Serokê AK Partiyê yê Amedê îstifa kir

26-09-2023
Nîşan AK Partî Amed Îstifa Muhamed Şerîf Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê AK Partiyê yê Amedê Muhamed Şerîf Aydin biryara xwe ya îstiyafayê ragihand.

Muhamed Şerîf Aydinê ku 3 sal in serokatiya AK Partiyê ya Bajarê Amedê dike, li ser hesabê xwe yê Xê biryara xwe ya îstifayê ragihand.

Muhamed Şerîf Aydin di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Welatiyên min ên birêz...

Nêzî 3 salan e ez serokatiya AK Partiyê ya bajarê Amedê dikim. Ji îro pê ve ez îstifa dikim.

Ez spasiya xwe pêşkêşî Serokkomarê me, Serokê Rêxistina Partiyê birêz Erkan Kandemîr dikim.

Spas ji bo vî erkê birûmet ku 3 sal in xizmetê li bajarê Pêxember û Sehabiyan dikim.

Ez spasiya hevkarên xwe yên lijneya rêveberiyê, alîkarên me, endamên me yên Desteya Rêveberiya Navendî, şaredarên me, şaredarên navçeyan û endamên rêxistinê yên ku em mil bi mil bi hev re xebitîne dikim.”

Li aliyê din, AK Partî dê 7ê Çiriya Pêşîn kongreya xwe li dar bixe.

Heta niha 7 serokên navçeyan ên AK Partiyê ji bo ku di hilbijartinên xwecihî de bibin namzet îstifa kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst