Parlamenterekî AK Partiyê ji partiya xwe îstifa kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ahmet Zenbîlcî AK Partî Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Edeneyê Ahmet Zenbîlcî ji partiya xwe îstifa kir û piştî ragihandina îstifayê, hesabê xwe yê medyaya civakî jî girt.

Parlamenterê AK Partiyê yê Edeneyê Ahmet Zenbîlcî îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji partiya xwe îstifa dike.

Ahmet Zenbîlcî wiha got:

“Ez bi xemgîniyeke mezin hîn bûm ku di lêpirsîna edlî de navê kurê min jî derbas dibe.

Ji ber vê rewşa ku ez qet qebûl nekim, hêviya min a herî mezin ew e ku lêpirsîn bi bandor bê kirin û rastî derkeve holê.

Her wiha ji bo ku ev pêvajo zerer nede partiya min û hevkarên min ez ji partiya xwe îstifa dikim.”

Zenbîlcî piştî ragihandina îstifayê hesabê xwe yê medyaya civakî jî girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst