Bertekên li ser astengkirina muzîka Kurdî zêde dibin

31-01-2022
RÛDAW
Nîşan Muzîka Kurdî Aynûr Dogan Helun Firat Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bertekên li ser astengkirina koma muzîka Kurdî ya ku li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê disitirî her ku diçe zêde dibin.

Herî dawî hunermenda Kurd a navdar Aynûr Dogan û Cîgira Serokê Giştî ya Polîtîkayên Çand û Hunerê ya Partiya DEVAyê Helun Firat astengkirina muzîka Kurdî şermezer kirin.

Aynûr Dogan bal kişand ser qedexeya Kurdî û got “Bi her zimanî bistirê, lê ne bi kurdî.  Bi tirsên we yên bêçare em bêzar bûne.”

Helûn Firat jî dibêje “Kurdî zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyên vî welatî ye. Maf e, wekhev e û azad e. Stranên kurdî çi li kolanan çi jî li ser dikê tê sitirandin û dê bê sitirandin.”

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî di derbarê mijarê de tweetek parvekir û tê de de ragihand “

Tenê di van 2 hefteyên dawî de ji tiştê qewimîne diyar dibe ku li Tirkiyeyê hê jî jî Kurdî wek zimanê sûcê tê dîtin. Ji îdianameya DIAYDERê heta Cadeya Îstîklalê çendîn caran mudaxaleyî muzîkjenên Kurd...”

Ji bo ciwanên ku li cadeya Îstîklalê muzîka Kurdî dijenin, polîsek bi cil û bergên sivîl gotibû 'Her der herêma min e, hûn nikarin bikin'” û hatibûn astengkirin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Revberiya Ewlehiya ya Stenbolê ve hat dayîn de hat ragihandin ku bi hinceta "(qelebaxê) rêyên ambûlans û tramvayê asteng kirine" mudaxele hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst