'Di navbera Enqere û Şamê de peywendiyên îstixbaratî hene'

30-11-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Koordînatorê ORSAMê Oytun Orhan
Koordînatorê ORSAMê Oytun Orhan
Nîşan Tirkiye Sûriye Rojavayê Kurdistanê Oytun Orhan Kanî Torun
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dixwaze li gel Serokê Suriyê Beşar Esad bicive, daxwaza hikumeta Tirkiyê ji ber şertên Şamê heta niha bicih ne hatiye. Lê li nav Tirkiyê de jî karvedanên hewlên nêzîkbûna Şam û Enqerê zêde bûne. Koordînatorê ORSAMê Oytun Orhan ragihand “Ji bo asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê di astên bilind yên herdu aliyan de peyamên cidî têne dan. Ji xwe di aliyê îstixbarat û ewlekariyê de demeke ku peywendî û hevdîtin di navbera herdu aliyan de hebûn.”

Hikumeta Tirkiyê di bin siya gefên operasyoneke nû ji bo Rojavayê Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe bi hikumeta Sûriyê re baş bike. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di vê derbarê de dibêje “Em bi ti aliyekî re heta hetayê neyar namînin”.  Li gorî beşek şirovekarên nêzîkî hikumetê di mijara YPGê de Şam û Enqerê hindek xal û berjewendiyên hevbeş hene û ew jî dikare herdu aliyan nêzîkî hev dike.

Koordînatorê ORSAMê Oytun Orhan “Ji bo asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê di astên bilind yên herdu aliyan de peyamên cidî têne dan. Ji xwe di aliyê îstixbarat û ewlekariyê de demeke ku peywendî û hevdîtin di navbera herdu aliyan de hebûn. Li aliyê din ji bo destpêkirina hevdîtinan guvaşeke Rusyayê li ser Tirkiyê û Sûriyê heye. Li aliyekî din ve di navbera Şam û Enqerê de hindek berjwendiyên hevbeş jî hene, weke parastina yekparçeyiya siyaset û axa Sûriyê û tekoşîna li dijî YPGê.”

Oposizyona Tirkiyê jî ji despêke heta niha piştgirya operasyoneke serbazî dike. Lê di nav oposizyonê de di derbarê başkirina peywendiyên Şam û Enqerê nêrînên cuda jî hene li gorî beşek oposizyonê hewla hikûmeta Tirkiyê peywendî bi helbijartinan heye.

Alîkarê Serokê partiya Pêşerojê Kanî Torun got “Di mijara başkirina peywendiyên di gel Sûriyê de armanceke Tirkiyê jî ew e ku Rojava bikeve bin kontrola Hikûmeta Sûriyê, Tirkiye dixwaze ku Suriyê han bide ku vegere Rojava bi ditîna min ev nêrineke seqet e. Çi qazanca Tirkiyê di vê yekê de nîne ku careke din Kurd , Ereb û Tirkmenên Rojava bikevine bin hukmê Suriyê de.”

Li gorî îddiayan Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dixwaze beriya helbijartinên Tirkiyê bi serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive lê hikûmeta Şamê weke şertê hevdîtinan dixwaze ku leşkerên Tirkiyê ji temamiya Suriyê bêne vekêşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst