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê çêbû.
Di encama êrîşê de zerara canî çênebû, lê guleyek li cama avahiyê ket.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag di daxuyaniyekê de êrîşa ser ÎYÎ Partiyê şermezar kir.
Bozdag li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: “Derbarê êrîşê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Êrîş dê bi hemû aliyên xwe ve were ronîkirin. Beriya ku êrîşkar bê girtin, nasnameya êrîşkar ku nayê zanîn û heta niha jî sedema êrîşê nayê zanîn, bikaranîna vê êrîşa qirêj ji bo armancên siyasî jî ne rast e. Dê heqîqet derkeve holê, edalet pêk were.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse